Vistîvala sêzdan ya helbesta kurdî qediya

Zana xanê

Îro roja înê 24/10/2008 vistîvala helbesta kurdî li sûriyê qediya,cîgehê vistîvalê li bajarê qamişlo bû,beşdar ji pirrên bajarê kurdan li sûriyê amade bibûn, mixabin gelek helbestvanên bi nav û deng ne amade bûn, lê tevî wilo jî û tevî vê rewşa abûrî ya ne xweş jî ku bi ser serê miletê me da hatiye, tu dikare bêje ku vistîval derbas bû

 bi rastî tu pêşketina wilo berçav di warê naveroka helbestê de di vê vistîvalê de, ne hate xuya kirin, gelek helbestvanan helbestên xwey kevn dixwendin, û ji bo jiyana zehmetkêşan tu çare,wêneyên tenik ku hêviyê bide guhertinê di helbestan de ne hat xwendin, paqijkirina kêmasî û dijwariya siyasetmedaran di helbestan de ne hate diyar kirin, rewşeke bêzarî,tengijayî û reşayî li ser beşdaran xuya dibû,û di helbestên hin helbestvanan de dida der.
Xelatên vistîvalê:
1-xelatek rûmetiyê wek hercar giha helbestvanê kurd ehmedê şêx salih
2- xelatek li ser çaktirîn helbesta nûjen giha helbestvan dildarê aştî
3-xelatek li ser helbesta bi rist û bi şêwyê kevn giha helbestvan û nivîskar melevanê resûl.
Têbînên ku dihatin gotin li ser vistîvalê:
1-gerek di çîroka belavkirina xelatan de, devera kûbanê û efrînê li ber çavan bihata girtin,û di hejmara beşdarkirina wan de kêmasî hebû.
2- gereke komîta bi nerxkirin û rexnekirinê her carê ji vistîvalê bêye hilbijartin,yan jî berhemên helbestvanan bêye rê kirin ji rexnevanên xwedî tecrûbe re mîna rexnevanê kurd heyder umer ,ebdilmecîd şêxo, masûm nisêbînî,……….
3- gerek komîta amedekar di warê veguhestina beşdaran de bêtirî wilo bi erkê xwe rabûba.
Di dawî de û tevî van têbînan, em dikarin bêjin spas ji bo komîta amedekar û bi hêviya ku vistîvala sala bê ji wilo pêşdetir be û hinkî hejmara helbestvanên ku helbestên xwe dixwînin ji wilo kêmtir be,û ast û nirxên helbestan ji wilo bilindtir be,û dîsan spas ji bo komîta amedekar.  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

                                      

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…