Koçka rojavayî Kurdistan
( têkiliya di navbera rewşenbîr û tevgera kurdî de ) mijara danûstandinê bû di koçka Rojavayî Kurdistan de roja 16/7/2006 bi siyastmedar û nivîskarê kurd Ebulrehman Alucî re. Danûstandin bi vî hawî biberve çû :Pirsa ko tê kirin û em Karin li ber rawestin eve : ta kengî dê tevger ji van kesên xêrnexwaz û qirêj xelasbibe û kesên dilsoz û paqij ê dûrî tevgerê bimînin , û bisedan ji wan endadmên delal û heja vegerin ware kar û xebatê di tevgera xwe de ê ko li malên xwe mane , û ji ber karê evan kesên qirêj xwe dane alî ?
Ev pirs xurtir dibe dema ko rewşenbîrên kurd dûrketinê ji xwe re bikin kar û rê vekin ji van kêmasiyên tevgerê ko bibin girêk û kwînêr û laş biaxive roj bi roj da ko nema çareserî bimîne , lê têkiliya dinavbera rewşenbîran û tevgerê de dê çêtir bibe çaxa em sedemên cudabûnê çareser bikin û tevger xwe bêtir nêzî kesên paqij û hêja û zane bike – ji rêziman zana , nojdaran , konevanan , dîroknasan ….td – da ko ew bi alîkariya evan mejiyên hêja xwe rake û dengê xwe bêtir bighîne cîhanê û kêşeya kurdî bighîne qonaxeke pêşveçûyî , û gerek têkilî li ser bingehin xurt rabe û encama evê têkiliyê serkeftina kêşeyê be berî her tiştî .
di evê dîdarê de gelek kesan beşdarî kirin , ji rewşenbîran û endamên tevgerê , û didanû standin geş dibû bi sênga fireh ji rexna re , di encam de hate xuya kirin ko tevger û rewşenbîrên kurd dikarin li hev guhdar bikin bi rengekî nûjen û şaristanî ,tev ko carna rexin ji ware xwe derdiket û diket warê kîn û êrîşê de ew jî kêm bûn beranberî rexnên zelalî bi sûde , ên ko mirov karibe sedemên dûrketinê tê de nas bikin û diyar bikin.
Ev dan û standin û ronî kirin demeke baş stand û daweriyin xweş ava kirin di warê yekitiya tevgerê , û tiştên erênî têde , û bi taybetî yekitiya partiyên nêzî hev di warê raman û baweriyan de , ev partiyên rabûrî yên ko bûne sedemeke serekî ji dûrketina zane û rewşenbîran û dilsazan û endamên hêja , û valayî û kêmayî di tevgerê de li dû xwe hiştin , û derfet dan gelek kesên nehêja û keysperest û revoke û tirsonek , ew kes ji rewşenbîrên ko karê wan rexne ji bo rexnê ne jibo ava kirinê , û êrîşan dikin ta ko kêmasiyên xwe veşêrin û tevgerê bi êşînin û alîkar bin bi dijmin re û çav reşîkê têxin nav millet û tevgera wî de .
Di dumahiyê de bi dilsozî û kêf xweşî ev mijar hate qedandin û bû bingeheke ji mijarin dîtir re , ko têkeve warê avahiya tevgerê û nêzîkayiya di navbera wê û rewşenbîr û hunermend û zanayên li rojavayên kurdistanê û hersî parçeyên dîtir de jî .
Hêjayî gotinê ye kû Koçka Rojavayî Kurdistan ji layê hunermend Şevger û bi alîkariya gelek xortên hêja wek (admîn), tê birêvebirin.

Şîrove (0)