berve hijmara sedemîn de ji «Deng»

  Di destpêka meha berçille ya tê de, rojnameya me (DENG) dighêje hijmara xwe ya sedemîn, û di vê helkeftê de em pîrozbahiyê pêşkêşdikin ji xwe û hemî xwendevanên DENG re.

    Helbet hêjano , DENG a ku hijmara wê ya (0) di meha Tebaxa sala 1995 ê de derket , û di 154 mehan de dikaribû bi sed   hijmarî xwe bigihêjîne xwendevanên xwe, hêvî he ye ku ji vir û wê de li ser sozê xwe bigihêje wan, lê ev hêviya ne bi hêsanî pêktê.. Belê, hêvî pêktê bi keda hemiyan, nemaze bi yarmetiya nivîskaran.
    Ji ber vê yekê em bangê li nivîskarên xwe dikin ku mijaran ji me kêmnekin, belê hîn ziyadtir bikin, û bi taybetî di hijmara tê de (100) ya ku wek hijmarek taybet derdikeve.
    Li benda me bin, em li benda we ne, û her bimînin serkevtî , û her bimîne rojnameya me DENG, dengê azadiya gelê kurd.
Edîtora DENG

* Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya parta Azadî ya Kurd li Sûriyê – hejmar – 99

Jibo xwendina babetên hejmara 99an , li vir bitikîne

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…