Şevbuhêrkên kurdî li şamê

B.Şiyar

Komîta şevbuhêrkan şeva xwe ya 76 an li dar xist
Şevek ji helbestên kilasîk ji dibistana mîrê helbesta kurdî Melayê cezîrî – seydayê cigerxwîn- seydayê tîrêj û ……..ta dawî
Şagirtê vê dibistanê helbestvan Sûbar arî gurzek ji helbestê xwe xwend
Di destpêkê de endamê komîta şevbuhêrkan mamûste

 Ebas osman babeta şevê li ser beşdaran belav kir û bixêr hatina mêvanê şevê mamûste Sûbar arî û xwendevanan rewşenbîran rojnamevanan kir
Ji helbestên ku hatin xwendin:
1-ey welato
2-doza min
3-rojgar
4-wa birano
5-dûr ji yarê
6-kî wek te
7-firiştê
Sobar arî helbestên xwe di kovar û malperên kurdî de belav di ke

Ey welato
Ey welato pa kelato va li ser sînga xeşim
Her zinatî çend şelatî xwendina kurdî neşim

Em nenasin nêv himêzên dayik û bavê xwede
Xwîn mija sînor didanîn bin firok û hilxişim

Herdemî yasa dixwênin lê welatê min ne nav
Havilê xakê dimêjin ez tenê jê bê beşim

Min li cîhanê nihêrî mû serî wêran hemî
Kes nema îro di bindest ez tenê mam bextreşim

Çend misilman va li Kosovo didan wa dewletek
Kurd bi milyona li bin çengê misilmanê xeşim

Ey welato xweş feraşîn û çemê boşê fireh
Va li bin linga pelaxim bende hêlma fişfişim

Bûne serdarê me nandoz dest dirêj hovê keleş
Ez dinav baxê xwe toşim ez ji bo wan cînişim

Lişkerê hova li ser sînga me hevdo dane fît
Ey siwarê cengebaz ma bê serok û serkeşim

Her beko pîs sed hezarê( El emin savak û mît)
Pê firoka top legana her divên ez hilweşim

Kevnetorê min dizîn şûnê didan tizbî siwak
Dan serê min şaşik û keskê nikarim pê meşim

Her dibên ol kêfe lê wan xak birin zorê bi şûr
Yek xuda em tev bira bo wan bi gor û canveşim

Bo hezar salê me bin destê( bira) bê nav û deng
Rojekê mafê me nadin ta niha ez bê hişim

Wa ji bîra min birin cûdî miradê herkesî
Wan berê min dan Mekê wextê ber û ol Laleşim

Min Qudis rizgar dikir xwîna xwe ser Şamê rijand
Piştve hatin rakirim gotin biyan û qayişim

Ey xuda navê te ser qadê bi xwîna sor nivîs
Ta niha sêwî li ber deryê bira hê rû reşim

Ey welato rabe îro roj ve hat derxîn mejî
Wer bişû zenga nezanî perde toza daweşim

Pencera hew dade ber bayê siba nû hilbibê
Ka binêr çawa bi zanînê serî raman geşim

Dil tejî omîd û hêvî kom bi kom girtî bizûz
kembera hişkî girêdan ger teqim agir xweşim

go nezanê guh bidê gundî li cînara binêr
guh bidin sobar çi bêjim raperîn û şoreşim
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…