Wêneyên mirinê

Yasin hisên

Yûsif berazî…ji wan hêstirên te re…ji zindanên te re…ji xewnên te re…ku mîna zarokên amûdê li ber çavên min li kolanan dilîzin,,, ji giyanê te re ,,,ji wan lîstikên te re ku bihna cinan ji wan difûriya…
Min didît…dema tu bi tenê di nava çar dîwaran de te digot:
(hebs û zindan kûr û tarî xewa min nayê…ji eşq û evîna gulê ketim belayê..)
***   ***   ***
Li ber sermê, di nîvê rê de rawestiya bû…
Bakurê wî çiyayê Omerya û başûrê wî çiyayê xwedê(kuro ev sê çarsed salin ku em bê buharin)…
Her gundek mîna zarokekî  xwe diçirisand û di paşila xwe girekî mîna çiya vedişart..
pênc berbejn ji hev dixistin,,,,hildewşiyan
di yekê de… sitirîzerk…
di a din de….indeko…
di a sisiyan de…çavgang
di a çaran de….şoqil û kardîn
di a pêncan de….berbejneke dî…
min kir bejna xwe de
û her şev min digot
(eman dilo…eman dilo…ji derdê yare dil bi kulo)
***    ***   *** 
Derdan çi em dil jar kirim…….. hooooooy felek
Dema ez û te bi rê de diçûn qamişlo
Qermîçokên ber çavê te
Derd di nixumandin
Ez û tu bi hev re bûn
Em diçûn qamişlo
Lê ez bi tenê vedigeryam….
Tu dima ….

di dilê qamişlo de….

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…