Mûsa Anter (1918-1992)

  Konê Reş

   Rojnamevan û nivîskarê bê westan barhilgirê derd û kulê gelê Kurd, şoreşgerê ku li dijî dijmin bi pênûs û xamê disekinî, şêxê nivîskarên Kurd, apê me Mûsa Anter: Şêxo, Şeyhmus Almas, hate kuştin bi destê dijminê gelê Kurd, di şeva(20-21/9/1992)an de, di bajarê Diyarbekir  de, li taxa (Seyran Tepe).
   Helbet rola pênûsa bihiştî ne kêmî rola tivinga şoreşgerên serê çiya bû, ji ber ku camêr bi pênûsa xwe li rex şoreşgeran di sekinî û şerê dijminê gelê Kurd dikir, lê xuyaye ku ew mêraniya pir bi dijmin re tune bû, ku xwe li ber tîrên pênûsa wî bigrin, vêca bi bêbextî ew dane ber çend gulleyên sor da ku hew bibêje:
 (Divê em Kurd li benda xelkê nemînin kes lawê bavê me tune, dive em xwe derxin rûyê dinyayê..)/1/.
   Di (22 Sibatê de 1992), dadgeha ewlekariya Tirkî li pey hev sê dadgeh(mehkeme) ji mamoste Mûsa Anter re danîn û bi sê nîqan(gunehan) bar lê kirin:
-Yek jê jêre gotin: Çima di sala çûyî de,1991, dema hilbijartinan tu li çend bajarên rojhilatê(Kurdistanê) geriyaye, û tu li ser daxwazêên gelê Kurd axiviye?!!.
-Ya dudiyan, jêre gotin: Çima te gotarek di rojnameya(Yeni Ulke) de nivîsandîye li ser êş, derd û nexweşiyên (Rojhilatê:Kurdistanê)..?!!.
-Ya sisyan, ew dan bersivdan li ser pirtûka ku wî nivîsî bû bi Tirkî, bi nave Bîranînên min, hingê wî ev pirtûk li Stanbolê çap û belav kiribû di sala 1990 î de, li ser vê pirtûkê Apê Mûsa ev bersiv li dadgehvan vegerand û got:
(..Hakimo!  salê li Tirkî bi hezaran kitêb derdikevin giş bi Tirkîne, û Kemalîst in, em deynakin, çi qewimîye min jî ji salan û caran ji bo Kurdan kitêbek bi Tirkî nivîsîye..? wê çi bi dewletê bê bi vê kitêbê, heger bi vê kitêba min dewlet bihedime tê xuyakirin ku ev dewlet tewşe..)/2/.
   Xuyaye ku dijmin ji berî nihade, li sere wî digeriyan, ji sala 1948 an de, dema ku wî yekemîn rojnameya Kurdî bi nave (Dicle Kaynaği)/(Çavkaniya Dicle) piştî rojnameya Agiri 1929-1930, li Stanbolê çap û belav dikir ji kîsê xwe, ji hingî de mamoste M.Anter li gor zanebûna xwe li ser doza Rojhilatê:Kurdistanê di sekinî û têkoşîneke ramanî dikir.
   Di sala 1950 î de jî, kovareke civakî, konevanî, û serbixwe li Stanbolê derdixist ji kîsê xwe tenê, bi nave Şark Macmuasi/ kovara Rojhilatê/ amanca wî ji vê kovarê ku welatê wî Kurdistan yê paşketî pêşde here û ku dewleta Tirkî lê guhdar bibe, di sala 1958 an de, careke din, bihiştî û çend hevalên xwe wek: Avokat Canip Yildirim û Ebdurehman Efhem Dolak rojnameyeke rojane li Diyarbekirê derxistin bi nave Ilerî Yurt/Welatê Pêşketî/, hingê armanca wan ji vê rojnamê ku doza Kurdî di nav xwendekarên Unîversîtî de belavbikin da ku serwxtî rewşa Kurdistanê bibin, lê ji bo gotareke Apê Mûsa bi nave Kimil, Mûsa Anter û herdû hevalên xwe hatin girtin, hingê Apo Mûsa straneke Kurdî kiribû nav gotara xwe de, ew stiran ji devê keçek Siwêreklî girtibû evin çend malik ji wê stiranê:
Bi çiya ketim lo apo, çiya melûl bûn rebeno
Ceh seridîn lo apo, genim hûrbûn rebeno
Kimil hatê lo apo, bi refaye rebeno
Xwar genime lo apo, hişte kaye rebeno
   Bi weşandina Kimil re di Ilerî Yurd de, piraniya rojnameyên Tirkan yên wê demê li dijî Apê Mûsa û hevalên wî sekinîn ta ku dewletê rojnameya wan sekinandin û ew û hevalên wî girtin, lê di roja 11/12/1959 an de, ew berdan belê piştî berdana wan bi şeş rojan ango17/12/1959, careke din Apê Mûsa tevî /49/ hevalên xwe hatin girtin bi sûcê Kurdayetiyê û komonistiyê…
   Wiha di zindanê de man, ta sala 1963 an, hingê ji nû biryara dadgehê hate dan, bi darvekirina Mûsa Anter û Dr. Şivan(Saît  Kirmizi toprak), Saît  Alçi, Yaşar     Kaya, Canip Yildirim, wiha di gel 20 kesên din.
