zar û zimanê kurdî di koçika qamişlo de ji zar û zimanê arşek baravî

Di şeva 24/7/2008 ê de bi amadebûna hin pisporên çand û zimanê kuîd digel gurûpeke berçav keç û xort ji zana û rewşenbîrên kurd li bajarê qamişlo , koçika qamişlo ya çandeyî bi mêvandariya mamosteyê helbestvan û rêzimankarê zimanê kurdî ARŞEK BARAVÎ xelekeke rêzimanî li darxist .
Mamoste arşek baravî di simînareke taybet li ser hokirin û lêvegera zimanê kurdî de tekes kir li ser paqijkirina zimanê dê ji gotinên biyanî ji hebûna zimanê kurdî yê zengîn û xurt re di nava hola zimanên hindo orupî de .

Di têborîneke bilez de mamoste arşek pêzanîneke dîrokî ji zimanê kudîre da xuyakirin , paşê di naveroka simînarê de diyarkir ku zaravayên cuda cuda di vî zimanî de şawendên zengînî û têrbûnên jêder û wateyê resenin û pêdiviye ku rêzimaneke sitander û hevbeş      jêre peyda bibe dûr ji ez ezîtiya herêmane û zaravaneyî ,

Mamoste arşek di têçûna diristkirina peyva kurdiya resn de palveda liser çend nimûneyan ku di simînarê de bûne cihê giftû goyê .

Her weha mamosteyê simînarbêj amaje di arîşeya herçar tîpên du deng kir (R Ç K T) ku ta îro tu zanayên rêzimanî di kurdîde guhdan nedan de û xwest ku weke rêfrandomekê jêre bê kirin bi erê nayê .

Li dawiya simînarê de derfet ji amadeyanre hate dan ji boçûn û têkiliyên wanre yên ku bûne cihê şanaziya simînarbêj û şeva koçikê zengîn û têr kirin ji raman û pêzanîn û şîroveyên li derdora hin arîşeyên di zimanê kurdî de pêrgî xwendevanên kurdî tên ,

Ji wan boçûnajî :

1- Ehmed Erefat tekes kir li ser pêdiviya yek kirina binavkirina giravên giramatîkî di rêzmana kurdîde .
Şîroveyek li ser heçar tîpên du dengî(K T Ç R ) 2- Silêmanê Miradê Sêvê

Û arîşeya wêya bê zirar ku ta îro tu astengî nehatine diyarkirin û danîna şandekê jêre pisgrêkeke nûye di zimanê kurdîde .

3- Xelîl Sasûnî  arîşeya daçekê di nivîsandina kurdî de û bidawî anîna hin kiraran bi tîpa (E) di şûna (Î)de .

4- Ciwan Nebî pêdiviya dupatkirina elfabê yeke ferzende û çareserkirina tîpên dudeng têde bi nêzîkî tîpên latînî û ev erkê rêzimankara ye .

5- Narîn Metînî duristkirina rêzimaniya kurdî ya di çapê de pêwiste têkilî di navbera rewşenbîr û tevgerê de hebe .

6 – Hiyam Ebdulrehman wateya hin gotinên kurdî di rêzimaniyêde guhertin dikeve têde û pêdiviya dîtina jêderan li pêşiya dupat kirinê di bexşanêde .

  Li dawî sipaî hate dan ji mamoste arşek û hemî amadeyan li ser rola koçika qamişlo ya çandeyî di karê rewşenbîrî de û ta xelekeke dî ji şevên koçika qamişlo û babetekî nû hêviya xweşiyê ji were û li benî têbînî û ramanên we yên berêzin .

KOÇIKA QAMIŞLO YA ÇANDEYÎ

  qamişlo  24/7/2008/
k . qamislo@gmail. com

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…