Hoşeng OSÊ3 – Pirograma Esmanî a Hindê, xwe gîhand şandina erebak (misbar) ser rûyê hîvê. Lê Kurdên me yên başûr, ew jî, bihna gendeliya xwe gihandin ser hîvê!!.
4 – Serokê civata welatên ereb, daxwiyakirin ku “100 milyon ereb, nizanin bixwînin”. Nago, ji her 3 kes ereb, yek ji wan, nizane bixwêne. Îja, ger erebên xwedî 20 dewlet wisa bin, dê hale me Kurdan çawa be!!?.
5 – Gelek nivîskarên tirkan yên nijadperest û kemalîst dibêjin: jibo qirkirina PKKê û têkçûna DTPê em tev AKP-yî ne. hin Kurdên me yên “neteweperwe” û niştiman-pere/wer, yê qaşo rewşenbîr û siyastmedar, ji Tirkan re dibêjin: em jî li pişta we ne!!.
6 – Serokê partiyek Kurdê me yê rojava kurdistasnê, çû serdana Îraqê. Û yabo, hingî partiya vî serokê reklam û piropagenda ji serdana wê a Îraqê û Kurdistan başûr re kir, te digot qey serokê Sûriyê çûeye wira!. serokê partiya: (…) birêz (…) ji filan derê çû bêvan derê, û filan kes dît, û bêvan kes dît, û filan TV bi wî ra axivî, û bêvan rojname bi wî re hevpeyvîn çêkir…HWD. Û ligel van nûçeyên (sêr û balkêş û suprayz) helbet wêneyên serokê birêz hebûn, li ber firokê, li salonê, li dor masê…HED. Lê, mesele ne eve. Mesele ew ku, vî serokê hêja û delal, doz li hinberî nivîskarekî Kurd vekiriye, çima ev nivîskar, hin rexneyên tund li vî serokê birêz di nivîseke xwe de kirbû, û ev nivîs, di rojnama El-hayat de belavkirbû. Nivîskar, vî serokê birêz, tewnbarkiribû ku ew (cave rêjîma Şamê di nav tevgera Kurd li Sûriyê de ye). Îja ev serok, 4 parêzer, hin ji wan erebin, tewkîl kirbû, da doz li hinbeîr vî nivîskarê vekin. Helbet e, ev ji mafê serokê birêz e. lê ev serok, di daxwiyniyeke xwe, vî nivîskarî, rasterast û eşkere, tawanbarkiribû bi ajaniya rêjîma Sûrî, gotibû: û ev nivîskar ajanê mûxaberatê Sûriyê ye!!!.
Qebhet û sosereta mezin ne di vir de ye, ku çawa bi sivikî û erzanî siyastmedarekî Kurd nivîskarekî Kurd, bi ajanî û xiyanetê, tawanbar bike, lê, ya kambaxtir ewe ku nivîskarên me yên rojavaê Kurdistanê bêdengin, tudibê eqy kullîl zimanê wan xweriye, û dengên xwe bilind nakin û nabêijn: serokê birêz; ji mafê te ye ku doz li hinberî vî nivskarî vekî, lê tu mafê te nîne bi erzanî, tu wî bi ajantiya rêjîma Sûrî tawanbarbikî. Îro, te vî nivîskarî kire xayin, sibê tê li me jî wis bikî.

Şîrove (0)