DÎROKA PÎNEKIRÎ

 
XEMGÎN Ê REMO

Sînga te welatekî efsane ye
Û memikên te
Du rêyên serekî ne
Rojhilat û roava
Bakur û başûr

Bi hev ve dighînin …
Rûyê te
Jêmayên dîrokeke pînekirî
Diyar dike
Û helbesteke ciwan
Bi xunavê nivîsandî
Li ser pelê şenge-gulên
Sibehan
Di çavên tede ez dixwînim …
Û rê hemî
Li ber min girtîne
Ezê çawa xwe bi kenarê
Lêvên te ve bighînim ..?
Ey cana can-vejîn
Min pirayê hestîyan
Li ser çemên xwînê ava kirne
Ku xwe bi birc û kelehên teve
Bighînim  …
Hînjî xaçê min li ser milê mine
Û li te digerim
Mîna helbestvanekî
Li helbesteke xwyî wenda bûyî
Digere
Lê kilîtên dergehê vîyana me
Kê dizîne …?!
Û kê keske-sor ji asûyê Zagroz
Revandîne …?
Emer benû xetabê  biyabanî
Siltan Osman ê toranî
Yan şah Ebas ê  sefewî .?
Dadgeha dîrokê
Divê ku li darxînim …
Ji biratîya sedê salan
Derw û xapan xwe dawşînim
Û pîroz-pirtûka wanî kufikî
Di nav çavên wande lêxînim ….
Ji nû geş-agirekî Zerdeştî yan
Di pûtgehên zanînê de vêxînim
Berê xwe bidim Anahîta
Û limêj û lavijên xwe
Ji çavên wêre bixwînim ..
Anahîta min …
Dem hatîye
Ku asoyên te sayî bibin
Û dîsa keske-sor
Di himbêza zagroz de
Xwe li hev bi alînin
Û eger carek
Xwe li ber sîbera te bibînim
Anahîta  …
Wê çend gul li dêmên te
Bibişkivin .?
Wê çend kanîyên bergirtî
Ji zikên çîyan bipijin ?
Û çend zarok
Li ber sîngê dayîkên xwe
Wê bigirnijin.?
De bila bigirnijin …

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...