hinek nûçe

Hoşeng OSÊ

1 – piştî ewqas xirecir û keftelef û danûstendin, navbera Bexda û Waşîntonê, hukûmeta Îraqê, bi pirraniya 27 dengan li hinberî 38 dengan, peymana stratejîk a ewlekarî navbera Îraq û USA erêkir, û peymanê şande parlemantoyê da wê guftugo bike û erê bike. Şandina peymanê, ji parlemantoyê, êdî kiryarek şeklî û protokolî be. Ji ber ku nûnerên komên mezin yên parlemantoyê, di hukûmetê de, (Şiya, Sunne, Kurd) vê peymanê qebûlkirin. Li gorî vê peymanê, di dawiya 2011an de, dê dawî li hebûna leşkerên Amerîkî li Îraqê bê.
2 – Erogan dibêje: “yan hezbike, yan terkbike”. Malikî jî dibje: “divê destûra Îraqê bê guhertin. Ji ber ku ferderasyon ji heybeta hukûmeta navendî dixwe”. Erdogan, gefan li Kurdan duxwe, û tehdîdên xwe pêk tine, û Malikî, qaşo, hevalbendên Kurdan yê berê, diranê xwe li Kuran qîçdike, û çavên xwe ji wan re beloqdike. Kurdên me jî, kêrên xwe lidij hev tûjdikim!!
3 – Pirograma Esmanî a Hindê, xwe gîhand şandina erebak (misbar) ser rûyê hîvê. Lê Kurdên me yên başûr, ew jî, bihna gendeliya xwe gihandin ser hîvê!!.
4 – Serokê civata welatên ereb, daxwiyakirin ku “100 milyon ereb, nizanin bixwînin”. Nago, ji her 3 kes ereb, yek ji wan, nizane bixwêne. Îja, ger erebên xwedî 20 dewlet wisa bin, dê hale me Kurdan çawa be!!?.
5  – Gelek nivîskarên tirkan yên nijadperest û kemalîst dibêjin: jibo qirkirina PKKê û têkçûna DTPê em tev AKP-yî ne. hin Kurdên me yên “neteweperwe” û niştiman-pere/wer, yê qaşo rewşenbîr û siyastmedar, ji Tirkan re dibêjin: em jî li pişta we ne!!.
6 – Serokê partiyek Kurdê me yê rojava kurdistasnê, çû serdana Îraqê. Û yabo, hingî partiya vî serokê reklam û piropagenda ji serdana wê a Îraqê û Kurdistan başûr re kir, te digot qey serokê Sûriyê çûeye wira!. serokê partiya: (…) birêz (…) ji filan derê çû bêvan derê, û filan kes dît, û bêvan kes dît, û filan TV bi wî ra axivî, û bêvan rojname bi wî re hevpeyvîn çêkir…HWD. Û ligel van nûçeyên (sêr û balkêş û suprayz) helbet wêneyên serokê birêz hebûn, li ber firokê, li salonê, li dor masê…HED. Lê, mesele ne eve. Mesele ew ku, vî serokê hêja û delal, doz li hinberî nivîskarekî Kurd vekiriye, çima ev nivîskar, hin rexneyên tund li vî serokê birêz di nivîseke xwe de kirbû, û ev nivîs, di rojnama El-hayat de belavkirbû. Nivîskar, vî serokê birêz, tewnbarkiribû ku ew (cave rêjîma Şamê di nav tevgera Kurd li Sûriyê de ye). Îja ev serok, 4 parêzer, hin ji wan erebin, tewkîl kirbû, da doz li hinbeîr vî nivîskarê vekin. Helbet e, ev ji mafê serokê birêz e. lê ev serok, di daxwiyniyeke xwe, vî nivîskarî, rasterast û eşkere, tawanbarkiribû bi ajaniya rêjîma Sûrî, gotibû: û ev nivîskar ajanê mûxaberatê Sûriyê ye!!!.
Qebhet û sosereta mezin ne di vir de ye, ku çawa bi sivikî û erzanî siyastmedarekî Kurd nivîskarekî Kurd, bi ajanî û xiyanetê, tawanbar bike, lê, ya kambaxtir ewe ku nivîskarên me yên rojavaê Kurdistanê bêdengin, tudibê eqy kullîl zimanê wan xweriye, û dengên xwe bilind nakin û nabêijn: serokê birêz; ji mafê te ye ku doz li hinberî vî nivskarî vekî, lê tu mafê te nîne bi erzanî, tu wî bi ajantiya rêjîma Sûrî tawanbarbikî. Îro,  te vî nivîskarî kire xayin, sibê tê li me jî wis bikî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…