dîwana nû ya Helbestvan Taha Xelîl ( Şûna wê ) bi kurdî derket

bi alîkariya Dezgeha Sema ya çandî û hunerî

 

Ji weşanên çapxana Hîro Dîwana yekem a helbestvan Taha Xelîl bi nave şûna wê derket.. bergê  Dîwanê ya Hunermendê kurd Beşar îssa ye

Şûna wê bi alîkariya Sema kurd ya  çand û huner çap bûye û ev pirtûk dikêve rêze zincîra  6an  ji pirtûkê wê yê çapkirî .

Tê zanîn gelek berhemên Taha Xelîl bi zimanê Erebî û Elmanî jî hene,

şûna wê helbesta nûjen a kurdî li Suriyê datîne ser rêka rast

Taha Xelîl ji mêjve helbesta kurdî dinivîse … lê dereng ev berhem derxist  û wek ku dibêje : ” min birîyar  li Amedê sitand  .. divê ku ez helbesta xwe bighînim Amedê  ji ber ez berî her kesî ji wan re datînim… Amed Qubleta mine ji mêj ve ..!”

Ji pirtûka şûna wê :

Çend sal

Gelek sal derbas nebûne…
tenê bîst sal…
Pencere ew pencere ye.. .
Zikak eynî zikak e..
hîna ew Dêlî pê ve hildikişe..
hîna dixwaze xwe bighîne te..
gelek sal derbas nebûne..
tenê tava rojê rengê pencerê guhertiye..
tenê demsalan boyağa pencerê weşandiye…
gelek sal derbas nebûne..!
tenê bîst sal..
ma bîst sal çi ne.. ?!!
Leşker
” bo leşkerekî Turk “
hooo leşkero..
Xwedê du dest … du çav  dane te..
da ku tu …
bi herdû cavan li yara xwe meyzekî..
bi herdû destan gulîyên wê ên reş bihûnî…
yan jî bi wan baqê gulan pêşkêş kî..
hoooo leşkero ku tu nezan bî ..
ji xwedayê xwe bipirese..
ew ê ji te re bibêje…
lê tu napirsî …
bi çavên xwe tu rêka evîndaran dibirî..
û bi herdû destên xwe tu radijî du seriyan..
û wênan dikşînî..
Leşkerooooo
ji xwedayê xwe bipirse..
yan jî ku tu bi dil bî..
ji dilê xwe bipirse….
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Franz Kafka û Jin

Franz Kafka (1883–1924), yek ji nivîskarên wêjeyî yên herî karîger ê sedsala 20an, di warê têkiliyên xwe yên bi jinan re de gelek nakokî didît. Ev hevsengiya wî hem di jiyana wî ya şexsî de û hem jî di xebatên wî yên edebî de bandorê…

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…