Spasname

Mehmûd Badilî
Bi dilekî xweş û evîneke bi dilsoziyê meyandî, silav û spasiyên xwe pêşkêş dikim bo birêz Arif Remezan berpirsê dezgeha sema kurd ya çand û hunerî û hemî xebatkarên vê dezgehê, û bi taybet helbestvan Taha Xelîl berpirsê komîta hilbijartina pertûkên bo weşanê ku di rêya hilbijartina wan re pertûka minî helbestî ya bi navê (Çemê Êvarê) ket rêza weşandinên 2008an, û nuha ji çend rojan de bi rengekî xweşik hate çapkirin.
Ev alîkarî ji hêla dezgeha Semakurd li cem min cihê bextwerî û rêzgirtinê ye, bê guman karekî pirr bi nirx û rûmete, ji dil û can ez vî karê ku Semakurd pê radibe li hemû miletê kurd û bi taybet kurdên rojavayê kurdistanê û nivîserên wê pîroz dikim, çiku ev perçeyê welêt rewşin wîyî taybet heye, nemaze rewşa nivîskar û helbestvan û wêjevanan bi tevayî ku gelek astengî û keleman di pêvajoya çapemeniyê de li pêşberî xwe dibînin, û ev alîkarî wek piştgirtinekêyî em pirr pê hewcedar û omîdwarin.
Dîsa gelek spasî û gelek silav û rêzgirtin bo hemî xebatkar û kargêrên dezgeha Semakurd, bi hêviya ku ev dezgeh hêmaya wê tim li dar be û herdem li pêş û serkeftî be.

Hesekê / 2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…