Hoşeng Osêshengo76@hotmail.com
Kêm, zêde, gelê Tirkiyeyê dizane li welatê wî çi çêdibe. Kêm, zêde, li Tirkiyeyê hinek demokrasî û ragihandin heye, ji te re bûyeran, piştî çend deqeyan, yan jî piştî çend saetan radigihîne. Lê li Sûriyeyê demokrasî “memokrasî”, ragihandin “magihandin” nîn e. Gelê Sûriyeyê, ji ragihandina xelkê, rûdanên li welatê wî çêdibin, bê hay e. Eger ji destê rijîma Sûriyeyê bihata dê hemû metodên ragihandina cîhanî jî bêdeng kiribana, da ku kesek nizanibe bê çi li Sûriyeyê diqewime. Sûriyeya îro di dirûvê Tirkiyeya piştî salên 1980’an de ye.
Gelek çavdêr dibêjin ku ew ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye tesfiyekirin, da razên bi wî re bûn, bi wî re jî bingor bibin. Nemaze, têkiliya wî bi kuştina serokwezîrê berê yê Lubnanê Refîq Herîrî. Hinek kesên din, dibêjin: Ew hate tesfiyekirin ji ber ku bi delametê xwe baş ranebû û dibe ku tiliya wî di kuştina berpirsê leşkerî yê Hizbulahê Îmad Mugniye de hebû û tiliya wî di bombekirina Îsraîlê ya avahiya ku dihate gotin ‘projeya atomî ya Sûriyeyê ye,’ de hebû.
Berê Serokê Sûriyeyê li Îranê bû û ev kesê payebilind hate kuştin. Piştî ku Beşşar Esad ev nûçe bihîst, serdana xwe ya Îranê qut nekir û dîrekt venegeriya welêt. Ne tenê wisa jî Esad û jina xwe, berên xwe dan Tirkiyeyê qaşo, ji bo seyran û tatîlê!? Ev dide nîşandan ku Esad veneciniqî bi nûçeya kuştina, qaşo “mile wî yê rastê” Dêmek, hayê wî jê hebû. Yan jî biryara tesfiyeyê Esad dabû.
Serokomarê Sûriyeyê, piştî ji Parîsê vegeriya çû Tehranê û ji wir çû Enqereyê. Di van rojên pêş me de jî dê biçe Moskowayê. Ji bilî sedemên naskirî yên van serdanên Esad sedemeke din heye da bide nîşandan ku tu krîz, alozî û pêvçûnên hundirîn di welatê wî de tune ye. Lê kuştina berpirsên payebilind ên Sûriyeyê ne nîşaneke xêrê ye ji bo vî welatî. Hêj jî kes nizane li Sûriyeyê çi dibe. Lê xwedê zane ku aliyekî “Ergenekona” Sûriyeyê jî hêdî hêdî aşkera dibe
—-
http://www.azadiyawelat.com/nivis.aspx?n_id=640







Şîrove (0)