Belavbûna Çanda tirsê li sûriya

Selah beyro

Piştî hêrfandina yekîtîya sovyeta berê û lawazbûna rola rijêmên qumonîst bi serdarîya kirêmlên li salên dawî  ji Çerxê bûrî dibin navê birostirîka sazkirina abûrî de,diyaroka dîmuqratîyê li hemî deveran hate şopandin nemaze ji bal welatê emerîka yekgirtî ve ,û pir guhertinên giring li vê cîhanê ketine xişta karê hêzên aştî xwaz de mîna: berdana tund û tûjîyê ,û destpêkirina diyalok û giftû gowê li ser Çarenûsa  gelên bin dest bi şêweyên aştîxwazane

ev ji rexekî ve,ji rexê dîve hêzên pir nijad bi destekî ji hesin şerê tiroristan li deverên aloz mîna: evxanistan û bexda û hinek  komarên efrîqya dikin ji bo aramîyê û çareserîya wan alozîyan bi hebûna girovan li ser vî karê wanî pîroz.
Lê diyare ku bayê van guhertinên destnîşankirî li ser sînorê sûriya hat e rawestandin sebaret dana pirojên nehênî û hewalgêrî, bi sexte- bazîya bawernameyên van kêşan yên dibûne rêxweşkirina Çav – kirtinê ji van pirsgirêkên bingihî re,lewra evan guhertinên hevçerx ti encamên bal kêş li qada siyasîya sûrî  ne dan, bilî Çandina Çanda tirsê di nav hemî zav û corên netewî de bi taybet opezesiyona dîmuqratî li hindirû,û bin pêkirina mafên mirovan ,û dûrkirina Çalakvana yên  berevanîyê li mavên sivîl dikin.
diyaroka gendelî li ser rêbara regezperestinê tê şopandin, hewceyî gotinêye ku pêşketineke zor  li komara –tirsê-sûriya çêbûye  lê mixabin di warê avakirina corên sîxur û parastinê û cihên tûjandin ûvebestina bê dadgehkirin ta demek dirêj ji vê vebestina bê dozname   yasayî dibin ziftkirina awarte de,mîna: vebestina pir ji endamên ragihandina Şamê ya guhertina dîmuqratî ,û xebatkarên netewa kurd û kesayetîyên siyasî li sûriya ,destpêka girtina endamê ragihandina Şamê ji ereban bi mebesta Çêkirina hejêbûn û nakokîyan di navbera endamê vê ragihandinê bi hemî netew û zavên xwe ve,lê li dawiyê hate zanîn ku ev fêlbazî yeke siyasîye, lewra bû girêjîbûn di navbera ragihandina şamê û desthilatê de.
Bêgoman  pêrabûnên nehênî dijî gelê kurd bi girêbestan bi komarên kurdistan dagirkirin re,bitenê ji bo mendelkirina hebûna Çarenûsa gelê kurd û xistina wê di çarçêwa duruşmên xwe de,û asêkirina giştikî û zorgirtinîye  lewra ev rijêm tênte hijmartin, ji rijêmên giştikî   li rojhilata navîn ,û piştgirîya wêji rosya re li ser kêşa corciya û ebxzya û estonya jêrî re na bê govanama pak reftariyê,û ne bihtire ji pisporîkikê li radeya siyasete wê li drveyî welat.
birastî dîsan ev rijêm pesend dike berdewamîya xwe di mindelkirina mafên gelan de û biwe pîtolî  û bîrdozîya wê bi guhdaneke giring bi rêje ya 100% dûr ji pêşve çûnê û sîmayên şaristanî û dîmuqratiyeta  serdema,her wise em hêêêdîka di guhên wê de dibêjin:
ev kiryar û Pêrabûn û rawengehên we yên awarte nabine çare serîya pirsgirêka gelê kurd ,û wê bibine gurbûna hestê netewî li ba kurê gelê me û netewa wî ji bo Çespandina maefên gelê kurd.

Qamişlo

 14/8/2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...