Helbestin Yabanî

 (Hayko)
Wergerandin ji erebî: Ciwan Nebî

Ew bi rastî dewlemend e
ewê di sersalê de
karî be helbestine kin binivîse.

Gîto

Wilo û bi spasî
û weke ku li pirtûkeke pîroz binihêrim
li rojnameyê dinihêrim.

Bozon

Ez dixwazim li vir,
di bin gulê qurunfulan de serxwş bikevim,
li ser vî kevrî vehesim.

Paşo

Şev tarî ye,
Wilo jî mirov dikare dengê heyvê
di banga balindeyê şevê de bibihîze.
Onîtsora

Û em her du
hîna dijîn,
çawa bahoza payizê dibare?

Şîkî

Heyveke hilab û bi ronî
û şevê tevî
ez li der dora goltika xwe ya biçûk dizîvirim.

paşo
Diz bitenê
heyva minî delal
ji min re di pencerê de hişt.

Riyokan

Ger yekî destikek
ji heyvê re danî ba
wê bûba baweşîneke destan.

Sokan

Ew gula ji şax weşiyayî
û dîsa vegeriyayê de
ew pirpirîkek bû!

Morîtak

Di bin heyva bi ronî de
ez bi sîka xwe re
vedigerim malê.

Sûda

Bi rastî masiyên sipî
giyanê avê ne haaa!?

Rîzan

Bê zarok im
lewra û qena li heyvê binihêrim
ez vê payizê dideynim ser kabokên xwe.

Onîstora

Ax ez çendî ditirisim.
Piştî konsera lîstikên agir
ya mezin stêrikek ket.

Şîkî

Ta keske sor bixwe
raman dibe
ku dem heye.

Coso

Va ye hilmeke buharê,
nuha û ji pêvî ku ji derveyî gorê bijîm
ez ê çi bikim?

Siyayî

{berf di dema nexweşiyê de}
Caran û caran
min pirsî
berf gihişte kû?

Şîkî

ciwannebi@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…