Hevpeyivînek bi Derhênerê Kurd yê Ciwan Lewend Omer re

 

Malpera Kurdish.info- beşê Ingilîzî hevpeyivînekê bi derhênerê Kurd Lewend Omer re çêdike

Wergerandin ji Inglîzî: Besam Mistefa /Hewlêr

     Lewend Omer (25) li Bêrûtê paytexta Lubnanê ji dayik bûye , û li Elmaniya û Bakurê Efrîqayê mezin bûye . Ew derhênerê sêyan bû ku film li Başûrê Kurdistanê wêne dike . Filmê wî “Firmêskên Bêxal” zêdeyî xelatekê Wergirtiye û di gelek festîvalan de beşdar bûye ku mijara film ya sereke li dora mafên jinan û tawanên namûsê li Başûrê Kurdistanê ye 

     Filmê wî yê navhatî hindek gengeşî û minaqeşeyên germ li hêrêrma Kurdistanê rakirin piştî ku ew di televiziyonên Kurdî de hate weşandidn . Niha ew amadekariya  filmekî nû dike bi navê ” Bûka Mêzopotamiya ” û ew li akterên nû û dahênvan digere . Her weha , ev filmê wî yê nû jî dê di civak û komelgeha Kurdî de gengeşiyê peyda bike ji ber ku ew jî mîna yê berê dîdarên evînî yên germ dihewîne . Di vê Hevpeyivînê de , derhênerê xort Lewend ji me re bi firehî behsa jiyan û filmên xwe dike .

– Te çawa dest bi çêkirina filman kir ? Gelo bandora derhênerên Kurd li ser te hebû ?

– Belê , ji piçûkaniya xwe de , min ji film û sînemayê hez kir . Di temenê 15 salî de ,min akterî kir di hindek şanoyên Elmanî de , lê paşê min bala xwe da aliyê din yê çêkirina filman angu  li pişt kamîrayê û amadekirina tevav ji film re .
Li Miami û Florida , ez çûme xwendegeheke filman , paşê li Toronto –Kenedayê ez çûme Instûta Berhemdan û Televiziyonê .Li Toronto û Miami , min dest bi çêkirna hindek filmên kurt kir , û di warê filmên dokûmentel û video kilîpan de jî min kar kir .Bi fêrbûna şêwaza çêkirina filman , min dest bi nivîsandina sînariyoyan û derhêneriyê kir .
Di sala 2005an de , min serdana Kurdistana Iraqê kir û li wir ez hest bûm ku ti kar ji bo tiwêjeya xortan nayê kirin ne di civakê û nejî di ragihandinê de . Gelek pirsgirêk hebûn . Wisa , min biryar da ku ez di riya sînemayê de ,dengê xort û gencan û afiretan û azara ku ew dibînin, bigihînim pêwendîdaran .Ji ber vê çendê , min ” Firmêskên Bêxal ” nivîsand û li piştgiriyê geriyam da ku ez bikaribim dest bi yekem berhema xwe bikim .
Min “Firmêskên Bêxal”ê çêkir bi mebesta ku ew guftûgo û gengeşiyê di civakê de çêbike ,derbarê pirsgirêkên ku li Kurdistana Iraqê hene , û ji bo ez hindekî dilê xortan geş bikim . Diyar e ku xort herdem bi hewceyî hindek xweşî û kêfê ne , piraniya filmên Kurdî li rabirdû mêze dikin û probelmên niha jibîr dikin , û ji xwe qet kêfxweşî di wan de peyda nabe . Di baweriya min de , sînema divê renge reng be em nikarin heman şêweyê ji filman her û her çê bikin . Derhênerên Kurd kêm kartêkirina xwe li ser min kirin , lê hindek derhênêrên Kurd yên nû û berhemdar niha derdikevin û divê em li bendê bimînin ka dê çi pêşkêş bikin .

– Te ji ber çi aktera ji Tirkên Qibrisê “Ozzie Aziz” hilbijart da ku bi te re kar bike ? Gelo ev tişt hesesieyetê na afirîne ku ew Tirk e ? Yauxd nêrîna wê derbarê gelê Kurd de erênî ye ?