   Li  ser girtin û berdanên  mamoste Mûsa Anter, Newafê Qaso ji gundê Zorava, ev serpêhatiya Mûsa Anter û dadgehvan ji min re got: Apê Mûsa carekê ji mere got: Carekê hakim ji min pirsî tu çi karî dikî..? Min lê vegerand û got: Ez ji hepsê derdikevim û diçim malê karê xwe û hepsê dikim! Hakim matmayî ji min re got: Çawa ?!!
   Min lê vegerand û got: Dema ez ji hepsê diçim malê, di derd û kulê gelê xwe de diponijim û wiha ji neçarî ez li ser êş û birînên wî di nivîsim, dewlet jî wê bê min bigre û bixe  hepsê, ma ez ne karê xwe û hepsê dikim??!!
   Mûsa Anter bêtirî 10 caran hatiye girtin, û her cara ku diçû hepsê, heps sipî dikir û digot: Mala me ye dive em lê miqate bin.. û bêtirî carekê nave wî hatiye xwendin bi darvekirinê, û di tev girtinên Kurdên Tirkiyê de, Mûsa Anter hatiye girtin, ma di sala 1964 an de, ne hat girtin bi /51/ kesên Kurd re ! an di sala 1966 an de, ne hat girtin bi /244/ kesên Kurd re !! an di sala1977 an de, ne hat girtin bi doza/nîqa/ ku wî û çend hevalên xwe (Komela kulturiya rojhilata şoreşger) sazkirine..wiha ta girtina wî ya dawîn di sala 1990 î de, hingê belavbû ku Mûsa Anter di bin lêdanê de hatiye kuştin.
   Mûsa Anter di piraniya rojname û kovarên Kurdî de, dinivîsand û alîkariya xwediyê wan dikir, bigire ji rojnameya (Bariş Dunyasi)/dinya aşitiyê/ ta Dicle- Ferat-Deng û Dengê Serekên û di tevan de jî, bi bi Kurdî yan yan jî li ser gelê Kurd bi Tirkî dinivîsand. Ji bilî ku ew xwediyê sê-çar rojname û kovaran bû, lê di wan herdû salên dawî de, Apê Mûsa rojnameyek an kovarek ne hişt û tê de ne nivîsand, nemaze di rojnameya bi nav û deng de Welat, hingê wî di quncika bi nave ” Tîr ” de, tîr berdidan dijmin û neyarên Kurdan, û birengekî zanistî ramanên xwe ji xwendevanan re, şirove dikir û qet wî Kurd di ser Tirkan re,  ne girtin, lê bi tenê bêtir rewşa wan û zor û stema wan dida xuyakirin, û ji wan re digot: Ku hûn me ne êşînin, mafê me bidin me, emê hiz we bikin, û ku hûn wekheviyê bi xwazin, emê biratiya we bixwazin gava di got:
(Hevalên Tirkan, pirsek we heye hûn dibêjin(Dil miqabilê dile) willeh hûn ji xwedê yeqîn bikin heta ku karê we ev kar be, em hez ji we nakin û hûn jî zanin ku di ilmê sosyalê de, qayideye ku tiştê mirov jê bi tirse, mirov hez jê nake, belkî hûn di dilê xwe de, dibên qey hûnê Kurdan bitirsînin wê bi vî awayî bibin kolê we!! Lê ez nizanim bê îro Îdara Tirkiyê dawa çi li me Kurdan dike, ma lawo  li ser bextê we be hûn hez me dikin, ku em jî hez we bi kin? Ne min ji were got: Heywan jî dijminê xwe bi bêhnê û û bi dîtinê fem dikin, ma hûn herroj bên bavê me bi şewitînin, zarokên me bi kujin, namûsa me li ber lingan bidin, xaniyê ku bi hişkeberê, bi ser me de bi hedimînin ma dê çawa emê ji we hez bikin..? Ma em Kurd wek heywanan jî nayên ku em hez kumê we yê şîn bikin..?)/3.
   Tevî ku temenê apo Mûsa Anter giha bû di ser /80/ salî re lê Şêxê nivîskarên Kurd ji nû ketibû bihara xwe û nivîsandinê. Divê sala dawîn de, di van rojname û kovaran de di nivîsand: Welat-Tewlo-Deng-Yeni Ulke-özgür Gündem-Rojname-Medya Güneşi/4…lê mixabin pênûsa wî şikandin.
