PEYVA TAZÎ 24

     Dildar ismail

Peyva tazî çiye : peyveke vekirye bê sînore, peyveke rastiye  kurte û Levhatiye ,  lê xwiyaye hinek ji bona hinka nerazîbûna xwe didin xwiya kirin û ji rastiyê ditirsin û li pişta perdên reş  lotka didin piştî votka Divexwin. û ji bona wilo her em berdewa min . em miletekî  bindestin Welatê me parçeye û her parçekî sed parçeye, û parçebûn parçîn nabe û Bi hesanî birîna kûr derman nabe . û  dijminê me teroristiya xwe Berdewam dike li ser gelê kurd û roj bi roj pir dibe û kes nakê dengî , Tenê nîv rûpelek tê nivîsandin û li ser malperên kurdî belav dibe.

Dibêjin em dixwazin serbest bên berdan dem hatiye guhertin û rêjîm Divê dev ji vî karê han berde û çîroka mafê mirova  li dare..((rêjîma bahs Û mafê mirova çawa li hev dike …..tir li kû û das li kû)) û em dengê xwe Hildidin hemî dunyayê û emê rojê bixin ceng û emê agir bikin pereng û Zebeşa bidin ber kêra û rehnê mirîşka bidin ber deva û şevê bikin şeva Dendik û gwîz û sêva…??? pirs li kû windadibe sal dibhurin  û dih roj Derbasdibin dîse girtin berdewame û dîse ew nivîsa berê tenê nav tê Guhertin û rojê xwe weha berdewam dikin û salê xwe dibhurênin ..lê Pirs eve kî dengê we dike , kî li we guhdar dike ji ber tû bengih nehatine Avakirin li derveyî welat û ti hêz jî nikarê bê ez berpirsiyarê gelê kurdim Ji ber her yek dibê ez û ez… denge an renge wehaye rewiş dibhure , kanî Dengê şêrên demê,  şêrên bi tolikê ve girêdayî  û sûnda ku dixwin li ber Bernameyên ku ji bona çareser kirina pirsa kurdî  li kû avê divexwe. kî Dengê we dike û heya kengî bê dengî  û çareserî bi parçebûnê parçîn Nabe û bê yekîtî welat rizgar nabe .

 11.01.2009

 dildarismail@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…