– Baş e ,Ozzie Tirkeka Qibrisî ye û ez Kurd im ,me hevdû ji mêj ve naskir û me gelek caran bi hev re kar kiriye ,û em rêzadrî û hezkirineke mezin ji hevûdu re dikin , an ku ew hesesiyeta tu behs dike ne di bala me de, ye ya ku heye pêk were ji ber ku ew Tirk e ku rola keçeka Kurd di filmekî de dilîze . Min hewil da ku ez akterka Kurd ji bo filmê xwe ” Firmsêkên Bêxal ” peyda bikim , lê mixabin ev pêk nehat . Hindek akterên jin yên ji deverê sînariyo xwendin û ecibandin lê diviya bû ku ew  li rastiya ku eger film hate pêşandan jiyana wan dê li Kurdistana Iraqê nexweş û mehal be, rêz bigirin! . Hindek kes li vir hêjî bi çavekî kêm û nizim li jina akter dinerin û lîstina rolekê ku tecawuza cinsî tê de heye bi nebaşî rave dikin . Ji bo ku ez ti probleman peyda nekim diviya bû ez çareseiyeka din bibînim . Min ji akterên Kurd yên profesiyonel re  ku li Ewiropa dijîn got lê dema wan tune bû . Wisa min rol da Ozzie ji ber ku min zanîbû çi qasî ew profesiyonel û micid de di karê xwe de , û min zanibû ku ew dê fêrî axaftina Kurdî bibe û dê dahênaniya xwe tevî di film de bikar bîne . Her weha , Ozzie stranbêj û aktereke zîrek e . Hilbijartina min jê re ku ew rola Bêxal bilîze-li gor min- ya herî baş  bû .

– Derbarê filmê te yê nû ” Bûka Mêzopotamiya ” tu li aktereka Kurd digire ku ji lîstina dîdarên evînî yên germ re amade be . Gelo tukes heye ku vê rolê pêk bîne ? Gelo bersiva civaka Kurdî li van core dîdaran wê çawa be ? Ma ev di civaka Kurdî de nayê jimartin mîna “Taboo” ?

-Ah! Belê. Bersiveke mezin rastî vê banga min ya rollîstinê hebû .Gelek keçên Kurd yên ciwan û xweşik bi me re axivîn û em dê yekê ji wan hilbijêrin . Tiştê balkêş derbarê komelgeha Kurdî ku ew yeka hemereng e. Kurd li Sûriyê , Iraq , Îran û Tirkiyê hene , û jimareke mezin li seranserê cîhanê bi taybetî li Ewiropayê jî dijîn, angu Kurd reng reng in  hindek ji wan di jîngeheke tund de dijîn û hindek ne wisa ne .. hindek ji wan vekirî û rewşenbîr û hindekî din ne wisa ne . Rast e , hindek Kurd dê tazîbûn û dîdarên evîniyê di filmên Kurdî de weke tiştên Taboo angu nimoşkirî yaxud qedexekirî bibînin lê hindekên dîtir dê wan biecibînin û piştgiriya wan jî bikin . Haydariya min ya sereke sebaretî filmên min nifşê nû ye û weke di tavilê çand û civakan de nifşê nû bêtir vekirî ye derbarê tiştên nû .
“Bûka Mêzopotamiya dê akterên navneteweyî hembêz bike û dîsa Ozzie dê aktera sereke be . Film dê bi Kurdî û Ingilîzî be .
Di filmê” Firmêskên Bêxal” de , mijara bingehîn tiştê tê naskirin bi tawanên namûsê ye .

– Gelo tu dixaweze di filmên xwe de tabooyan derbas bike ? Tu çi derbarê tawanên namûsê di komelgeha Kurdî de dibêje ?

– Wekû derhêner derbaskirina tabooyan ne armanca min ya sereke ye çendî ku hêja be jî , lê armanca min ew e daxuyanî kirina rastiyê ye , xweşhalkirina xelkê ye , balkişandina bîneran e , lê mixabin hêjî gelek tawanên namûsê di civaka me de hene û keç û afiret bêhêvî  û bêzar in ta ku ew pirê caran xwe dikujin .Dem diguhere , yasa guherîne û  alîkariya jar û belengazan tê kirin. Kurdistana Iraqê niha civakeke demokratîk e, civaka me bipêş dikeve, gelek biyanî têne vir da ku kar bikin , xelk hew  dikarin weke berê bijîn , ew nikarin herin xuşk û keçên xwe bikujin ji ber ku dil dikeve kesekî de . Niha dem dema ronakbîrkirina xelkê ye ku keç û jin  derfetan dibînin û palpiştiyê Werdigirin,her weha dema  têgihştinkirina mirovan e  ku kuştin yaxud binpêkirina mirovan tiştekî ne rewa ye  û ne jî çareseriya pirsgirêkan e .