   Mûsa Anter di sala 1918 an de ji diya xwe re çêbûye li gundê Zivingê ku di keve navbera wilayeya Mêrdînê û navçeya Nuseybînê de, nêzîkî tixûbê Sûriyê. Ew bi koka xwe ji malbata  Miho Taze ye, ji şaxê Anter e niha mirovên vê malbatê li binya xetê pirin, jina wî keça Abdurehman Rohimî ye ji Hekarê (Camêr ji kesên pêşîn bû, ku kurte çîroka Kurdî di gel helbestan de, di kovara Jîn de dinivîsand )     Lê diya jina wî neviya Mîr Bedirxanê mezin bû, sê zarok ji Apê Mûsa mane, hersê tev diya xwe li Ewropa dijîn nave wan: Dicle-Anter û Reşê/Reşa ye.
   Ji bilî giranmêriya Mûsa Anter di kovar, rojname, pirtûk û welatparêziyê de, camêr giranmêriya xwe li dijî polîtîka Kemalîstan da xuyakirin, gava tev berhemên xwe binavê Mûsa Anter di weşandin tevî ku nave Mûsa Anter qedexe bû, û qet wî pîş bi wî paşnavê ku Kemalîstan lê kirbûn nekir/ Almas/.
Apê Mûsa xwendina xwe di avokatiyê de kuta kirbû li Stanbolê, lê wî qet pîş pê ne kir bi tenê kar û xebatên ku pê rehet dibû nivîsandin bû, di salên dawî de, dewleta Tirkan ji girtin û berdanên wî betilîn, vêca ew kirin bin rûniştina zorê de, li gundê wî Stililê, ku dikeve rojavayî Nusybînê de, bi dor /15/K.M , wiha wî salên dawîn li gundê xwe burandin, û dibin dara xwe a Çinarê de, bîranînên xwe danîn. Û çendî di xwest ku di bin siya wê de bê veşartin, lê mixabin zordarên Tirkan ta di mirinê de jî, nexwestin daxwazên wî bi serî bibin!! Di sala1990 î de, hikûmetê rê danê bi çûna Stanbolê, hingê wî ew pirtûka bi navê Bîranînên min bi zimanê Tirkî çapkir, ji berî vê pirtûkê jî çar pirtûkên din wî çapkiribûn wek:
 Kimil/Reqik/1962
Yara Salar1964
Birîna reş1965
Ferhenga Kurdî Tirkî-1967.
   Dawî hêjaye em çêtirîn gotin sehkin li ser zimanê nivîskar û rojnamevanê Kurd(Huseyn Deniz) yê ku Şehîd ket berî xalê xwe Mûsa Anter, bi kêmî heyvekê.   Hingê wî gotarek ser hovîtî û ne demokratiya Tirkan, dijî nivîskar û rojnamevanan yên pêşverû nivîsandibû di rojnameya Welat de: (ji ber ku dewleta Tirk zilm û zorê li miletê xwe, li li miletê Tirk dike, gelek mirovên pêşverû  û welatparêz bê sûc û bê heqî di kuje û winda dike, ne demokrate û guhnade heqê mirovan, li cem ti dewletê rûmeta wî tuneye….)/5.
   Gava bihiştî Huseyn Deniz wiha li ser nivîskarê Tirk yên pêşverû  û hale wan dinivîse, ma gelo wê çi hale nivîskarên Kurd be, ji destê vê dewletê..??!!.
   Em rewşa nivîskarên Kurd di dewleta Tirkî de, datînin ber çavên serokên deletên Aştîxwaz û demokrat, ewên ku li ser mafên mirovan di sekinin û di xeyidin, ka wê çi ji mere bikin..? û wê çi doze li dewleta Tirkiyê ya demokrat bikin…?
Sed rehmet li giyanê Şêxê nivîkarên Kurd Mûsa Anter bibare, bihişt cîwarê wî be, û sed rehmet li tev Şehîdên Kurdan be.
                     ———————————
1-Mûsa Anter tîr ! Welat j:13 Gulan1992
2- Mûsa Anter mehkema xortê 77 salê, Welat j:3 Adar 1992.
3- Mûsa Anter, tîr, Welat  j:14 Gulan1992.
4-temenê Mûsa Anter gihabû 80 ê, salî, belê di pasporta wî de 74 sal hatibû nivîsîn.
5-Huseyn Deniz, welat, j:14 Gulan1992.

Di sala 1992 an de, piştî şehîdbûna Apê Musa, min ev gotar nivîsandiye.Dikim diyarî ji bîranîna wî a 16  an re.
Konê Reş

Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…