Kûştina leşkrên kurd

Abbas Abbas

Di dîroka leşkeriyê de, du sedemên normal hene ku mirovên leşker, di nav leşekriya welatê xwe de bê kûştin, yek jê ewe ku di şerê dijmin de tên kûştin û ya dî jî bi nexweşiyek giran, ew jî piştî ku tu sûd ji dermanên textoran nebe, ev jî nayê wê watiya kûştinê, heger li derdê wî hatibê pirsîn .

Ez sedemeke dî jî li van her du sedemên han zêde dikim, ku leşkerek bi şaşitî bi tifinga xwe yan bi tifinga hevalekî xwe bê kûştin, lê ev jî ji sedhezarî yek, ne wek ku di nav leşkeriya dewleta qirêj û kotî de, ya Suryayê de dibê, ku kûştina leşkerên bi destên efsrê xwe tên kûştin êdî nayên hesaban û tev jî kurd !…
Di dîroka kurdên bindestê dewleta Suriyayê de, heya sala serhildana Qamişlo, vê dewletê ceger nedikir, ku gelê kurd bidê kûştin , lê ji vê demê û pê ve, ew jî hîn bûn kûştina gelê kurd, nexasim piştî ku kûştina xortên me di serhildanê de ji wan re çû serî û bê tol derbas bû, loma jî aniha li Qamişlo bin yan li ser sînorê Esrayel bin, kûştina xortên kurdan wek nêçîra Dîkênpor, ji wan re hesan bû ye!…Lê heya kengî?…Em vê pirsê ji kê bikin?….. Em jî nema dizanin .
Heger em li siyaseta dewleta Suriyayê baş temaşe bikin, û li hembrî ya turkan di bîst salên borî de bigirin, emê baş di van derdên han de bigihin, ku tev jî dîroke li xwe di zîvirê, bi ostayêya mîtên tirkan, ev jî piştî têkliya serokê Suriyayê Bişar Al Esed bi Erdoxan ê xwînmij re,û heger em rast bibêjin, têkilya estxbaratên wî bi mîtên tirkan re .
Kûştin, windakirin, malwêrankirin, bêkarî, zagonênewrte, bêbextî, xok ji mafiya mît û estixbaratan re, qemhetkirina jinan, kûştina zarokan….
Ev tev jî, di van her bîst salên derbas bû yê de, li tûrkiyayê bi serê kurdan dikirin û hin jî dibê, aniha jî Bişar Al Esed bi estixbaratê xwe bi me dikê  û wê hîn jî bi me bikin, heger ji wan re bê tolhildan herê serî .

Banga min ji xortên hêja re, mirin yeke, çi bi kuçtina destê dijmin û çi bi nexwşiyek bêçar, lê mirina bi serfirazî, bi tena xwe ne mirine .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…