dilekî xweşik kare baranê bîne

  Beşîr mele

ji bo çi perbelê xwe kuşt!?
di dema ku havînê germaya  xwe dipêça
cîh ji payizêre di hişt
hûrik hûrik tehtên sincirî
çengên xwe da diweşandin ji germê
serma û hilma zivistanê himbêz dikin

çivîka perbelekî, di van kêferatên suruştî de
li banî û gelyan digerya
kulîlk bi kulîlk
li rojdar û berberojkan di gerya
hêlîn di çavê rokê de di hûnand
Segvan rav û qefes di mejyê xwede vedan
li Bilbila ji çiyê zabû  di gerya
kîjan zinarê rok bi sipîdare didîtin
Perbelekê li wir bi tîrêja pêşîre nimêj dikir
ew sal zivistan dijwar bû
xwe zû noqî payizê kir
Perbelekê jî çav kilkirin
bi dîlanî ji eewrên vegirtî re, dilê hêlînê germ dikir
mexabin dema eewir daketin
nav zevyên gulistanan
payizxêran çêbikin
Qute marekî kor
ko ji ber pisîkên çolan filitîbû
xwe çengî Roxana Perbelekê kirî
ew roj Bilbilê bi xunavan destmêj girtibû
ew roj gula bi tenha sîwan jêre vegirtîbû
li Cûdî di nêrt  gemya jiyanê li kohê wî di dît
 bi fişîna Marê birçî re
Bilbila awaz şêrîn
 xwe di zinarê rokê de werkir
bi şîqîn û sirûda wêrer
dar û ber xemgîn bûn
ji wê bûyerê de … na bi wê şefeqê re
navê wî zinarî bûye Zinarê Perbelekê
her sal di payizan de, baz û kevok di civin
agiran tînin bîra marvedanan
gelo Perbelekê
bi mirina xwe baran li Sîpanekî nuh
ji çivîkan re anî  ?
her ez ciyekî bilind di bînim
ya kevokek sipî
gulek qurmizî
riwekî li ken ,Perbelkê tînin bîra minî givaştî
û… zikekî tilêr…
…kumekî qilêr
û berçavkên tarî,bê bextya Koremaran tê
bîra minî kuwîr
kela girî min ji dil dilerizîne
weke bedew û xweşikan bi agir dîlankirin
hinekan bi barûdêre, çavê sitranan sipehî neqişandin
wilo jî Perbelekê
di nav Keskesoran de li asoyî hêvyan
 bilind difîre
bi wê perwazê,
hestan di kişîne ber bi dûrya bê binîve
Bêrîtan:
 wê carekê di qentara wan çiyan de
ji dûrayan nêzayî  çêbibin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…