Sipasiyek ji kanga dil

  Xelîl Sasûnî

Sipasiyek ji kanga dil, ez pêşkêşî her heval, hogir, dost û hezkiriyên xwe dikim, ewên ku bi hemi rengan dilêşîyên xwe bo nexweşiya min dane xuyakirin, ger çi bi telefonan, yan bi emêlan, yan bi şandinên gurzên gulan, yan jî ên 1000 k.m qutkirin bo serdana min li nexweşxanê, û di nav wan de hebû, ê ku cejna xwe ya qurbanê li ba min kir ne li mala xwe…
Bêgoman ew dilsozî û wefadarî û sekna wan biraderan li pişta min di wan rojên zehmetkêş, mîna bû xunaveka buhariyê hûr, xweşî, şadî û kamiranî ji alîkî ve, û ji alîkî ve jî hêz, tundî û pêdariye dane min kun e tenê ez ji nexweşiyê zû rabim serxwe, belê bîtir ji wê: Ez zora ” Penceşêr” ê bibim û wê bikim” Pencerovî”. Dîsan daxwaz û hêvîdariyên bêsînor û sipasîyên bêhejmar ji her kesekî re ku pirsa min kir, nemaze ji biraderên Kurdistana başûr û Kurdistana bakur û Kurdên Europa.

Ema Kurdên welêt…ji Endîwerê ta bi Zorava û ji Efrînê ta bi Qamişlo…hêvîdarim ku zanibin: Ez ê her deyndarê hezkirin û dilsoziya wan bim.

Sipasiyên taybet bo koçka Qamişlo ya wêjeyî.

Û sipasiyek taybet bo bijîjkê min ê çak û jêhatî Dr.Ebdulqadir Mehmûd.

Û di dawiyê, çawa we gulên renge reng diyarî min kirin, bi vê gurza gulên sipî re, ez dibêjim: Hûn ti car û ti car nexweşiyan nebînin û her bimînin di xwşî û geşiyê de.

02.02.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...