Em li benda we ne !

 

Helbest : F. F. Fîsotiskî
Werger : Besam Mistefa

Serpêhatî wisa bû :
Mêr bi lez bi rê ketin ,
Berî dexl şîn werin ew çûn ..
Nema êdî ji pencereyan ve
Dihatin xuya kirin ..
Tevlû toza rê bûn û ..çûn
Eve ji sumbilan
Ceh û genim bilind dibin :
     Ew rondikên deştên ku hîn nehatine
     Çinînê ne ..
Eve di qelşan de ba dike
Vîze vîz ..
     Em li benda we ne …
     Hespan li kar kin ..
     Li benda we ne
     Di kêlîka xweşiyê de
     Em li benda we ne
     Ey lehengino !
…..Xwedayo tu bihêlî ku ba asa û
Teze be
Daku laşên  wan yên xwêdangirtî , sar û hûnik
Bike …
     Em li benda we ne !
     De hûn zû..zû vegerin ..
     Berû ser we digirîn ..
     Darên tû û hejîran hişk û hola bûn
     Tevde pûç bûn bêyî kenên we ..
     De werin ..
     De zû vegerin ..

Piştî hûn çûn
Xanî li me bûne zindanên sarî tarî..
Bêyî we , malên me tenê kevir in ,
Kevirên ku tukes di nav wan de
Najî !
Piştî hûn çûn
Tenêbûn û bendewariyê di nav malan de
Kon vedan !
Piştî hûn çûn
Kincên me ên sipî û paqij
Reş û qirêj û gemarî bûn …
Taku stranên me yên kevnare
Nexweş bûn û bê wate dibûn tanî
Ku gotinên wan bi diranan ve
Digirtin ..
     Li vir êş ew êş e ..
     Birîn ..ew birîn e..
     Her roj ew şîna bê dawî
     Li ba dibe ..
     Her roj ew girî , wekû dengê nimêjin kevin ,
     Bilind dibe ..
     Em li benda we ne ..
     De zûka vegerin
     Emê tev ,
     Peya û siwar
     Dilbiêş û xembar
     Werin pêşiya we û
     We hembêz bikin .
     Ne xem e hûn çawa bin..
                             Çilo bin ,
     Emê we hembêz bikin ..
     Ji bo Xwedê dilê xwe li me
     Teng nekin ..
     Em , ewên  ku pir diêşin ji
     Valahiya nameyên şîn û mirinê..
      Ên ku pir diêşin ji bendewariya wan
     Nameyan ..
     Em li benda we ne ..
     Hespan  li kar kin ..
     Li benda we ne
     Di kêlîka xweşiyê de
     Xwedayo tu bihêle ku ba asa û teze be
     Daku laşên  wan yê xwêdangirtî sar û hûnik
     Bike …
     Ji bo Xwedê hûn zû ..zû
     Vegerin ..
     Di malan de li ser we digirîn ..
     Darên tû û hejîran hişk û hola bûn
     Bêyî we ..
     Bêyî ken û henekên we ..
     De werin
     Em li benda we ne
     Zû werin ha !

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…