Kovara W Hejmara 22 an DERKET!

Xwendevanên hêja û delal,
Di havîna îsal a germ û xelabarî de em bi hejmareke din a Kovara W(e) li pêşberî we ne.
Gelî xwendevanan,
Dîsa jî em bi dosyeyeke xweser û taybet dertên hemberî we. Me di vê hejmarê de mijara dosyeya xwe Bavê Felekê hunermendê me yê nemir Mihemed Şêxo hilbijart.
Gelek alim, hunermend, nivîskarên hêja û delal ji nava kurdan rabûne. Lê kurd li wan kesan xwedî derneketine, heta dema ku jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê xelkên din ve hatine payebilindkirin û xwedî li wan hatiye derketin; paşê wekî ku hişê kurdan hatibe serê wan hêna xwestine li wan xwedî derkevin.
Yek ji wan kesên ku di jiyana xwe de qedr û qîmet nedîtiye  nemir Mihemed Şêxo ye. Mihemed Şêxoyê ku di jiyana xwe de her tim derdê feqîrî û hejariyê kişandiye; bi halê xwe yê belengaz zor û zextên neyaran li ser xwe dîtiye û her li ber xwe daye. Lê heta ku li ser rûyê dinyayê jiyaye kes lê xwedî derneketiye. Lê piştî ku li “Nexweşxaneya Dewletê Ya Sûriyeyê” jiyana xwe ji dest daye bi deh-hezaran kes li hev civiyane û darbesta Mihemed Şêxo dane ser milê xwe û ew verê kirine. Nêzî bîst salan e ku wî wefat kiriye. Me jî xwest ku em dîsa wî bi bîr bînin.
Her wiha ji derveyê dosyeyê çîrok, werger, pexşan û helbestên balkêş di vê hejmarê de cihê xwe girtine.
Xwendevanên hêja,
Divê ku em vê yekê jî bibêjin, gelek nivîs û helbest hatine ber destê me, lê mixabin ji ber ku rûpelên kovarê bi sînor in, me hinek berhemên ku hatine hişt ji hejmarên paşê  re. Bi vê bal û eleqeya nivîskar û helbestvanên me em gelek kêfxweş û bextewar in.
Di hejmara beriya niha de ji bo Kovara Wyê Zana Farqînî bi Aramê Dîkran re hevpeyvînek pêk anîbû. Di vê hevpeyvînê de navên gundan çewt hatine nivîsandin. Navê gundê “Bamdê” wek “Bamda” navên gundên Farqînê “Tewerz” û “Zinzin”ê jî bi dorê mîna “Tawernê” û “Zimzimê” hatine nivîsandin. Em van çewtiyan sererast dikin û ji xwendevanan lêborînê dixwazin.
Heta hejmareke din bimînin di xweşiyê de….

N A V E R O K / W-22
Naverok
* Ji Edîtor  2
* Apê Mûsa / Abdurrahman BAKIR   3
* Birîna Reş / Arjen ARΠ 6
* Êvar / Nesrîn NAVDAR   7
* Ji dîroka Amedê çar rûpelên wendayî / Receb DILDAR  8
* Destpêka felsefeyê û taybetmendiyên erdnîgariya Îyonyayê / Alî GURDILÎ.. 12
* Kengî mirim / Tewfîq YAŞLI  15
* Mizgefta Mishefa Reş / Bahadîn ROBAR 16
* Deştenazê xemrevîna dilê azadîxwazan / Mehmûd Badilî   17
* Başûrê Biçûk / Rizoyê XERZΠ 19
* Standardên jiyanê /  Dorothy Rothschild Parker 20
* Tol zava ye mirin bûk e / Selmet GULER 24
* Rotişê yewbanî / Mehmûd NÊŞITE 28
* Şorê / Ronî WAR  32
* Tirs / Behlûl ZELAL  33
* Çîroka evînê / Omer Fîdan 35
* Niha di koçberiyê de / Mehmûd Derwêş 38
*  Ciwan ji muzîka populer hez dikin / Hevpeyvîn: Sedran C NEWADAR  39
* Peşkên şeva bilome / Berken BEREH 42
* Nexşeya min / Îlhamî OZER 43
* Mastê koçeran / Dilkanî 44
* Mirad / Mehmet DEVÎREN  45
* Xatûn / Sîpan XIZAN 46
* Mistefayê Bohtî û strana “Were Dînê” / Hîlmî AKYOL 47
* Pirtûkxane  80

Dosye:
Evîndarê Gulê
MIhemed Şêxo

* Destpêk û  zelalkirina çend xalan / Azad ZAL – Dîlan AYDIN 50
* Jiyana Mihemed Şêxo û hunera wî / Îbrahîm EBDÎ û Mişelê OSMAN 53
* Stran sînoran nas nakin / Qado ŞÊRÎN  57
* Mamosteyê ola Îslamê û hunermendê gelê xwe; Mihemed Şêxo / Îkram Balekanî  61
* Kurtejiyana Mihemed Şêxo / Sedran C. NEWADAR  63
* Mihemed Şêxo û hilbijartina gotinan / Konê Reş  66
* Dema bilbil bo gulê dixwîne Bavê Felek tê bîra mirov / Tayîp TEMEL  67
* Nefela çarpel / Rêwar Evîndar   68
* Hevpeyvîn bi kurê Mihemed Şêxo Birûsk re / Hevpeyvîn: Mustafa Gazî  69
* Nameya Mihemed Şêxo ya destnivîskî / M. Xelef – S. F. Moctevî  71
* Nalîna axa bi şewat; Mihemed Şêxo / Mehdî Mutlu  72
* Awaza evîndarî û dengê yekîtiyê Mihemed Şêxo / Mizgîn DÎLAN 73
* Xwedîderketina li miriyan / Rizoyê Xerzî  75
* Çend stranên Mihemed Şêxo digel notayan / Amadekar: Sedran C. NEWADAR  76

Zarathustra News- zarathustra_news@comhem.se

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…