Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com
Serokê giştî yê DTPê Ehmed Turkî di 23-ê Sibata 2009-an de di Civîna Gruba DTPê ya Meclîsê de, pêşî bi tirkî û pişt re jî bi kurdî qise kir. Axevtina Ehmed Turkî bi kurdî 11 deqiqeyan dom kir. Dema ku Ehmed Turkî dest bi axevtina kurdî kir û telewîzyona meclîsê TRT 3-ê axevtina wî neweşand û birî. Di destpêkê de ez dixwazim gelek aşkere diyar bikim ku yên ku TRT 3-ê birêvedibin bûrokrat in, mafê wan tune ye ku axevtina Ehmed Turkî neweşînin.

Diviya bû ku axevtina wî biweşandina. Pişt re heger Ehmed Turkî ji derveyî qanûnan karek kiribe -ku helwesta Ehmed Turkî li dijî hiqûqa xwezayî û hiqûqa navneteweyî ya demokratîk û pîvanên Yekîtiya Ewrupayê nîne – wê demê ew dihate “darizandin”. Ji bona vê berpirsiyarên TRT 3-ê tewan kirine. Divê ew bên darizandin.
Axevtina Ehmed Turkî pêşî di meclîsê de û pişt re jî li tevayî ya Tirkiyeyê wek bombaya atomê teqiya. Her çiqas di sala 1991-an de Leyla Zanayê di meclîsa tirkan de bi kurdî sond xwaribû û encama ew helwesta xwe ya neteweyî, wê û 3 hevalên wê 10 salan hepis jî raketibûn, diyar bû ku tirkan piştî hilbijartina 2007-an ji mecbûsên DTPê ji bona soz girtibûn, ku kurdî qise nekin, axevtina Ehmed Turkî li meclîsê, hemû tirk û dezgehên wan şokê û jêbere wan xerab kir. Helwesta Ehmed Turkî di hemenwext de jêbere DTPêyiyan û kurdan bi xwe jî xerab kir.
Helwesta dereng mayî: DTPê çima îro kurdî qise kir û helwesta xwe nedomand?
DTPê dibêje ku me encama niqaşeyeke dûr dirêj biryar da, ku di Gruba Meclîsê de serokê giştî bi kurdî qise bike. Ji bona vê du sedem nîşan didin. Sedemek, ji bona “Roja Zimanê Zikmakî ya Dinyayê”; sedema duyem, ji bona ku durûtiya Tirkiyeyê girêdayî TRT 6-ê nîşan bidin, biryar girtine ku kurdî qise bikin. Ji aliyekî de jî Ehmed Turkî diyar dike ku dema ku “ez di hepisxaneya leşkerî de bûm, ji bona ku zimanê kurdî qedexe bû, min biryar dabû ku ez rojekê di dezgeheke dewletê de bi kurdî qise bikim.” Di ser wê re 27 sal derbasbûye. Ji bona vê ew îzaha Ehmed Turkî ji bona min rasyonal naye. Ez di wê baweriyê de me, ku ji bona reya giştî ya kurd jî rasyonal naye. Lewra Ehmed Turkî heta nûha gelek derfet dîtîbû ku di meclîsê de kurdî qise bike û lê nekir.
Piştî ku li hemberî axevtina Ehmed Turkî reksîyon û tepkî derketin holê jî, ji aliyê Ehmed Turkî û berpirsiyarên DTPê de hat diyar kirin ku ji fermîbûna zimanê tirk re rêz digrin û dê di meclîsê de bi tirkî xebata xwe bimeşînin. Ev helwesta jî ne di cî de ye û divê DTPê helwesta xwe ya neteweyî dom bike. Ne ku bibêje ez ji fermîbûna zimanê tirk re rêz digrim, divê bibêje ku ez dixwazim ku zimanê kurdî jî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyî. Bibe zimanê desthilatdarî ya Kurdistanê û kurd.
DTPê, divê ji bona helwesta xwe, axevtina Erdogan ya bi kurdî û TRT 6-ê wek mînak nîşan nede. Divê DTPê xwe nesitirîne van bûyeran û helwestan. DTPê divê gelek aşkere diyar bike, ku “ez partiyeke kurd im, em kurd in. Bi kurdî li meclîsê jî qise kirin mafê me yê xezayî û neteweyî ye. Divê ew mafên me di çarçewa mafê çarenivisî û desthilatdarbûna neteweya kurd de bê şirove kirin. “
DTPê bi helwesta xwe dereng ma û sedema dereng mayîna wan ya sereke jî, ew nerîna Komara Demokratîk û Tirkiyevîbûn û hesabên siyasî yên rojane bûn. DTPê diviya bû ku li meclîsê û di dema sondxwarinê de ev helwesta xwe diyar bikira û sonda Kemalîst jî nexwenda. Lewra bi sondxwarinê konsepta dewleta unîter ya neteweya tirk pejirand û ruhê xwe jî qirêj kir.
