Bêgûman wek her tiştekî siyaset jî xwedî hinek taybetmediyane. Mûmkine siyaset li gora welatê têde tê kirin û li gora şeklê civatê bête gûhertin. Bingehek jî yê siyasetê ewe ku mirov xebatê bike da millet li dora bîr û baweriyên xwe kom bike, da ku bigihe armancên xwe. Lê hinek pîvan hene ku di cîhanê hemiyê de wek hevin.Yanî wek her tiştekî prensîpên siyasî jî yên cîhanî hene. Yek ji van jî kesayetiye. Kesayetî (Şexsiyet) di jiyana insanan de gelek giring e.
Dema mirov behsa kesayetiya insanan di siyasetê de bike, pêwîste her kes ji xwe û pêve destpê bike. Mirov eger siyasetmedarek be divê bikaribe car caran muhaseba kesayetiya xwe bike. Gelo ka kesayetiya mirov çiqas bûye sedemên tiştên baş yan yên xirab. Lê mixabin mirov her demî pêwistiyekê dibîne ku xwe biparêze. Yan jî dema mirov rexneyeke bike hewl dide ku xwe jê dûr bike û behsa kesên din bike. Îro rewşa siyaseta li Bakûrê Kurdistanê dema bête nirxandin û sedemên ne serkeftinê bêne diyarkirin, heta lêkolînek zanistî li ser rewşa tevgera Kurd li Bakûr bête kirin, bawer dikim ku ji seda 50/60 sedemên xirabiya di partî û rêxistinên siyasî de ji kesayetiya insanan tê pêş.
Wekî her insanekî divê mirov kesayetiya xwe ji rewşa xwe bistine. Gelo di civatekî de mirov çiye? Îhtîbara mirov heye yan tuneye? mirov derewa dike yan ne? mirov di civata xwe de xwedî qedrekiye yan ne û bi vî awayî gelek pirs dikarin bêne rêzkirin. Dema bersiva van pirsan bêne dayîn gelek tişt ji bo kesekî têne zelal kirin. Eger insanek di civatê de ne xwedî tiştekî be, ne xwedî nirxekî bê û di civatêde tu îhtîbara wî tûnebê, dema dibe endamê rêxistinekî û dibe xwedî sifateki rêxistinî û desthilat dikeve destê wî/wê de, kesayetiya xwe hemûyê ji wê sifata xwe ya rêxistinî û ji desthilata xwe di nava rêxistinê de distîne. Mixabin piraniya caran ev yek welêye. Mûmkine tiştek tehl be lê piraniya me vê yekê dizanin. Heta gelek caran mirov ji qedrê sifatê wan yên rêxistinî digre û bê hemdê xwe jî be alîkariya xeletiyekî dike. Vêca mirov di nav civatekî de ne xwedî kesayetî be û keseyatiya xwe ji sifatên siyasî bistîne rewşa rêxistinên Kurdan jî û siyaseta ku rêve dibin dê ev be.
Her wiha dema mirov behsa van tiştên xirab dike, nayê wê manê ku tiştên erênî tunene. Gelek insan hene ku bi xwe di nav civatê de xwedi kesayeteke bilindin, xwedî îhtîbarin dema dikevin di nava siyasetê de û di nav rêxistinekî de cih distînin baweriyekî didin derdora xwe û gelek caran ew siyaset bi kesayetiya wan jî te naskirin. Yani ew keseyetiya xwe ne ji sifatên siyasî û rêxistinî digrin, ew bi kesayetiya xwe rengek din didin siyasetê û dibin cihê baweriya civata xwe jî.
Gelek caran mirov difikire, gelo ew kesên kesayetiya xwe ji sifatên xwe yên siyasî û rêxistinî digrin eger ne di nav rêxistinekî de bûna wê rewşa wan di civatê de çawa bûya? Eger mirov bersiva vê pirsê vekirî bide di gelek awayan de rastiyek ya birîna tevgera Kurd derdikeve holê.
Piştî 12 Îlonê 1980-ê dema endamên partî û rêxistinên Bakûrê Kurdistanê derketin derveyê Bakûr, piraniya wan li Surî bi cîh bûn û li vê derê hewldan karên xwe yên siyasî berdewam bikin. Bi avayeke din gelek caran mirov dikare bibêje siyaseta Kurdên Bakûr vê pêvajoyê de ji nû ve şiklê xwe yê siyasî stand. Vê konaxa ku li Surî derbas bûyî giringiya kesayetiya mirovên siyasî derket holê. Pêwendiyên di herêmê de hatin danîn û rêvebirin, şiklê xwe û naveroka xwe ji kesayetiya siyasetmedaran digirt. Gelek caran di sohbetên di nav xwe de dihate gotin ku ”xwezî kesayetek feodal siyasetmedarên Kurdên Bakûr re hebûya, belkî em nediketin vê rewşê de”
Ji ber vê yekê me teva bi hevre dît ku kesayetî çiqas roleke girîng rêvebirina peywendiyên siyasêtê de dilîze.
Berê dema kesek bixwesta bibe endamê partiyek siyasî li gora rêbazê diviya di nav civata xwe de xwedî îhtîbar be, hûrmeta wî di nav gel de hebe, tu dizî yan jî tawaneke rû reşî nekiribe, di nav civatê de gotina wî derbas bibe û jê bête hejêkirin. Bê gûman dema ev pîvan hebin insanên bi xwedî kesayet dibîne endamên partiyekî. Ew kes di nav civatê de bi tiliyan dihatin naskirin. Lê dema partî gelek çêbûn û ji bo kom kirina endaman ketin di nav pevçûnekî de êdî rêxistina ji bo yekî bikin endamên xwe gûh nedan tû pîvanan. Heta her kesekî parastina xirabiyên insanên bê îhtîbar kirin. Vê yekê asta tevgera Kurd nizim kir û bû sedemên sedan nexweşî û pirsgirêkan di nav rêxistina de.
Gelo di vî prosesa siyasî de mirov van tiştan gengeşe neke û cardin ji bo kesan hinek pîvanên insanî, ehlaqî daneyne mûmkine mirov bikaribe rêxistinek ku bikaribe bibe bersiva tevgera Kurd li Bakûrê Kurdistanê peyda bike? Wek her tiştekî divê her kesek careke din baş bifikire da çewtiyên ku hatine kirin careke din newin dubare kirin.
hemde