EY MIROVÊ ZILMKAR

Xizan Şîlan

tu bûyî
gurê devbixwîn û har
te berda laşê min jehra mar
ey mirovê desthilatdar
te em daleqandin
avêtin dar
diqefilim li zivistana sar
bi dengê qêrîn û hawar
bi navê xebatkar û cotkar
helbestvan û nivîskar
ez ê ji te re

kufuran bikim car bi car
ey mirovê xwînmij
mirovxwer û mêrkuj
li ber çavên te dûman û mij
ez tî û birçî mam
qet têr nebûm ji av û nan
li ba te rojekê nebûm mêvan
şa nebûm ji kêfan
dilê min dilekî bi kovan
bi dev û lêvan
bi dehol û zirne û defan
ez ê têrî xwe
ji te re bikim zêfan

ey mirovê wehşî!
li min meke çavreşî
û zikreşî
çima bombeyên kîmyewî
li ser serê min diweşî?
ez keç û bûka li ser kaniyan
gavanê li çol û baniyan
sergovendê li dîlanan
şivanê li zozanan
li ber şewqa find û çiran
li ser navê parsek û koçeran
ez ê ji te re bikim çêran

bi zimanê tembûr û hozanan
li ser axa pîroz ya mezinan
li ser navê feqîr û xizanan
belengaz û nezanan
ey mirovê pîs û virrek
te di ber xwe de berda fis û tirrek
di dilê min de daçikand tîrek
ji ber tade û lêdanên te
ez bûm çûkê perşikestî
dil bi birrîn û serşikestî
ey mirov
çima çavên te ewqas birçî
gezan mavêje min
ma tu hirç î?
ma tu lawê heramzade û pîç î?

li vî welatê biyanî
bi navê Ehmed Huseynî
bi zanîn û hêsanî
dê ez ê dîsa ji te re
kufuran bikim
ne weke însanî
tu yê ancax fam bikî
ji vî lîsanî

             2003-11-11
             Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...