Xalis Msewer
(Can Malîno) û (Gowêl Tamîn) herdû wêjevan di pirtûka xwey hevbeş de, helbesta nûjen weha di din nasîn û dibêjin:(Helbest pirektîka(تطبيق) organîzeke kêşî û ritimî, li ser organîzeke langwistîkiye).

Lewre tê gotin jî, ku pêşketina helbesta nûjen, dikevê ser milê rexnevan û helbestvanan de. Di vê babetê de rexnevan û helbestvanê Ingilîz(T.S.Ilyot) dibêjê û di helbesta nûjen de jî xweş tê xuyakirin: Ku rexnevanên nûjeniyê, nûjeniya helbestê di van hawan de dibînin.
1- Ji aliyên nerîn û dîtinên mirov – efsane – mozîk û wêne. Ango di warê efsanê de, divabe helbestvan helbesta xwe bi efsanên miletê xwe zengîn bike, û ji bo bûyerên îro wan wezîfedar bikê. Di warê mozîkê de jî helbestvanê nûjenyê herdem kêş û qafiya helbesta xwe bi helbestiyek(شعرية الإنكسار) şkestî avadikê. Lê wêneyên hunerî jî dibin stûna helbesta nûjen de, nerînên û xweyîtiya helbestvan di warê diyardeyaên civakî û xuristî de didin xuyakirin. (Edonîs) helbestvanê Ereb giran bûna xwe di helbesta nûjen de, bera ser nerîna helbestvan di dê, ango ew naveroka helbestê bêhtir bala wî dikşînê, lê pirên rexnesazan vî tiştî rast û dirust nabînin û dibêjin: Şêwe û naverok bi hev re dirustin û bi şûrekî di kevin, bêgşman ev nerîna mine jî. Û hin jî dibêjin: Nependî û tarîbûna wateyên helbestî ji ber nerîn û dîtinên helbestvan çêdibin, û dîsanê ez jî vêna rastir û durist dibînim
Tê gotin jî: Ku ji alyê xwenasîna îstîtîkê de(الوعي الجمالي), berya Kurda, helbesta Erebî li Sûriyî û li Iraqê jî dest pêkiriye, û ji wira şopa wê li ser helbestvanên me yên Kurd hatiye xuyakirn. Weha jî nûjeniya Helbesta Kurdî dest pêkiriye. Xwenasîna Îstîtîkî ewe, ku rewşa diyardeyên berçav û pesnên wan yên (hissî), û şopa wê liser diyardeyên xuristî, û can û giyanê mirov xuya bikê. Lê bêgûman helbestvanên kurd nemaze li beşê Sûryê, hin karizmên sirûda nûjen ku yek jê bi sirûda rûbend (القناع) em karin binav bikin, hê ji xwe re berçav ne dîtine, û di helbestên wan de, kêm têne bi karanîn, ku ew jî ji kêm xwendina helbest û rexneyê tên, û bi tiştên nû re xwe baş agahdar ne kirine.
2- Sirûda rûbend(القناع): Di sirûda helbetvanê Iraqî (Aseyyab) de, ya bi navê: Mesîh piştî xaçkirinê(المسيح بعد الصلب) em karin nimûne bibînin ku weha dibêjê:
Mirim, ji bo nan bi navê min bê xwearin, ji bo min bi mûsim re biçînin
Çend jiyanan ezê bijîm: Di her Goncalekê de
Bûme nifşek ji xelkê, di her dilekî de xwîna min heye
Dilopek yan hin ji dilopê.
Bêgûman Seyyab ew li ser zimanê Isa Pêxemberî bi cênavê diwem di peyive, û weha rûbenda Mesîh Pêxemberî li rûwê xwe dipêçe, û êş û derdên xwey demikî di bin re derdixe, û mîna Mesîh nameya xwe di dinê de, bi dawî dike û xwe dixe dilê wan kesên ku helbesta wî dixwînin.
