Sûriyê û astengiyên jiyana rojane

  NEWROZ *

Em dûr neçin , gava tu bala xwe didî
rewş û jiyana xelkê Sûriyê bi tevahî , kefteleft , cefakêşî û nexweşiyên di nav civakê de , tu dibînî û dibhîsî ku çendî mirov mijûl û westa ye , bi xem û qiswet , bi derd û êş e ,..Bi tirs e!.

Li hêlekê , bihabûneke serberdayî ku stoyê piraniya xelkê badide û dihêle ku , mirov bona nanzikê bêtirî 12 se’etan bixebite û hêjî têrê neke . Û ji bilî pirsa nanzikê , pirsa biserîkirina xwendina zariyan û nemaze şûnketina pileya guhdanê di dibisatn û zanîngehên fermî de .
Li hêlekê , fatûrên avê , kehrebê û telîfonê  û xwedê nekê  lêçûna serdana doktûr û ezexanan . Û li hêleka dîtir , bêkarî bi xwe , evê ku roj ji rojê bêtir dibe û gelek nexweşiyên bi tirs bi xwe re, ji dizî û malxuriyê de bigir , ta tu bighê pevçûn û kuştinê tîne holê …vêca çûnhatina ber deriyên hekîm û hikûmetan , girtîgeh , parêzer û dadgehan . Û xwedê zanê (ew) lê digerin , polis û karbidestên dewletê , ên ku çavan digerînin û dev ji
hev vekirine ku , çawa xelkê bidoşin , beriyan tije bikin , teşqelan û nerindiyan bihevxin , da ku xwe li ber vê yekê deynin , ji ber ku , ne berketiyê min û te ne , ne berketiyê miletê xwe ne , ..ne xema wan e , bila cixara wan pêketî be , û agir bi bêdera gund ketibe , ji ber ku ew bes ji xwe re ne û hew .
Li vê dawiyê , ji neçarî , ji dest bêkarî û xizaniyê , bi hezaran ji xelkê me yên Dêrîk û Dirbasiyê û wekî dî , dev ji gundên xwe berdane û berê xwe dane derdora Şamê , bihêviya ku – xwedêgiravî – karekî ji xwe re peyda bikin  û herweha bi dehhezaran ji xelkê ereb ji herêmên Dêrazor û Reqê , ku rewşa wan ne kêmî wan kurdan e ger ne kambaxtir be . Bi ser de jî , herêmên parêzgeha Helebê, çi ji herêma Kobanî, Kurdax û wekî dî , bi hezaran xelk , nemaze xortên nûhatî û kirêkar, hurve wirve diçin û tên , bi hêviya ku karekî bi dest xwe ve bînin , anjî , riyekê ji riyan peyda bikin û xwe bighênin Qibris an Yonanê …Hwd Tevdîr û fermanên           

rijîma parta Be’is dihêlin ku jiyan û têkliyên xelkê , xwe bi xwe  , aloz û tevlihev bibin , girêk û nakokî bêtir û gurtir bibin , bi taybetî encam û kartêkirina rola fermana 49 ya 30-09-2008 an , ya ku hêştiye pêvajoya jiyana aborî , kirînfirotan û pirojeyên avahiyê di herêmên Cezîr , kurdax , Kobaniyê û Tilebyedê de bi tundî bêne dorpêçkirin , rê li ber teng bibe û bête girtin . Lewre jî , li gor vê tabloya jiyana rojane ya hundirê Sûriyê bi kurd û Erebên xwe ve , û berdewamiya siyaseta tek partiyê , rojên nêzîk ne yên xêr û xweşiyê ne. Loma jî , barê rewşenbîr , zana û hişmendan , barê partiyan û siyasetvanên dilsoz her diçe nazik û girantir dibe . Hest û bawerî bi rê û şêweyên hevkarî û lihevkirinê di navbera kesan de , di navbera civakê de , bingeha hêja ya herî sereke ye .

——-

* Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a  Kurd li Sûriyê  – YEKÎTÎ

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rêber Hebûn

Tu niha nemirî

ev navdarî hezkiriyên te û helbestê avêtibûn li rex navê te

Û tu jî derbasî warên mirinê dibî

Ji me re helbesteke bê deng û pozbilind bixwîne

Derfet ji te re vekiriye

Ne tenê 5 xulek

Ne 10 xulek

Ne…

Komîteya Birêvrbir ya YGNRKS, û bi navê hemû hevalên Yekîtiya me radigihîne ko helbestevan û nivîskar Mizgîn Hesko koça dawî kir, şeva bûrî li nexweşxaneyeke Elmanya dilê wê rawestiya, ew jî piştî kêferateke dijwar û dirêj bi nexweşiyê re, wilo jî bê rawestan karê xwe yê nivîsandina helbestan dikir, heya ko hejmara pirtûkên…

İSKAN TOLUN / Köln.

Îro, di gelek nûçeyade Amedspor derbas dibû. Lê mixabin, dîsa bi astengîya hatibû rojevê. Belê, ew Amedspor a ku, di dilê medeye û bûye sembol…

Vê neqlê, ji ber ku, tenê du peyvên (Koma me, bona we) bi zimanê dayîkê li ser perçek caw, an jî formên…

Tengezar Marînî

Ez rojbûna hunermenda dengxweş, kurdperwer û pêşeng Aslîka Qair bi boneya 80 saliya wê pîroz dikim, temenekî dirêj, tendurust bo wê dixwazim û daxwaza lêbuhurînê dikim, ku min nikarîbû beşdar bibim. Ez vê helbestê diyarî hunermend Aslîka dikim

===========

Li hevrazan,

dengek bilind dibe,

tîrêjeke ronahiyê…