Nanê Tenûrê

Abbas Abbas

Keça kurd bi çelengî pêşmalka xwe li destê xwe pêça û bi levek sivik piştî ku çavên xwe di nava tenûrê de li nanekî pejikvî gerand, destê xwe dirêjkir nanê rûgemirî, ji taqê sincirî rakir,  bi lez anî der û li ser cilika hevîr danî .

Şolava li ber destê xwe, ya di zerika bafûn de, bi ser tirafa sar de rijand û bi leze lezekê berê xwe da cêrê avê, yê li ser qamikê di hewşa wan de, zerik car dî ji ava paqij dagirt û nanê genimî û qemirandî carekê li hev tewand û yek carê di nav avê kir .
Hingî bi rûkî geş û devekî li ken, nan bi ber pismamê ciwan ve bir .
Qama dirêj hinkî tewand û her du mistên xwe bi ber pismama xwe ve birin, bi dilekî şad û aniyek xuhdayê, nanê ku jê re amadekir ji dest girt .
Jê dûr ket, çend pareyên sivik ji nanê germ û nimandî dan. Pêre jî bi kêfxweşî çend caran li pismama xwe zîvirî, li bejna zirav ya wek şitlek rihan bi çavên evîndar nêhêrt .
Dîtina Gulçîn û xwrina nanê germ yê ku bi destê wê û di tenûra wan de hatî çêkirin, ew di nav bihareke şêrîn û xweş ve bir, canê wî bi pêşverojê ve dilşad kir .
Li ber bergeha mala bavê Gulçîn, li ser bilind cehekî, ew jî di nav koma heval û hogiran de ma serpiya, û kêlî bi kêlî di qoziya çavan ve li bejna anşzdeh salî temaşe dikir .
Bejna zirav, cilika hevîr di teştê de rastkir û dest bi deranîna nanê xwe ji tenûrê kir . Nanê sêyem yan jî yên çaran bû ku hîn ji taqê tenûrê jêdikir, dengê teqêniya tifingekê kezeb lê qetand, pêre pêre ji tursa dengê tifingê nan ji destê wê pekî û li ser perengên sor ket .
çend carekî xwe daqulî nanê xwe kir, negihiştiyê, car dî xwe jê re amadekir, lê dengê nalêna ku ji nav koma ciwana hat guhên wê, ew zîc rakir .
Ji dûr ve, nanê xwe di nav destê kurmamê ku li di nav destê xortan de xumehayê bû dît !….Qîrî…. Bi qîra xwe re, ew jî xumeha bi ser devê tenûrê de , bi wê xumhandinê re, paçê di destê wê de, ber bijêrî tenûrê bû û bêhnekê heya agir lê gur bû û bi jor ket, çarîkê heya girt çekên naylon û bi bedena wê ket .
Di kêlîka ku pismamê ciwan di nav xwînê de di gevizî, dotmam jî bijna zirav bi agirê tenûrê di qijlî .
Piştî çend rojan, di dawiya rûpelkî ku ji qereqola polîsên tirko hatî der de, ev li ser hatibû nivîsandin ( Fael Mechûl)  Bi destê nenasekî hate kuştin !…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…