3- Rengê diramatîk, di helbesta nûjen de
Helbestvanê Ereb Ebdella- Ebbas di sirûda xwe ya bi nanîşana (Evîn) dibêjê:
Kiye ewê mîna min hez ji destgirya xwe dike..
Bila têkevê dilê min, û binêre..
Mirin, ew mirine, û jiyan ew jiyane
Felek, her (24 se””””etan……………….))
Li dora xwe digere.
Di virada helbestvan karîbû du çûkan bi kevirekî bikuje.
– Yekem: Tê xuyakirin, ku helbestvan sirûda xwe, di rengê çîrokê de hûnandiye, û hevpeyvînekê bi xwênerê xwe re lidardixe, û çîroka evîna xwe û yara xwe, bi vî hawê diramî û şanogerî ji mere di de nîşan û diyar dike.
– Duwem: Şanogiriyeke rewan û bi hest û hesan, di virada tê bikaranîn. Û helbestvan temaşevanê xwe bi hestên dilê xwe agahdar dike, û felekê dide ber dorbîna şanogirya xwey helbestî û dema xwe baş tekûz bike.
3- Yekîtiya sirûdê. Di warê helbesta diramî de çêdibe, ku helbestvan dû kêşan di yek sirûdê de pêktîne, ji bo ku hevdijahiyeke nefsî di nav dû tevgera de pêk bînê, mîna
Babeta vê helbesta Bedir şakir- El-Seyyab ya bi navnîşana (Qedeh û Xwen) ku dibêje:

Ez hê û qedeha min di destê min dey
Ey şevê, bi kude vexwarin belabû
Hê, wê vedixum û vedixum
Ta asoya teya fereh libabû
Rojhilat dinav mijê de hate vegizgizandin
Nema xuyaye lê ka roniya te ey rojava
Çima sitêr, ji acizbûn dinav
şewqa xwede, binavbûne û kirî tîrêj jî
Ez hê û qedeha min di destê min dey
Ey şevê, bi kude vexwarin belabû
4- Teyopa hunerî, vê diyarda helbestî teqleke mezin da helbesta nûjen û helbestvan ji zindana kesayetiya xwe û ezîtiya xwe derêxist nava civakê, û nerîna ezîtiyê cihê xwe di nav civakê de girt û ezîtî û civak bi hev re hatin hûnandin, ango helbestvanê nûjen dilsoziya xwe bi ser civakê de çêkir.
Di avakirina sirûdên nûjen de diramiyet û hevpeyvîn(الحوار) ji hokarên serekanene, gelek caran ev sirûd dirêj têne rêstin, lê ew jî ne merce ku sirûdên diramî herdem dirêj be, ev helbest kin jî têne ristin, lê merca diramî ewe ku binyata sirûdê diramî be, dîsanê sirûda diramî binyata wê bi hevve tê hûnandin û mirov nikare malikekê yan j”””” rêzekê ji yadin cuda bike bêyî ku sirûd ji hev bikeve, û weha wêneyên sirûdê bi hevevekirîne,û dengê xurûtiyê ji wan tê, û ne bese wilo jî lê hesta mirov radkin ser xwe, û tev dixurcilîne, mîna vê helbesta helbestvanê Misrî, (Ehmed Ebdul Muhtî El Hicazî) ku dibêjê:
Te ez ji rê birim
Ey ruwê supehî
Û te kirê neda min
Ne desmala bûkanî
Û ne jî kêva endamên laşê min
Porê min kon bû
Navka min tas bû
Û herdû çîmê min
Misînê dew û iraqê bûn
Û wan ez serjêkirim
Ah xizmên min ez serjêkirim
Kefen ji min re pêşkêş ne bû
Ey ruwê sipehî.
Porê min
Herdû pêsîrê min
Û kelexê min
ritman vedigizgizandin
Ved…..
