Pêvajoya jina kurd di dîrokê de *

Narîn Metînî

Di dîroka kurdan de pir jinên kurd cihê xwe dagirtin û bûn stêrkên geş di asmanê kurdistanê de û weke nemûne ji wan di ware xebat û çanda kurdî de ; Rewşen Bedirxan ; <1909=1992> ya ku pir kar û tevger kir bo tor û çanda kurdî û pêşxistina gelê kurd di nav miletên cîhanê de, hingî ji ber vê yekê Rewşen Bedirxan nav û nîşana jina kurd e û nemûneke hêjaye ji bo pêşketina jinê çimkî jin stûna niştimane û dibistana gele, lê belê pêşketina civakî di pêşketina wê de ye.

Weke em dizanin ku jina kurd pir zor û astengî dîtiye, carekê ji destê xelkê û cara din ji destê neyaran û ev dide xuyan ku jin di civata paşketî de, xulameke bindeste, wateya jiyanê nas nake, nizane ku rola wê roleke bingehî ye di berdewamiya jiyanê de.
Lewre baweriyek cem jinê çê bûye,  ku nikare bi karekî giring rabe û wisa jî jin ma bindestî xelkê, lê di borîna dehên salan, hin bihin jinê di berxwede da û hinekî xebitî ji bo  mafê xwe û mafê gelê xwe pêk bîne û xwe da xuyan kun e kêmî mêra ye, bi hêz û ramanên xwe rola xwe stand ji hemû hêlên çandeyî û civakî û sêyasî û alîkariyeke mezin di avakirina civata kurdî ya netewî kir.
Belê .. ev nîşane ku jina kurd hêjaye vekirina dergehên azadiyê, hingî pir vîn û hêzên wê hene ku alîkariya civaka kurdî bike û raweste ligel birayê xweyî mêr , tê weke ku em dibînin li gelek herêm û deveran ku hîna jin dibin dare zor û bindestiyê deye û dive jina kurd bi taybet mirovantiya xwe biçesibîne û çarikê ji ber çavê xwe hilîne, bi xwestina mafê xwe û bi şoreşeke çandiyî rabe û mejiyê xwe rizgar bike û li ser rêçika Rewşen berdewamke.

———
* jêder: rojnama (şepêl) hijmar (7)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…

Reşîd Ebas

Berî sê rojan min nûçeyeke xemgîn bihîst, ew nûçe ya barkirina nivîskar û helbestvan Hişyar Muhemed bû dilovaniya Xwedê li giyanê wî be. Ez pir bi vê nûçeyê xemgîn bûm, piştî du rojan min bi rêya (masincir) bi Evdî Çaço re deng kir, sersaxî ji wî re xwest û di…