Plana Sûriye û Rûsyayê

Hoşeng O

Ji çaxa bûye serokê Sûriyeyê, ev cara 3’emîne Başar Esed diçe Rûsyayê. Şeva 20’ê vê mehê jî li Moskowayê bû û bi Serokê Rûsyayê Dîmîtrî Medvedev re civiya. Mijara hevdîtinên Esed li Moskowê xurtkirina têkiliyên siyasî, aborî û leşkerî bûn. Berî Esed biçe, hin daxuyanî dabûn ragihandina Rûs ku ew; li dij Tiflîsê alîgirê Moskowayê me û wiha got: Hin planên dorpêçkirinê li Rûsyayê hene, dixwazin rola wê têk bibin. Esed wiha pê ve çû:

“Di pirsgirêka Osetyayê de ez digel Moskowayê me.” Bi vî rengî, dixwest xwe bi Rûsyayê şêrîn bike û dixwest ji Rûsyayê re bêje; te min bi tenê nehiştim ez jî te bi tenê nahêlim!.

Têkiliyên Rûsya û Sûriyeyê ên serdema Soveyta berê ne.Dema partiya Bas darbeya leşkerî çêkir (8/3/1963) bû deshilat. Piştî Baas bû du parçe Rûsyayê têkiliyên xwe bi her du beşan re (Şam û Bexda) qut nekir. Lê Rûsyayê bêtir xwe nêzî baskê çep yê li Şamê kir. Di serketina şerê Oktoberê yê dij Îsraîlê (197) de Rûsya xwedî rista sereke ye. Rûsya têkiliyên xwe û Sûriyeyê weke şerê sar ê li dij DYA’yê dinirxand. Piştî ku Sovyet hilweşiya ev têkilî ketin qonaxeke nû. Di cih de Serokê Sûriyeyê Hafiz Esed berê xwe da DYA’yê û ligel wê Esed têkiliyên xwe bi Rûsyaya kapîtalist jî qut nekir.

Di van çend salên dawî de her ku çû têkiliyên Sûriye û DYA’yê xera bûn. DYA êdî Sûriyeyê digel Îran, Koreya Bakur weke rejîmên kirêt dinirxand. Ji bilî ku DYA’yê, Sûriye bi alîkariya terorê tawanbar dikir û gelek biryarên girîng der heqê wê de li Konseya Ewlekariya NY’ê standin. Wê çaxê, Rûsya nikaribû van biryaran rawestîne, lê dikarî bi riya endamtiya xwe ya daîmî biryaran veto bike.

Gelek çavdêr pirsgirêka Gurcistan û Rûsyayê weke zindîbûna şerê sar yê navbera Rûsya û DYA’yê dibînin. Lê di heman demê de dibêjin; polîtîka Saakaşvîlî şaş e. Ev şîrove bi nêrîna min ne rast e. Çawa ev krîz tê wateya zindîbûna şerê sar û çawa Saakaşvîlî şaş e? Saakaşvîlî li gorî plana DYA’yê dest bi şer kir. Yanî DYA dixwaze bi hin riyên bin destê xwe Rûsya dorpêç û tengav bike. Bilî frehkirina NATO’yê Gurcistan, Ukrayna û Rûsyaya Spî (Belarûs) tifaqên nû ne. Kembera Pergela Mertalên Fuzeyan ya li welatên Rojhilatê Ewropayê ji van rêbazan ên ku li ber çav in. Herî dawî peymana Polonyayê mînaka beloq e. Îca Rûsya jî dixwaze ji DYA’yê re bêje kartên me jî hene. Em dikarin hin kevirên satrancê li hember berjewendiyên we bi kar bînin. Kevirê herî giran û xwînşêrîn li ber dilê Moskowayê Şam e. Ango mirov dikare çûna Esad a Rûsyayê û daxuyaniya wî ya der barê krîza Rûsya û Gurcistanê de bi vî rengî jî bixwîne: Armanca Sûriyeyê ne ew e ku ji Rûsyayê çekan bikire. Lê dema ku Şam hewl dide bi Îsraîlê bi navbeykariya Enqereyê li hev bê vê wek kartekê dibîne! Ji ber vê ligel ku hemû welatên cîhanê Rûsyayê ji ber şerê Gurcistanê rexne kir lê Esed pesnê Rûsyayê da û piştgiriya xwe aşkera kir.

Dixuye ku hevkariya Rûsya û Sûriyeyê sinyalên li dij DYA’yê ye. DYA jî bi zanîn li Rûsyayê krîzan dertîne. Piştî ku DYA mijara Îranê ya nukerê çareser bike dê dijminitiya navbera xwe û Rûsyayê ya berê dîsa vejîne. Di vê pêvajoyê de rista Sûriyê kevirê satrancê ye. Dibe ku ev kevir wezîr, keleh, hesp, fîl be. Dibe ku şah jî bikuje. Lê dibe ku pîs û erzan bê kuştin.
……………………………
jêder: Azadiya Welat

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…