5- Kiştî jî – mîna me goti bû – di helbesta nûjen de cihekî xwey taybetmendî digire, hertişt weha di nûjenyê de dibe yek û bi hevve tê girêdan, û her diyardeyek bi ya dinve tê girêdan, lê di warê hest û hewes(العاطفة) û mejî û wêne û di warê hunerî de,helbesta nûjen dest bi afirandina nû dike, berovajî helbesta kilasîk ku xwe bi lasayê(تقليدي) di de nîşan û xwe pê rengîn dike. Helbesrvanê nûjen ji ber wilo li ser ezmûna xwe ya helbestî(poetry of experience) أو تجربته الشعرية diraweste, û hestên xwe derdixe wê holê.
Ji ber wilo em karin bêjin: Ku helbesta nûjen xweyîtiya xwe derbas dike nav sirûdê, û şaxên xwe berra nav civakê di de, yan jî xwe û bûyeran tev lihev dike.
6- Û di warê istîtîkê de jî helbestvan istîtîkê bi xwe nirx dike, ew jî nirxeke bi diyardeyên kelepûrî ve tê hûnandin (التماهي مع التراث الموضوعي), lê nirx di helbesta kilasîk de hestên mirovin, lê helbesta nûjen hest û arazî dike yek, û her wêneyeke hunerî gelek nirxan di xwe de pêktîne mîna ku (Mehmûd Derwîş) dibêjê: (Hesp di ser çûkan re çûn, lê me yasemîn afirandin) مشت الخيول على العصافيرفابتكرنا الياسمين.
Di vî wêneyê ha de, hissî û arazî tevlihev dibin, hissî di firêza -hesp di ser çûkan re çûn- de pêktê, û arazî jî di firêza- me yasemîn afirandin – de pêktê, çimkî mirov nikare yasemînan bi afirîne yasemîn têne çandinî. Lê evna ji berxwedan û raperîna miletê Filestînê re semboleke sipehî tê jimartin.
7- dawî em dibêjin: Sîk û nependî di helbesta nû jen de pêwiste, ku ew jî ji xweyîtî û rewşenbîrya helbestvan dertê, weke ku helbestvanê Kurd Ehmed- Al- Hûseynî dibêje:
Wexta ko
rengê axa min
bi alî te de diherikî,
raperîna xwîna te haş dibû,
Ko ava dengê min
bi ser birîna te de dirijiya,
zimanê te li hev digeriya,
qubletnameya te şaş dima.
te ez û xwe
ji hev
cuda nedikirin.
Lê helbestvanê nûjen nependiyê ji qesid ve di afirîne, û xwênerê xwe dixe helawela û srgêjya de, mîna vê sirûda helbestvanê Sûrî (Fayiz Xeddûr) ku dubêje:
Kevza şîn bi mijank kir, û ta nuha
Pêde, pêde çû lingên lehyê
Li bendeyî porê reş, di çixata berê sibehê, ya vemirî
Û bexçê bî dara dil şikestî
Li bin perdeyên tabûta ser av
Weha em dinêrin ku nependeya sirûda El-Hûseynî bi mejî û ramanê re elaqeder dibe, lê nependiya sirûda El- Xedûr, ji xeyaleke binfilitî û tevlihev bûna peyvan bi rengekî bê tedbîr tê û xwênerê xwe aciz dike.