Dîsa tê îdia kirin ku DTPê ev helwesta ji bona hilbijartinê herêmî diyar kiriye. Ev jî mafek e.
Gelo helwesta Ehmed Turkî ji aliyê qanûnan de çawa ye û reaksîyonên hatine nîşan dayin çiqas di cî de bûn?
Piştî ku Ehmed Turkî di Gruba DTPê ya Meclîsê de qise kir, serokê meclîsê diyar kir ku helwesta Ehmed Turkî li dijî Makezagonê û Qanûna Partiyên siyasî ye. Ev rast e. Lê pirsa ku li vir li ser were rawestandin ew e, ku ev qanûnan kurdan temsîl dikin, an na? Ev qanûnan li dijî hiqûqa navneteweyî û mûketesebata Yekîtiya Ewrupayê ne û an na?.
Ew qanûnan li dijî hiqûqa xwezayî û mafên mirovî yên xwezayî ne. Ew qanunan li dijî hiqûqa navneteweyî û mûktesebata Yekîtiya Ewrupayê ne. Kurdan jî temsîl nakin.
Ji bona vê divê ev qanûnan ne ku bên guhertin, divê ji holê rabın.
*****
Nîjadperestên tirk û Partiya MHPê bi refleks û ruhekî dijminitî li dijî helwesta Ehmed Turkî derketin. Ev helwesta nîjadperestên Tirk, helwesteke gelek xwezayî bû. MHPê û CHPê, ji bona helwesta Ehmed Turkî, TRT 6 û Hikumet tewanbar kirin.
Hikumetê û serokwezîr rasterast ev helwesta Ehmed Turkî bi îxlala makezagonê îzah kir. Gelek nivîskarên û rojnemavanên û rojnameyên nezikî hikumetê jî ew helwesta Ehmed Turkî wek provakasyon dîtin.
Vê jî diyar kir ku helwesta DTPê, hem hesabên Hikumetê xerab kirine û hem jî nîjadperestiyan wan jî derxistiye holê.
Hesab xerab bûn û divê ev helwesta bê domandin û jê re piştgirî bê kirin…
Sedema helwesta DTPê çi dibe bila bibe, kê biryar dabe bila bide, li meclîsê bi kurdî axevtina Ehmed Turkî hemû hesab serûbinî kirin. Ez dikarim bibêjim ku ev helwesta Ehmed Turkî, divê di nav DTPê û fikra navendî ya DTPê de jî, rê ji reformekê re veke. Divê di nav DTPê de guhertinên gelek balkêş jî bîne rojevê.
Ev helwesta DTPê di jiyana wê ya siyasî de divê bibe mîladekê. DTPê gelek aşkere bibêje ku “ez partieyeke kurd im û ezê aşkere siyaseta etnikî bimeşînim. Ez ji bona mafê çarenivisî û desthilatdariya kurd xebat dikim. Ji bona vê ez li dijî dewleta unîter û neteweya tirk im. Ez jî, ji bona ku neteweya kurd bi neteweya tirk re ji aliyê maf û statuya siyasî de wek hev bin, ezê tevbigerim û ezê têkoşîna xwe gorî van pîvana bimeşîninim.”
DTPê û Ehmed Turkî mafê xwezayî bi kar anî û bi zimanê xwe axevtin kirin.
Ehmed Turkî gelek baş kir. Ehmed Turkî bi ew helwesta xwe ji nûve veşiya.
Êrîşa li ser DTPê û Ehmed Turkî, li dijî hiqûqa navneteweyî ya demokratîk û peymanên navneteweyî yên ku mafên neteweyan û grubên etnikî diparêzin û pîvanên Yekîtiya Ewrupayê ne. Komara Tirkiyeyê divê an ji dinyayê dûr bikeve û an jî mecbûr e di laşê xwe de guhertinên radîqal û bingehî bike. Ji hemû mafên keseyetî û kolektîf yên kurdan re rêz bigre.
Divê em hemû kurd ji vê helwestê re piştgir bin. Ji bona ku DTPê helwesta xwe bidomîne û di xalên din de jî pêş bixwe û jê re bibin alîkar.
Divê ev helwesta Ehmed Turkî ya li meclîsê bibe sedem ku hemû kurd û dezgehên wan bi kurdî xebatên xwe bidomînin û her kurdek li mala xwe û bi hev re kurdî qise bikin. Amed, 26. 02. 200