Karwanê bêdeng di sonêta jiyanê de

Tengezarê Marînî

“Daku bi tenê nemînî, li van xêz û xewna mukur were”
Bo seyadyê min Rezo Osê

Di herdû kurkên min de, destan xwe livlivand, li kolaneke tarî şahiyên xwe avêtin  milên xwe û yên xwedê…, li şûn xwe bizdo-bizdo dinêrîn, min jî li pişt qehwexanekê, serê xema xwe dişuşt. Li pey min bûn. Guvguva bayekî ji wan dertê, diketim. Şevpest, bêdengiya min derizand, wan jî ji cihekî bo ya din, xwe çem dikirin, sirûdên xwedê digotin. Ez bêdeng derketim, di çarenûseke nediyar de, melodiya fîlmekî nenas dinehwirand, dibû sonêta sefera min
Agir
Xwe pêdixe, kovî ye, tîja te. Şahidê girtîgehek bi mijanga sênckirî.
Li kenaran, xalê tîne, dizivirîne, bi serî ve hildigirim û ji kunê dergehî qêrîna nenasekî,  serbazekî ji xeyalan. Dêmê şevê daket. Bi ser navê te de, bi destê tariyê, li bêdengiya pêlava bîrhatinan.

Av
Mişt  dahênan û awireke tûj, azara min firçe dike û jiyaneke duqolî
derbas bû, şîrdanek guhlêbûyî û keserek li şûna te
Spî belgenameya te, nêzîkî te û li ber çûnê.
Neniha, ez têm, hîn sûndek maye bo te bixwim.
Ronî li derdora te têr e, şêrîn e  mêrga herikîna peyvên te
Ax
Pîvan tarî diheje, dihingive min û şêt dibe
Xem asoyekî bêpîvan e li ber şeva te, bargiran, şîna min dikole.
Sirûd dubare ye, himbêza asîmanekî tûj, di sebeta singa min da.
Toz, derveyî xwe, li ser navê min hêlanê dike, peyker e.
Dergevanê xewneke ji xwe mayî, di govenda giyayî de, şahiyeke westiyayî
Kûr e, kela te? Êşa te ji kû dest pê dike?
Birîneke kûr û welatekî dûr, têlek e nûnertiya min dike. Daku hisretên xwe sor bikim,
dest bi yariyan dikim û li ber kenê te rondikan vedimalim.
Ba.
Hest destê tirsê ye, şopa qêrînê û gergerînoka dengê te.
Were em pêkve, pif  trumpêta xemê bikin. Deng birîndar e
Ba radiweste, glover e berbibabûna helbesta te û kevok hîn
„ di xew de ye, neçûye lîs û hêlînê”
Xal diyar e, deng berze, tu bilind..
Ji rengê  peymanan… Tu jî bêdengiyeke nûgihayî.
Tanî ba xwe rabixe, zingil ji dûr ve têt, dê kemana te destnîşan bikim.
De ka, tu dê  henasê bikenînî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...