Hunermend Zubêr Salih: Kirasê Eşqê li xwe kir

Zubêr Salih stêrek ji stêrê hunera Kurdiye û li asîmanê Binxetê şewiq veda û li Kurdistanê tevî geşbû, Zubêr Salih ji kaniya hunera Kurdî av vexwariye û li ser pelên gula Dirbêsiyê nav xwe nivîsandiye.

Zubêr Salih ev zêdeyî sî sale ku di derya hunera Kurdî de avjeniyê dike û ji kaniya welatparêziyê vedxwe, îro bi berhemeke nû derdikeve pêşberî guhdarên xwe.

Berhama hunermend Zûbêr Salih ya bi navê “Kirasê Eşqê“ ji deh stranan pêk tê  û ji hestên gelek helbestvanên Kurd dinoşe, mîna Kawa Şêxê, Kerîm Ahmed, Mizgîn Bengo, û Hevraz Hesko lê hunermend Zubêr salih awaz û helbestên xwe jî dibêje mîna helbesta te soz daye.  

Min gelek CD yên Hunermend Zubêr Salih guhdar kirine, lê ev CD ya ku bi dengê helbestvana Kurd xwediya pênûsa nûjen Xelat Ahmed dewlemendiyeke pir hêja li CD  yê  zêdekiriye, ew dengê nerim yê helbestane bê destûr derbasî dilê guhdar dibe, û gava ku Zubêr bi tembura xwere dinala meriv nikara ji guhdar kirina CD yê durkeve û her meriv di xweşiya guhdarkirina stranên wî de dimîne.

Bê goman hunermend Zubêr Salih di hilbijartina helbestên xwe de hostakî pir jîreke gava ku bi wî dengê xweyî nazik dibêje:

Ji bêhna misik û gulavê

Ji rengê tîrêjê tavê

Bihijmara ax û avê
Tînim ji Amedêre silav
Ji dîroka tere silav
Ji şehîdên tere silav
Ji girtiyên tere silav
Û silav û hezar silav.

Ji Qamişlo me bi xwere anî
Gurzek gulê erdewanî
Û evînek Kurdistanî

Ji xelkê Amedêre silav

Ji dîroka tere silav
Ji şehîdên tere silav
Ji girtiyên tere silav
Û silav û hezar silav.
Ev gotinên  ku hesten welatparêziyê li ba her kurdekî bilind dikin û Kurdistaneke mizin di dilê wî/wê de çêdikin, bi hosteyî hatine avakirin, ev ji gotinên Kawa şêxê ne ku bi dengê Zubêre li têlê dilê guhdar dixe û govenda azadiyê  li ber digerînin.

Gava ku Zubêr Salih gazinan ji jînê dike û dibêje, erê jînê bi van gotinên xweş yên helbestvana hêja Xelat Ahmed destpêdike.
Kêfa zaroktiyê dibin balgihê şevê de

Diya min bêhna cejnê distre.
Di pey re Zûbêr bi tembûra xwere digrî û dibêje;
erê jînê ez bê jînim bêyî te,
erê jînê ez ne Memim bêyî te
erê jînê ez ne Memim dûrî te.

Gava ku Zubêr van gotinan dibêje bi wê tembûra ku bi dengê wîre digrî, dihêle ku hêstir yeko yeko ji çavan bibarin û li ser dêmên evîndaran biherikin.

Di helbesteke din de Xelat Ahmed bi Tembûra Zûbêre dibêje:

Hilke hilka şevêye li ser sînga te

Were ez stêrkekê ji devê te bigrim

Û dudowan ji gerdena te

Û pêde diçe Xelat bi dengê xwe yê nazik û li dîwana helbestê dengekî din zêdedike.
Hunermend Zubêr Salih ji deriya Helbestvanê Kurd Kerîm Ahmed tasek ava zelal vedxwe û di goveda evînê de kirasê Eşqê li xwe dike  û dibêje:

Hinaran kulîk vekirin

Cana min rabû ji xew

Kirasê Eşqê li xwe kir

Çav xezal û meş mêkew.

Dil xeşîm û biçûk bûm

Ket nav xefka evînê

Paşîyêtê de hînbûm

Ma dinê keç periyê.

Di vê stranê de em Zubêr bi şêweykî din li pêşberî xwe dibînim hem rengê stranê û hem jî awaza wê û hem şêweyê gotina Zubêr tev nûne.
Gava ku Zûbêr Salih derbasî nav zeviya bîranîn dibe û dikeve xewn û xeyalên evîna berî bîst sala bi nalîna kemana Lazgîn Xaldre dinale û dibêje:
Tê bîra min berî bîst sal tê bîra min

Ez û te herdo biçûk bûn tê bîra min

Bi kul û derd ez û tebûn tê bîra min

Berî bîst ez û te bûn tê bîra min.

Tê bîra min lê şêrînê tê bîra min

Ew rojên xweş yê evînê tê bîra min

Navê te li bîra min dînê tê bîra min

Berî bîst sal erê dînê tê bîra min.

Ev helbesta xweş ya hunermendê hêja Hevras Heskoye.
Gava ku min di destpêkê de got ku Hunermendê me yê deng xweş bi hosteyî helbestên stranên xwe hildbjêre belkî we gotibe ev dil xwaziye ji xebat. Lê ez di wê behweriyê deme gava ku hûn li CD ya Hunermernd  Zubêr Salih guhdar bikin hûnê bibînin ku min di vê nivîsa xwe de qet mafê vê CD yê nedayayê û hîn gelk gotin hebûn ku min karîbû li ser vê berhema hunermend Zubêr binvîsim.
Hunermeda hêja Leyla û Bêrivan bûne mîna hermonî bi dengê zubêre bi dengê wanre tama guhdarkirinê hîn xweştir dibe.

Lê hunermenda me ya ku nû daketiye stadyoma hunerê Bêrîvan Zubêr Salih bi stranekê ji stranên Zubêr salih di vê berhemê de cî digre gava dibêje ezê ji te bixeydim û nema bi tere li hev têm.

Xebat Şakir

10.11.2008 Oldenburg/ Elmanya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…