Dr. Zara Brahîm
Eger em bixwazin wan hestên kurdî di rêya wêjeyê re diyar bikin, me pêwîstî bi rewşenbîriyeke bilind heye li ser bingiha zimanekî zanistî-akadêmî bi şêweyek standard û yekgirtî, ta ku zimanê kurdî jî tevlî zimanên cîhanî bibê û wê nasnameya netewî diyar bike û rola rewşenbîriya kurdî jî di danasîn û ragiyandinê de navbera zimanên cîhanê de.
Lê gava em vegerin pirtûkxana zimanê kurdî, tê xuyakirin bê çiqas pêwîstî bi kar û xebateke zimanevanî divê, ta ku em karibin bi kêmanî li her parçekî bi şêweyek yekgirtî bixwênin û binivîsin û ev zimanê standard bê vedan li wan parçên din, ta ku rojek hebê bo zimanekî standard seranserî Kurdistanê.
Bi rastî xwendevanên ku berê xwe didin zimanê kurdî, dikevin nav gerînok û tevlîheviyekê bo bijartina wê şêweya rast û drust ji rêziman û rênivîsa bi kurdî. Her berhem bi şêweyekê dertê, nivîsandina gotina di frêzê de bi gelek rengan tê, her nivîskarek ligor rêçikek rêzimanî yan jî bê rêçik û ligor mêjiyê xwe dinivîsê, kesê ku bixwazê hînî ziman bibê di nav vê tevlîheviyê de winda dibê û li dawî lal derdikevê!!!!!!
Li vir pirsek xwe tênê zimên, gelo gava em nikaribin zimanekî kurdî yekgirtî peyde bikin bo kurdê sûrî, hingî em wê hêviya xewnên paşerojê bo zimanekî standard jî winda dikin.
Ev erkê han dimênê li ser pişta pisporên ziman û ew peyama rewşenbîrî ya kesê zimanzan, divê bi cî bibê û karibin xwedî li zimanê xwe derkevin.
Em Karin bêjin ku pirtûka mamoste Berzo Mehmûd ( Rênivîsa peyva kurdî ), vê rêya zimanevanî dişopînê û roniyeke zanistî di avêjê li ser gelek kêşe û astengiyên ziman, karekî cihê nirxandinê ye, çiku cara yekemîne piştî danîna rêzimanê kurdî ji aliyê zimanzanên mezin mîr Celadet Bedirxan û di pey wî re Qenatê kurdo û Reşîdê kurd, ku ev gaveke nû ye ber bi serrastkirina zimanê kurdî de pêk tê.
Ev pirtûk bi rêbazeke zanistî û li ser bingiheke rêzimanî druste, hewldana çareserkirinê bo giriftariyên zimanê kurdî dikê. Ew nivîsandina bêsînor û bê yasayên zimanevanî tu sûde nîne bo pêşxistina ziman, loma ev lêkolîna han dibe wek rêbazekî zimanevanî bo çi kesê guh didê zimanê kurdî, nemaze di warê bi kar anîna morfêman di rênivîsê de, pevekirin yan jî cudakirina morfêman di rênivîsa kurdî de, danîna zaraweyên kurdî ( têrminolojî).
Nivîsandina ji hev cuda di frêzê de, li hin ciya zehmetiyê dixê pêşiya
fêrbûna ziman de û ta radeyekê dûrî fonîtîk û dengsaziya zimanê kurdî
dikevê.
Rênivîsa peyva kurdî, hewldaneke xurte bo hesanîkirina zimanê kurdî, jiber ku li hemû welatên cîhanê pisporên ziman û fîlolog ber bi vî alî ve diçin û zimanê xwe hesanî û nû dikin li bingihek yekgirtii, ta ku karibin kirasê nûjeniyê li zimanê xwe bikin. Weke nimûne bo vê hesanîkirinê, nerînên pirtûkê li ser hin giriftariyên rênivîsê, weke nivîsîna kar û pakokan di ristê de, morfêma ( ê),morfêma (bi), nivîsîna daçekan û hwd. Bijartina peyva rast ji nav gelek şêweyên nivîsînê weke ( drust, siruşt, geyandin, westiyan, tijî, dixwê, dike, niha, alîkar, cor, nû, nerîn, cuda ).
Di vê mijarê de bingiha zimanekî yekgirtî tê danîn, nemaze ku gava ev kar bibê cihê lêkolînê û pirsê ji aliyê hemû zimanzanên kurd ve ku karibin komîteke zimanevanî li darxin û karekî hevbeş bikin.
Afrandina rewşenbîriyeke bilind ku karibê bi hesanî avjeniyê bike di
deriyayê zimanê kurdî de.
Bi rastî ev karekî zanistî bilinde û cihê spasiyêye û gereke zimanzanên kurd, eger bi rastî dilsozê zimanê xwe ne, îro roj berê xwe bidne vî karê hevbeş ta ku sûde bibê li zimanê kurdî û çêtire ji karê bi tenahî û dûr ketin ji wê peyama rewşenbîrî û erkên ku tên li ser wan. Pêwîstî bi zimanekî kurdî yekgirtî heye, loma divê karekî hevbeş peyda bibê ber bi vê armanca pîroz ve.
Li dawî ez dibêjim ku ev pirtûk cihekî xwey giring digrê diwarê zimanevanî de û divêt li ser bê rawestandin bi dilekî fereh û awirên parastina berjewendiyên netewî û xebata zimanevanî, ya ku îro ne kêmî wê xebata siyasiye.