Kongirê partiyan – girêdanana bend û bazaran

Diyar Ehmed

Wek tê dîtin û bihîstin ku îsal sala girêdana kongirê piraniya partiyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ye . hina ji wan partiyan kongirê xwe girêdan û hin dî ji wan hê lihevnekirne, serketin û cihgirtina  xwe di serkirdayetiya partiyê de misogernekirne û hin dîtir ji wan çend mihan kongirê xwe paşve êxistin .
Bê guman kongir di jiyan û pêvajoya partiyan de qûnax û rawestandineke, di wê rawestandinê de kar û xebata partiyê ya salên borî tê nerxandin û liserseknandin  herweha rewş û guhertinên nû hatî li ser tevî astan tên berçavkirin û gufûgot li ser wan tê kirin, ji bo danana pilan û pirojeyên pêşerojê û çaweniya rengê bikaranîn û pêkanîna wan armancên ku partî ji bo wan hatî damezrandin .

Lê kongir di jiyana partiyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de dibê cihê êrîş û pevçûnê, girêdana bend û bazaran, ristina dafik û pîlanan, û piraniya caran ji hevketin û parçebûnê .

Dem tê guhertin, pirojeyên berfereh ji aliyê hêzên mezin ve tên pêşinyarkirin,kar û xebateka xurt tê kirin ji bo avakirina Rojhilatek Naverast ya Mezin yan jê ya nû tê xwestin û kirin .

Îro roj dewlet û aliyên xwedan beryar û zilhêz di cîhanê de di xwazin nexşê cîhanê bi tevayî û yê rojhelata naverast bi teybetî biguherin .

Di vê warî de pir piroje tên baskirin û her hêzek gorî berjewendiyên xwe di xwazê pêşinyar û nêrînên xwe pêşkêşbikê, lê  guman tê de nîne ku xwedanên wan pêşinyaran wê serbikevin ewên ku hevgirtîbin, li ser hevbin û hêz jî di nav destên wan de bê,ku bi karin  jewendiyên xwe û wan hêzan pêkbînin û herweha wan bi parêzin jî .

Di vî warî de û di nava van guhertin û pirojeyan de cihê tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê li kûye ….??!!

Kar û xebata wê ber bi kûdê ve dice….. pilan û pirojeyên wê çine …??

Nêt û pilanên xwedanê vî pirojeyî nasdikin û li ser sekinîne…..??

Ma weheye tevgera kurdî bi vê jihevketin û sistiya xwe ve bi karê barê miletê kurd di vê serdema nazik û hestyar de hilgirê û mafê wî yê netewî bi dest ve bînê ..??

Ma gelo ta kengî wê endamên partiyan bimînin di vê xewa giran de û çavên xwe ji van serkirdan bigirin, kengî wê di rûyê wan de bi mêranî rabin û bi zelal û eşkere ji wan re bêjin bese…bese  we ev partî ji xwe re kirine daristan û bi rêya wan berjewendiyên xwe yên kesayetî pêktînin û berhemê ked û karê van perîşan û belengazan talandikin û dadqurtînin, hûn jî wek rêjîmên rojhilata naverast di gendela daravî û Idarî de nûqbûne, hê hûn ne bûne desthilatdar hûn bi vî rengîne, ma desthilat bi kevê di destên we de hûnê bi çi rengîbin ….!!??

Dîsan ma ta kengî endamên partiyan wê bi mînin palpişt û berevan ji van serkirdan re û wê merem û mebestên wan bi cih bînin .

Ma we heye ku rojek werê û em bi bînin ku partiyên me di kongirên xwe de li ser kêşên milet rawestane yan difikirin ku li ser rawestin …….!!

Yan jê wek tê gotin : ku mejiyê van serkirdan hatye xesandin, sitewirbûne û nema êdî berdigirin  .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…