Çîrok

Dema bê dem.. Kurte çîrok

  Meşel Temo

Dema bê dem bi tîrêjên roniyê, roniya ne xuristî bê hest dibûre li ser nexşeyên dîwarin çar qozî û bê deng di çilmise, ew nexşeyên ku her xêzek ji wan êşgirtina mirovekî tomar dike.

Ronî ew ronî ye, bi guhên mirovan tête hisandin dem jî bi dengê xîzxîza qapiyên qûtîkên tenahiyê bê dem di mine û bi her vekirînek e mirov dibe nûmre û li ser piyan disekine û berê xwe bi dîwar ve deke.
 Helbet her sê dîwar jî nêzîkin.
 Guh tenê şiyar di mîne, û bi dengê :
Xwarina xwe bibe ?
Hingî jî divêt çav nîv girtîbin û tenê ji navê nimreya, ku li xakê bi nêre û li ser çokan destê xwe rade û sênîka xwarinê bi lez û bez bikşîne.
Wêneyk kûrmê kûçkan tîne bîra mirov.
Helbet jî mirov nizane ku çi di wê sênîkê de ya,
Lê divêt ku bi lepan bixwe bê ku bizanibe çi tê de ye, û bi gûmîna girtina qapî re guh demê dinase gava di nav têlên lihevgeriyayî derbas dibe, û di nav wê dema bê dem de raman, helwest, mêr, jin, zarok, tev wek fîlmekî di tîviyê de dibûrin her yek di axife, pirs û bersivê rast dike bi vîna çîrokên jiyana xwe tîne hole û bi laşmirovekî ve şîrove dike ramanên wî şiyar dike, vîna wî ji hesin xurtir dike. Dema bê dem di hiş de bi bihna yasemîn ve av di de û hêza mejî bi evîna wê bihinê dem bi dem dike û zordariya dîwarên çar qozî di bin piyên vîndaran ve dipçiqîne, û bihna yasemîn a vînê xwe li cîhanê radpêçe.
Ne dîwar, ne nimre, ne ji…….?
Tev nikarin bihna yasemîn ji xwîn, û mejî, û hestan derînin ……
Bihna yasemîna min di qûtêkên tanahiyê de.
Dema min bi demkin.

Meşel Temo
Di zîndana Edra de

28/10/2008 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din ên nivîskar: welateme

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…