Bihîstokên hêviyê «Pexşan»


Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Roj pêncşem bû, ji gund hat du kevok di destên wê de bûn, dan destên min, keniya û got: Ji bo Sozdil in.

Cotê kevokan,
bi germa xwe ve ketin nava germa sînga min,
du germ pêrgî hev bûn,
çav jî di hundirê hev de dawerivîn û kanî ji nerînên tî herikîn.
Bi meşa me a dirêj re,
bi germa himêza min û germa kevokan re,
bi vehandina şahiya hevdîtinên spî re,
bi koçberiya hişê min bi bal derya meya çavan re,
zimanê hestan nema aram dibû û hevokên tenan li ber bayê hogiriyê teqle dibûn.
Mamosteya min,
temen ne rawestiya û roj ji rojan şerim nekirin.
Va baxçeyê sînga min spî bû, belê kevokên te hêj hêlîna xwe tê de ava dikin.
Li welatan li reva bêdawî digerim.
Li çiyayan pênûsa kovî di nav buhara pertûkan de li taxavikên giya diçêre.
Min tu di şana xewnekê de dîl kiriyî.
Min ji te re pîşoyê hizrê ronî kiriye.
Min ji te re renc û ziyana deman bêjebêj kiriye.
Navê te heyvanê ewrê sîber e,
dilê te pencereya sewdanê ko li ser gelek nihêniyan sîwan e.
Zîxanên nerînên me, di hêlînên çavan de dilûsiyan.
Bi hev re em û kevokan, me xweşbûna libokên bişirandinê dinoşand.
Heyvê, ji dûr ve çavdêrî li civata me dikir!
Min çavên xwe û çavên yarê bi çavên heyvê re girêbend kirin.
Dîlberê tu hevaltiya heyvê dikî?
Yekser lavlavka şahiya veşartî, himêz dorpêç kirin.
Ji roya rûyê wê, heyva heval şermîn bû, di lêkdana awiran de pîşoyê Beko li ber pêyên me vêket.
Li ser agirê dilan, hozanên bengîn sîwan vegirtin.
Maseya xemilî, yariyên destên me û sîngên kevokan diwênand.
Bi xewnên balindeyan re em her du rêwî, bi hev re dikeniyan
Me dilên xwe mîna deşt û zozanan spartin masê, û henaseyên me nema li tu sînoran dirawestiyan.
Stêra felsefeya çi şevê,
destê min nema dizane, te bi saxlemiya kîjan buharê xatir jê xwest!
Zimanê min di salvegera lalbûna xwe de qerimî maye,
û guhê min li ber deriyê we bihîstokên hêviyê çandine.

Jêder Avestakurd

14.02.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…