Masî, xortekî binxetî ye ku mîna şaxekî şikestî ji dara malbata xwe tê xistin û bi kûçikê xwe re dijî. Marê li malê jî çavdêriya wî dike. Awireke dijwar ji keçikeke serxetî ku bi mêvandarî tê binxetê, jiyana wî serobinoyî hev dike. Ev evîna ku sînor wê perçe dike qedera Masî bi temamî dizîvirîne aliyekî din. Name ya keçikê ji çiyayê Gabarê jê re tê, ew jî dide pey şopa evîna xwe û bi masiyên din re dikeve nav behra şerekî giran de. Şer bi salan dirêj dike, qurbanî jî rojane têne dan. Li şûna ku Masî li çiyê li yara xwe rast bê, li tîbûnekê rast tê. Di wê navê re bûyer tevlihev dibin, qederên kesên romanê li hevdu dizîvirin. Evîn kûrtir, şer girantir dibe, wisa jî şikestin û hêvî tên hemberî hev.
Di romanê de mar û evîn cêwî ne. Mar li benda vegera Masî pîr dibe, kûçik hêviya xwe winda dike û derbider dibe. Şahidên ku jînanîgariya wî dişopînin nivişt e, şûtik e, pirtûk e, kûçike, mar e, pênûs e û deriyê hesinî yê mala wî ye. Ev tişt hemû çavdêriyên xwe dibêjin. Wisa jî her tiştek bi vebêjiya xwe stûneke avahiya romanê bilind dike, pê re jî qedera Masî yê birîndar ber bi mij û dûmanê de diçe.
Roman xirecira sîh salî ya welatê kurdan li her du aliyên sînor li ber çavan radixîne. Herwisa darên xewn û hêviyên şikestî yên nifşekî di riya tîbûna masiyên romanê re, têne avdan.
Ev roman pirtûka Helîm Yûsiv ya heftan e, piştî Sobarto û tirsa bê diran, ev romana nivîskêr ya sêyem e.
Berhemên Helîm Yûsiv yên ku heta niha hatine çapkirin ev in:
1- Mêrê avis -çîrok-1991
2- Jinên qatên bilind- çîrok-1995
3- Mirî ranazin- çîrok- 1996
4- Sobarto- roman- 1999
5- Memê bê Zîn -çîrok- 2003
6- Tirsa bê diran -roman- 2006
7- Gava ku masî tî dibin- roman-2008
Hûn dikarin agahiyên berfirehtir li ser nivîskar û berhemên wî li vir bixwînin: www.helimyusiv.com