Yûsif ê Berazî jî xatir xwest

“Derdan çi ez diljarkim ey felek
Êdî nikarim bijmêrim bûn gelek
Barê xizanî jî li min hêj ne bes
Serda ji pîsa re çi ez bûm henek “
Xwediyê (Zindan , Bang , Raperîn , Serxwebûn û pêşketin) û hin nivîsar û dîwanên ne çapkirî xatirê dawî xwest û koç kir.

Mamoste Yûsif ê Berazî (Bêbuhar) di roja pênşemê 15-1-2009 çû ser dilovaniya Xwedê û di roja înê  16-1-2009 an de di katjimêr 11,30 û bi beşdariya  tevgera kurdî û komên folklorî û girûp û komîtên  rewşenbîrî û helbestvan û dengbêj û hunermendên ku ji kaniya peyv û awazên mamoste vexwarin û di pêşiya wan de hunermend M.Elî Şakir û Mehmûd Ezîz Şakir û şêwekar û nivîskar û cemawerekî pir mezin ji hemû bajar û gundên kurdî li rojavayî welêt bi cendekê wî re derketin .
Di piştî veşartina termê wî di girê Serê Kaniyê de gelek gotin û birûske hatin xwendin , hin ji wan ev in :
– mamoste Nessreddîn Ibrahîm
– mamste Bavê Nîroz : gotina komîta bilind ya Hevbendîya dîmuqrata Kurdî li Sûrî
– gotina Ber ya dîmuqrat ya Kurdî li Sûrî
-gotina komîta hevdengî- tensîq-  mamoste Bavê Dêrsim
– gotina partî dîmuqratî Kurdî li Sûrî – mamoste Ebdulrehman Alûcî   
– gotina partî dîmuqratî kurdî Sûrî
– helbestvan Hozan ê Girkundê
-gotina hevalên nemir  ji layê bavê Mizgîn hate xwendin
– gotina malbata nemir ji layê Şewket Berazî hate xwendin
Hin ji birûskeyên ku gihiştibûn ev bûn :
– birûskeya gelê Kurd li Efrînê
– nivîskarên Kurd li Kobanê
– rêxistinên partiyên Kurdî li parêzgeha Reqqa
-komên folklorî (Mîtan – Azadî – Xabûr – Waşokanî – Turbesipiyê – Xunav)
– komîta kurdî ya mafê mirovan (Elrafid)
– malbata Melle Dewrêş li Serê Kaniyê
– Girûpa Hesekê ya rewşenbîriya Kurdî
– Diya Felek – Qamişlo –
–  Cemalê Tîrêj
– Serhan Isa – Elmanya – malpera kanya Sipî
– Helbestvan Tengezarê Marînî
– malpera Tîrêjname ya ilktronî
-malpera Gemya kurda
– malpera Nisrîn
– malpera welatê me
-mamoste Welîd hec Ebdulqadir – revendên Kurd li mîreşînên Ereb
-Helbesvanên Kurd li Hesekê : Mehmûd Badilî – Mişe””””””””l Osman – Ibrahîm Ebdî – Seyfiddîn Qadirî – Hemdo Yûsif
– Komîta Celadet ya hokirina zimanê Kurdî – Amûdê .
Girûpa Hesekê ya rewşenbîriya Kurdî

  16- 1 – 2009 

 

 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rêber Hebûn

Tu niha nemirî

ev navdarî hezkiriyên te û helbestê avêtibûn li rex navê te

Û tu jî derbasî warên mirinê dibî

Ji me re helbesteke bê deng û pozbilind bixwîne

Derfet ji te re vekiriye

Ne tenê 5 xulek

Ne 10 xulek

Ne…

Komîteya Birêvrbir ya YGNRKS, û bi navê hemû hevalên Yekîtiya me radigihîne ko helbestevan û nivîskar Mizgîn Hesko koça dawî kir, şeva bûrî li nexweşxaneyeke Elmanya dilê wê rawestiya, ew jî piştî kêferateke dijwar û dirêj bi nexweşiyê re, wilo jî bê rawestan karê xwe yê nivîsandina helbestan dikir, heya ko hejmara pirtûkên…

İSKAN TOLUN / Köln.

Îro, di gelek nûçeyade Amedspor derbas dibû. Lê mixabin, dîsa bi astengîya hatibû rojevê. Belê, ew Amedspor a ku, di dilê medeye û bûye sembol…

Vê neqlê, ji ber ku, tenê du peyvên (Koma me, bona we) bi zimanê dayîkê li ser perçek caw, an jî formên…

Tengezar Marînî

Ez rojbûna hunermenda dengxweş, kurdperwer û pêşeng Aslîka Qair bi boneya 80 saliya wê pîroz dikim, temenekî dirêj, tendurust bo wê dixwazim û daxwaza lêbuhurînê dikim, ku min nikarîbû beşdar bibim. Ez vê helbestê diyarî hunermend Aslîka dikim

===========

Li hevrazan,

dengek bilind dibe,

tîrêjeke ronahiyê…