Xezala Belengaz Hun dibêjin: Hesta vê xezalê çawa bû?

Elî Muhemed Şêxo

Xezala Belengaz, bi hêviyeka pir mezin ji bo jiyaneka serfiraz dixebitî, lê ji nişkav de rastî qeflekê guran hat, bi hemû teqet û şiyanên xwe parastina xwe kir û revî, çinkî dizanî heger gur wê bigrin çi dê bi serê wê bê.

Revê ew helak kiribû, çavêd wê li keriyeka xezalan ket, ew ji dilê xwe de kêfxweş û rihet bû, ji wê bû ew ji hovîtiya guran û zordariyê rizgar bû, herwiha ji ber devê guran tevlî Keriya xezalan bû, lê Belengaza reben nizanîbû ko carnan tiştê meriv bikin gur jî nakin.
Xezalên Keriyê bi çavekê xirab li Xezala mêvan sekirin, ew ji xwe re kirin kole, bê rêzî pêre kirin, piştre ew di zinarekî bilind jî werkirin…

Silêmaniyê   2008-12-07

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…