– Xelkên Kurdistanê çawa ” Firmêskên Bêxal ” pêşwazî kirin ? Gelo ew li sînemayên Kurdisatanê hate pêşandan ? Bîner amade bûn ?

–  Di dema çêkirina filmê ” Firmêskên Bêxal ” de yekem filmê Kurdî li dora mafên afiretan ,em bi xurtî ji layê ragihandinê de hatine pêşwazîkirin. Film di Tişrîna diwem ji sala 2005an de li Hewlêrê paytexta Kurdistana Iraqê hate pêşkêşkirin, hola ku lê hate pêşkêşkirin têra bîneran nekir, dor 700 mirovî amade bûn, tiştekî seyr  di bajarekî de ku film û festîval bi kêmanî têne temaşekirin ,gelek xort û afiret amade bûn û bîneran film ecibandin û bi çepik û rawestana ser piyan hestên xwe dane xuya kirin . Tiştekî zor baş bû , lê di dema girêdana konferansa ragihandinê de piştî pêşkêşkirina film , dîmen bi tevahî hate guhertin ! Ji nişkave , em rastî hindek kesên engirî hatin , ku me bi pêşkêşkirina tiştên ne rast û hiştina ku komelgeha Kurdî pîs bixuye ,  tometbar dikirn . Her weha , wan ez weke kesekî ku tutiştî derbarê civaka Kurdî de nizane  tawanbaran kirim ji ber ku ez li Ewiropa mezin bûme û ji ber daxuyaniya dîdara tecawuza cinsî û yên din .Dema ku peyamanêrekî ji min pirsî çima min rola Bêxal nedaye keçeka Kurd ji dêvla Ozzie ya ku zimanê wê hindekî şikestî bû min jê re got gelo ew dê bihêle ku xuşka wî yaxud keça wî di film de akteriyê Bike !? .. wî ti bersiv neda min . Di heman biyavî de ,  me  di hindek bernameyên TV de jî film gotûbêj kir ku hindek kes diaxivîn bi rengekî xirap derbarê Film de !
Her weha , me filmê ” Firmêskên Bêxal ” bi budjeteke herî kêm wêne kir ,alav in piçûk û piraniya stafa Kurdî ne profesiyonel bûn wisa encama dawî hindek piroblem hewandin, lê dema ku xelkê ez bi pêşkêşkirina dîmenkî qelp derbarê tiştê di civaka me de pêk tê  tometbar kirim  ,ez aciz bûm . çend rojek piştî pêşandana film  ez têgiham çi dibe : Tiştê min dixwest bicî hat ! min dixwest ez livînekê , hejandinekê çê bikim, min dixwest xelk bi kêşeyan re rûbirû bibin û ji xwe ev pêktê dema ku xelk diengirin û netibitî dibin .
Tiştê din jî ku ez aciz kirim, ew bû ku hindek derhênerên Kurd destpê kirin û êrîşî min kirin ji dêvla ku ew piştgiriya min bikin !! Ez bi hêvî me ku derhênrên Kurd têbigihin ku em tev dikarin bi hev re kar bikin , palpiştiya hevûdu bikin û tev bi hev re biser bikevin . Helbet , her yek divê karîbe ku şêwaza xwe ya taybet bikar bîne û em tev bi hev re dikarin sînemeyeke Kurdî ya nû biafirînin .

– Filmê te di festîvala filman ya Îmaratê 2006an de beşdar bû , gelo nêrîna bînerên Ereb derbarê film de çawa bû ? Te çawa beşdariya derhênerekî Kurd di festîvaleke ku li welatekî Ereb de pêktê, dît ?

– Filmê min ” Firmêskên Bêxal ” mîna yekî taybet di festîvala gotî de hate bijartin . Tiştekî baş bû ! . Min Ozzie jî li wir dît û  li festîvala ku hefteyekê dirêj kir amad bûm . Revendeka Kurd ya mezin li Îmaratê heye û roja ku filmê min hate pêşandan 4 pas ji Dubey dagirtî bi Kurdan hatine cihê festîvalê. Kurdên ku li Îmaratê dijîn sipasiya min kirin ji ber ku ev cara yekemîn bû ku wan dikaribû filmekî Kurdî di sîmenê de bibînin, bînerên Ereb jî pir baş bûn û film ecibandin û alavên ragihandinê jî gelek guhdarî dane me bi sedema ku ew yekemîn filmê Kurdî bû ku di festîvaleka  filman ya Erebî de beşdariyê dike .