8- Helbesta sembol ew rengê huner ji bo hunerê (الفن للفن) di de xuyakirin, yan jî istîtîka mîtafîzîkî(مثالي) û dûrbûna ji riyalîzmê derdixe wê holê. Lê ji ber dûrbûna ji riyalîzma burciwazî re, kesên alîgirê sembolê ji Ewrupan navê xwe kirin kesên ketî û şikestî û pîs(المنحطون) ango ewên ku dûrî riyalîzma burciwazîne, ji ber wilo sembol di warê civakê de bi istîtîk tê naskirin, lê helbestvanê Kurd giran bûna xwe bera ser warê lehengî (HEROIC) daye, ango wan helbesta xwe li ser warê netewî û civakî avakirine, û têkoşîna bi dijmin û kedxwaran re avakirin. Lê nayê wê manê ku tikistên wan yên hunerî ji diyardeya sembolê fêdenekirine. Lê ka em binêrin bê sembola hunerî(Artistic seymbol) çiye?. Sembola hunerî ewe ku wêneyê tişt bi bal tiştkî din ve tê guhertin, û ev sembol hêzeke xwey ne yekser (إيحائية) heye, û her sembolek bêyî vê (Ihaê) vedigerê warê valabûnê û bê wateyî, ji ber ku nerasterast(îhae) ne di rengê gotineke zanstiyê de tê, lê ew ezmûneke istîtîkî di dê xuya kirin, û sembol diva be di siyaq(rêzê) de were bi cihkirin, ji ber ku ew di siyaq de newê wê çaxê dibe mîna gotinin zanînê ji hestên helbestvan bi dûr dikeve, ji ber wilo sembolên sofîtiyê zanistîne mîna hezkirinê, lê yên hunerî ji ezmûneke istîtîkî dertên.
9- Di warê helbesta xweyitî(الذاتي) de, helbestvanê mexribî (Îsawî Mihemed Elmurcanî), tengasî û dilsarîke nexweş derdixe wê navê, xweyîtiya xwe di vê sirîda xwey bi navê (mizkefta evînê) di dîwana (qêrînek di şeva rovyan de) weha di de xuyakirin û dibêje:
((Bilûra min xwaringeha birçiyane
û mozîkên awaza min, bêkar têrkirine
û rêzên strana min kesên wendayî tîne ser rê
(……………..)
belê min bihêle ji kulên minî kur re
ez bi dilzarn re dijîm, hê bi dilzarî)).
10- Helbesta nûjen jî Îdyolociyetê mîna bîber û beybûnê biser wateyên helbest xwe dadike, lê gereke helbest ne bi temametî bibe Îdyolociyet be, gava sirûd hemû têkeve warê Îdyolociyetê de, wê çaxê bê havil dimîne, û dibe mîna discourseke(خطاب) siyasî, ne zêde. Evna jî dû lehengê wê hene – lehengê di nav bûyerê de (المنتمي)- û yê dûrî bûyeran(اللامنتمي) nimûne ji vî tiştî re sirûda helbestvanê Sûdanî (Mihemed Elfeytûriye) ku di warê lehengê di nav bûyerê de weha dibêje:
Erd Qîzbû
Hê sibeh nevêketibû…
Bila rûwê tê bi spehîbûnê bimîne vêketî
Herdem bimîne bi spehîbûnê vêketî
Vêkeve mîna wê, ey qereçiyê stranvan
Aş valane…
Û bablîzok di zikê qûmê de veşirtîne
Û mirov
Bi gulyên xweve daliqandîne
Û sumbil bi bîrkirinê û dilsaryê giranbûne
Û ez di te de sumbilim. Min bîne bîra xwe!
*
Evîna te li ser riwê min neqişandî
Bêhna xweş di devê min de
Û xwen di çavên min de
Ji ber wilo, dema wan ez dîtim
Em bi hev re dîtin.
Weha hinek ji hokar û karizmên helbesta nûjen me dane xuyakirin, dibe ku helbestvanê me yên Kurd hinekî jê fêde bikin, û ji ber kêm bûna jêderên Kurdî di vê babetê de û ji ber ku helbestvanên Kurd hin teknîkên helbesta nûjen mîna sirûda rûbend û mîtolocî…hwd.. kêm bikartînin , me gelek mînakên xwe ji helbesta Erebî ya wergerandî anîne, ku ew jî xurû wergêra minin, û ji hemû helbestvan û xwêneran re silav û rêz.