ZIMAN Û XWEZA

  MELEVAN RESÛL

Zimanzan û civaknasên saykolojiya mirovan di şopînin , di lêkolînên xwe de gihane bawerî û rastiya derçûn û pêvajoya pêşkeftina zimanan di temenê jiyana mirovan de û stûnên sereke û bingeh ji vê rastiyê re li qelen dane , her zamanzanek di goşekî re rewşa pêşveçûna ziman şirove û analîze kiriye jî , lê sûd ji hemû nêrînan tê dîtin û me dighînin qûnaxên dirist û hişmend di vê derbirînê de , ew jî naskirina xalên hevgirtî û hevbeş ji encama ked û westana lêkolînvanên jiyê xwe di ber de terxankirîn .
Înan û bawerya bi mere peyde dibe , pêşî  girêdana di hevde hûnayî navbera ziman û xwezayê de dertê pêş , û di şûn de girêdana ziman bi jiyana mirovan ve belû dibe , hemû jî bi yasayên xweristê ve girêdayî ne , em dikarin beramberiyê têxin navbera herdu xalan di hejmarek mînakên rojane de û li ber çav .
Mademkî mirov di nava xwezayê de dijî , pêdivî ye bandora wan li ser hev hebe , ango mirov jiyana xwe li gorey sîstema ezmûnê dipîve û xwe li ber çê dike da karibe têkilhev di nava wê de berdewam be , hemî alavan li gor karîna xwe û hêza bi dest wî ve were diêxe bin hîkariya xwe de û heta ji destan were xwe dike seredarê rûdanên xweristî , ji wê hewldanê dertê pêş ku çiqas mirov çalak e û hêza wî xurte , ango yasa gerdûnî xistiye bin kontrola xwe , û heger nikaribe , bi sîstema wê re hevcot bi rêketiye , lê wî ji encama peywendî û têkilyên bazirganî û dan û standina bi mijarên perwerdeyî , bi taybet di kenala olî re kariye bandorê li hev bikin û di nava rûdanên xwezayî de bi ked û emek bin .
Mebesta min ya sereke ewe ku hewldana mirovan herdemî ji bonî naskirina jiyanê heye û sûde ji hemî rûdanan kiriye , zîrekiya mirovan di encamê de heta bi qûnaxekî berhemdar bû , ji lew hişmendiya mirovan ya pêşîn ji xwezayê hatiye wergirtin , her wekî di efsanên dîrokî de xuya dibe ka çiqas hêvî û daxwazên mirovan ji bonî naskirina veşar û nependiyên jiyanê hene , hin bi hin bi ser ve bûne û tişta pê nekarî her demî jêre bûye cihê metirsîn û zirzbûnê .
Lê xala herî giring di berdewamiya xebata mirovan li hember xwezayî ewe ku xwezayê bixe bin destê xwe . vêca heger xweza dewlemend û bi têr dar û ber be , pêtivîye ku mirov ji xwere li gotinên renga reng wekî rengîniya xwezayê , zimanek bi têra kel û pelên di nava xweristê de bi afirîne û hevokên xwe sererast bike û her dem gotin û bêjeyên nû tevlî ferhenga zimanê xwe bike , çimkî ew herdemî rûbirû bi gelek organên renga reng re têkildar dibe , di encamê de wê zimanek gur û geş derkeve pêş û sawîra mirovan ferhtir bibe , mînak jî di pirbûna zaravên kurdî de nîşanên erênî ne û li gor derbirrînên zanyaranin , berevajî mantelîta kevirpenîrî ya ku hişê mirovan ber bi çewtiyê ve dibe , mîna ku kesên bi nijada xwe Ereb dema dibêjin ku : ziman ji yê Ereban pîroztir û dewlemendtir tuneye , heger gotina wan rast be ? dêmekî zimanzan û pisokologên cîhanî şaşin di ramanê xwe de .
Ev şaşî di du astan de tê rexnekirin , yek jê , xwezaya welatê Ereban ne têr berhem e û ji bilî Deveh , qom û pezî û peşkek ava şor li welatê wan tuneye , ew nikarin li ser mişêna avê û xuşxuşa daran gotinan derxînin , ya duya xweza jî ne ew qasî bi xêr û bêr e heta sermaye pêş bikeve û bazirganî geş bibe .
Ev jî wekî bangekî ye ji bo nivîskarên kurd yên bi zimanekî din ji bilî zimanê kurdî dinivîsin da ku bi ser hişê xweve werin û nirxê peyva kurdî nasbikin û lê xwedî derkevin , bi hinek westan her nivîskarê kurd dikare alavên nivîsandinê bi dest xwe xîne , ji hêla din ve gerek her yek di hendama xede berevaniyê ji parastina zimanê kurdî re bike , çimkî ew ne qenciye bi miletê xwe dikin , lê ew karek sincîye berya bibe karek netewî .
 Melevanresul@hotmail.com

   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...