Sê peykerên lal, bi pêjna evîna te peyivîn! (Helbest)

  Ezîz Xemcivîn

1

Çaxê ez û kevir bi hev re hatin çandin.
Baranekê em her du avdan.
Rokekê tihn dida me,
Kevirê bê kok di cihê xwe de ma.
Lê yê min,
demê, bi tundî rehên min birîn.
Ji lew ra her şepêlê
di babîsoka xwe de ez gêj kirim!
2
Ew bazên ko bi min re hêlîna xwe hûnandin.
Va çêlîkan bi firê dixînin.
Lê yê min,
hêj pênûsa min,
li dilekî spî û peleke qîz digere.

 3

Li Kaşkaşokê Mala Ermela*
min û te avjenî di tariya dilê taxê de dikir.
Me bi destê roka her du canan digirt.
Ta ko evîna ava li me hilat.
Ta ko bayê xeyidî,
sira xwe li pencera dilan dida.
Ta ko nermoka serê mêweyan,
meya evînê digufaşt.
Ta ko kilê hizrê,
li ser rêka çavan xêza xwe dikêşand.
Ta ko hênkaya avê xewn û xewn,
berê pevekê ji lêvan diguhaste lêvan.
Ta ko tilmê li ber paldeyan nermijî,
û cihoka “hisretê” bi ser kêlîkên nêçîrkirî ve diherikand.
Ax!… ax!
Ne viyana ko samanê bike!
Ne bihna ko pişikê aram bike!
Ne siya ko germa evînê lal bike!
Ne keleheke geşbînê, ko xwezîçirkekê sar bike!
Werdekên feraşîna dil,
di bin sîbera destên te de dilûsin.
Stêrên xewnên min
di razeyên evîna te de çirîskan didin.
Pênûsa min ji wê hingê ve bi hebûna xwe hest bû.
Li ser dara hestên hebûnê,
tevna hêlîna kenê min dest pê bû.
Dema tîrêjên nerînên te,
li ser deryaya bihna min tîrêj vedan.
Êdî tîpên roniya me beranber hev bûn.
Hêvî, navbera nêrgizîn bû,
peyapey em kirin vêsiha temen.
Dîsan li vî kaşkaşokî,
destê te ji wê dûriyê pêçeka bendewariya min dilorîne.
Çavên me,
dilan bi pêçiyên rokê tevdidin.
Keser û nihêniya peyvên me dûmanê didin.
Çendîn xalxalokên hevokan ji hêtûna dûriyê bêzar bibin.
çendîn basikên xweziyan
di ser gorepanên şewata dilan re bişewitin.
perperîkên helbestê bi pêjna evîna te difirin!
31.10.2008
Kaşkaşokê Mala Ermela: Ev kaşkaşok li taxa me berî 20-30 salî bi mêwe, şînkayî û coyên ava hênik gelekî navdar bû.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...