Tewana Kuştinê Kiryara hovane…

  Dr : Rozad Elî

Di sala 2008an de bêtirî sî mirovî, jin û mêr, li Navça Efrînê hatine kuştin. Ev jî rûdaweke civakî , mirovane û li navçê pir awarte û nû ye. Şêniyê wê şêtmêt dike û tirseke mezin peyda dike. Ji bilî ku ew dihêle ji hêla her welatiyekî ve li navça Efrînê û li derbarî bingeh û sedemên pirbûna wan bûyerên hovane, pirsên xemgîn û bi êş were pirsîn.

Erê kuştina mirovan ji berê û ji dema (Adem Û Hewê) ve hebû û dibû û li her navçekê û welatekî tê dîtin. Lê, ew hejmara kuştiyan li gor serhejmara şêniyê navça Efrînê hejmareke mezin û pir bilind e û rûdaweke pir bi tirs û xerab jî datîne ber çavan.
Li gor sedemên yekser û  naskirî ji wan bûyeran re, ew parve du cureyan dibin:
  Yek: Kuştina jinan û keçan. Ew bi behaneya pirsên (namûsê û pakirina şerefê!) tên kirin. Lê, li gor zanînan, piraniya vê kuştinê li ser gumanê hatine kirin û tu nîşanên ne durist li ser endamên govdên ew jinên kuştî nehatine dîtin.
Di vî warî de, gelek tişt hene, rê li ber kuştinê û kuştarên jinan dûz dikin û pêkanîna ew kiryara çepel hêsan û nîv rewa jî dikin. Wek: gedên civakî yên kevneperest  û zagonên dewletê yên kevin û nerm di tenga dadkirina kuştarên jinan re. Ev tişt sezaya kuştarên jinan pir hindik dikin û piraniya caran, piştî çend mehan kuştar serbest tên berdan û bi (serbilindî) li civakê vedigerin.
Hejmara vê cureyê ji kuştinê, dora çaryek  ji tevahiya tewana kuştinê.
Yên ku îsal li navça Efrînê bûne ne.
Didu: Kuştina ji ber sedemêm civakî, aborî, tolvedanî, serserîtî û tiştine din dibin. Tiştê herî balkêş û diyar di van kiryarên kuştinê de, piraniya kuştaran di rewşên serxoşiyê de tên dîtin. Ew meyê vedixin yan jî narkotîkê dibin,û di bin hikariya wan de pêkanîna tewanên kuştinê yên çepel û gelek tiştên pîs dikin.
  Kuştinên vê cureyê bi tevahî ji ber sedemên biçûk dibin. Loma jî, çareserkirina wan pirsgirêkan pir gengaz û hêsan e û gelek caran dilferehiyek û lêborînek kanin xwînrêtinê rawestînin.
   Di vî warî de, gelek welatî pêçiyan dirêj dezgehên asayişên dewletê li navça Efrînê dikin, û wan di warê zirtkirina gelek xortan de gunehkar dikin.
   Dîsa  di vî warî de, rola kesên xêrxwaz, gernas û partiyên siyasî xuyan dibe û stubariyên wan ên zor pêwîst dest pê dikin.
    Li sala borî 2008 an, cureyeke din û nuh ji Kuştinê li nav Kurdên navça Efrînê hat dîtin. Li gor çavkaniyên asayişên dewletê û sîxurên wan, û li gor zanînên ku alîgirên Partiya Karkirên Kurdistanê PKK jî yên ku ji devê xwe berdidin, ew kuştin ji ber sedemên siyasî hatine kirin. Sedema wan kuştinan ya rastî ne diyar e, lê  hejmara wê li navça Efrînê gihîştiye çaran. Yek jê li bajarê Helebê û sisê jî li navaça Efrînê hatine kuştin. Yek ji wan kuştiyan zarokekî sê salî bû û di hembêza bavê xwe de hat kuştin. Dîsa li gor gotinên aligirên PKK, ew kuştî û belkî kuştar jî têkildarê wê partiyê ne. Û ji ber ku rastiya lêkolînên li derbarî wan tewanan ta niha nehatine diyarkirin , destlat  jî wan diyar nake û wê wek tiştekî nepend dibîne. Loma jî, welatî neçar dibin sê aliyan têxin nav kevanên gunehkariyê (sîxurên asayişên dewleta Sûryayê , Tirkiyê û PKK bi xwe jî),  û wan hemiyan bi lihevxistin û nerawestkirina civaka Kurd gunehbar dikin.
    Li roja îro -piranî -eger em nebêjin hemî bûyerên kuştina mirov li civaka me li ser çend bingeh û egerên serekîn radibin: Nezanî, Bêkarî û Xizanî. Ew rûdawa hovane li ser van hersê stûnên paşdemayînê radibin û di wê heyamê de geş dibin.
  Lê dîsa û tevî her tiştî, hêvî ew e, ku destlat û dezgehên wê yên dadweriyê bi şêweyek îjdil bi erkên xwe yên rast û dadmend rabin û her kuştarekî û her mijarekê bi riya zagonê bidin ber xwe.
Hêvî ew e jî, ku rojekê pêş de şêweyên kar û zagonên dewletê yên kevin û ne dadmend yên keneperest werin guhertin û li gor rewşên demê û pêşdeçûna şaristaniyê werin nûjen kikin. 
Em di wê baweriyê de ne, ku eger gunehê mirovekî çi be, hîç çê nabe ku jiyana wî wilo bi hêsanî, xwînsarî û bê dadkirin were tunekirin. Û eger sedem û behane jî çi bin, dîsa hemî cureyên tunekirina jiyana mirov cihê rûreşkirin û şermezariyê ye û gereke her kuştarek bighê ber dadgehek dadmend û sezaya xwe li gor kiryara xwe ya qirêj bibîne

———

Jêder: rojnama Newroz – hejmar-  83 -Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – YEKÎTÎ

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…