– Gelo tu tûşî ti probleman hatî dema wênekişandina ” Firmêskên Bêxal ” ê  de ? Deselatdariya Kurdî alîkariya te kir ?

– Probelm !! Hingî ew pir in ez  nizanim  ji ku destpê bikim !!! Budjeteke kêm , germa havînê,  pirsa ewlekariyê  …..hwd !  Lê li milê din, desthilatdariya herêma Kurdisatanê ti kêmasî bi min re nekir . Hikûmeta Herêma ê em ji aliyê asayişê de 24 saet ji 24 saetan vehesî hiştin .

-Hindek dibêjin ku debarkirina jiyanê zor e nisbetî derhêner û akterekên Kurd . Tu  vê nêrînê çawa rave dike ? Baweriya te heye bi paşerojeke baş weke derhênerekî ku pirsgirêkên civaka Kurdî di karpêkên xwe de pêşkêş dike ?

– Belê , rast e . Kesên ku li Ewiropayê dijîn yan li Emerîka bazareke Kurdî ya mezin ji bo wan heye . Lê sebaret bi yên ku li Kurdistanê dijîn , ew kêm têne rêzgirtin û palpiştkirin .Em tev hêvî dikin ku ev dê zû biguhere ta ku em bikaribin tişê em dixwazin bikin û armancên xwe pêk bînin .
Sebaretî paşeroja min , helbet ez bi hêvî me ku ew yeka geş û xweş be . Ji xwe mirov dikare wisa bike : hêvî bike û bê westan bixebite . Ez li deverên tavil mezin bûme , û gelek adet û çandên cor bi cor dîtine , wisa ew sînariyoyên min nivîsîne û dixwazim wan di demeke nêzîk de wêne bikim ne tev li ser pirsgirêkên Kurdî ne,angu mebesta min ew e ku ez ji bînerên cîhanê tevî re film çê dikim . Ez Kurd im , lê karê min derhêneriyê û karê min berî hertiştî ye .

– çi core film tu dixwaze di paşerojê de çê bike ? Armanca te çi ye ji filmên te , tu dixwaze çi  ji me re bêje di riya filmên xwe de ? ?

– Ez dixwazim gelek texlîtan biceribînim : filmên tirsê , drama , fantazî , angu hemî core film . Tiştê herî giring di nêrîna min de ew e pêşkêşkirina tiştekî nû û orîjînal  e .  Ez nexweş dikevim dema ku ez li filmekî temaşe dikim û ji xwe re dibêjim : ” oh…! Eynî weke wan her çar hezar filmên ku berê min dîtibûn e !” . Filmê baş te berbi xwe ve dikşîne, dihêle tu bi rame,bikene, te ditirsîne, çavên te bel dike,dihêle tu pirsan bike . Tenê tu li cihekî rûne û li filmekî temaşe bike û nîv saetekê jiyana xwe jibîr bike ..çi ji vê mezintir û xweştir heye !?

– Derhênerê Kurd Lewend Omer di dawî de ez sipasiya te dikim û gotina dawî ji te re dihêlim !

– Sipas ji boyî te kekê Vladimir! Min gotarên te li ser mapleran xwendine û ez matmayî mame çawa mirovekî ne Kurd wext û vejana xwe ji bo gelê Kurd terxan dike !
Ez gelek miorvan li Ewiropayê nas dikim ku derfeta wan çênebûye ku” Firmêskên Bêxal “temaşe bikin lê film dê  di çend festîvalan de beşdariyê bike îsal ku hindek ji wan li Ewiropayê bi xwe ne û dê li ser ekranên TV iyên Ewiropî bête nîşandan . Her weha , kesên baldar dikarin car bi car malpera min jî vekin û lê binerin .
Ji herkesê ku gilî û gazin li filmê min yê pêşîn kirin ez ji wan re dibêjim ku  li benda ” Bûka Mêzopotamiya ” bin : Hê we tiştek nedîtiye !!

9-3-2006 KurdishMedia .com
By: Vladimir van Wilgenburg
         

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…