werin ji min bipirsin

 Xizan Şîlan

keser û nalîna
li ser dilê çemê qeşa girtî
hêrsa pêlên bahoza
hinavên dîn û har
xemgîniya şewqa finda lerzok
malwêraniya kevokên baskşikestî
jiyana li nav tirs û gumanê

     werin ji min bipirsin
di gola nermebaranê de
lêvên ziwa û qelişî
li hingura çolistanan
nêçîra henasa masiyan
kemîna îxaneta rûreşiya hovane
jiyana gerdûna nependî
ken û şadiya
li ber bayê dilreşiya zaliman
têkçûyî
     werin ji min bipirsin
xweşpeyvînên meyxaneyan
piyala şeraba destê serxweşan
lezeta sifreya
êvarên belengezan
xewn û xeyalên
di bin lihêfa axînan de riziyayî
     werin ji min bipirsin
êşa giyanê şev û rojên kambax
hêvî û hesreta
li xerîbiyê derbederbûyî
awaza bilbilê dernixûn fetisî
şopa birîna bîranînên
mişextbûyî
     werin ji min bipirsin
rêwiyên
di pêlên okyanûsan de bi cihhiştî
qêrîn û giriyê parsekên
li kolanên bêxwedî
dengê lorîna dayikên
kezebşewitî
kul û kedera
herika rûbarên westiyayî
gewriya mindalên
li ser sîngê gora Helepçe
xwîn verişiyayî
     werin ji min bipirsin
lerizîna dilê
ji tirs û xofan dagirtî
laşê di tora bêbextiyê de
diperpite
sira xewna şevên herimî
stûxwariya gulberfîna zeviyê bej
keda kefa destên qusandî
bêhna qurnefîlên azadiya
ji nalîna keç û xortên şervan
difûre
     werin ji min bipirsin
paş de zivirîna çerxa
feleka xopan
tîra awirên tûj
ya dilbera lêvsor
şanika
li gerdana rindê
rengê qaşa gustîlzêra
tiliyên yara rûken
seyrana
li ber deriyê bihara bejna esmerê
gulî û biskên bûka
bi morî û mircanan xemilî
     werin ji min bipirsin
û min jî
ji giyanê mirî
û hestên bedenê zindî
ji girtîxana derûniya min
ji xilmaşkiya qalpaxên çavan
ji salnameya çîrokên dapîran
ji talana demên dîrokê
ji asoya deryayên balûpal
û ji tofana keştiya Nuh
min bipirsin

      2008-03-13

      Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…