Sar weke tirsê – berhema yekem ya ((Ciwan Nebî))

Can bapîr

Sar weke tirsê Navnîşana berhema yekem ya xortê ciwan((Ciwan Nabî)), ez dibêjim : germ weke xwînê, cem min helbestên wî weke xwêdana du destên evîndaran
 di silavê de zû derin, lê dereng bîranînên wê germayê di hest serê tiliyan de dimînin û dimînin û ew pê çi delal dibin parçemok di bin şeva kerasê yarê de,
wiha ciwan rêbazek ji sîbera hevokên xwe re dibîne:
(( wê şevê û dema gundê me
kûçikek bi sermê Ketibû
……………………………..
……………………………
Li der dora wê şevê
Kulmek mêşên hingiv hildifiriyan))
Wiha Ciwan bi destê Pirtûka xwe nazik, hişk digire û tiliyan  ji ser hev radike û dîsa dighîne hev.
Wiha dixawze bi helbestên xwe re xewke wek jinek
 jê hezbike û bi wê bêhinvedanê me dûrî nûçeyên rojnamê sibê xe, û me têxe nav berî behnek û şanepirsan û xal û cote xalana, li pêş û paş peyvê me deyne .
Ciwan li tiştekî nediyar digere
((Wey xwelî li serê min be
ez xwedanê Sîka ku di qurçikên
xanî de
Li hev diherbile
dema perewtên rojê
wê dinivîsênin))
Wiha xewnê Zarotî di berîke xwe de vedişêre li ser rû kolanan û carna ew û lingên xwe jî ji hav dixeydin û wan dikuje û li ser rê rexan pêvana tengavbûna me dibêje,
û ji bêhna xwêdana şevê re dibe şivanek baş, û ji girî ramûsaneke ne wek kesî din diyarî yara xwe dike:
 (( Ez ramûsaneke şor
di helbestên xwe de
diyarî te dikim
qena tu zanibê ez çqasî digirîm))
lê ez di bêjim :Gelo çiqasî peyvê ((Ciwan)) diyarin û dilerizin wek guharekî dûv dirêj di guhê Keçek
 di dîlanake kurmancî germ de .
Ji mijarê derbasî zeviyekî din dibe yê malê … bav, biran, xuşka yek, ta dayikê, evan hemî babetin nik (ciwan),nerînên yadeyî şor û gotinên bav yên bedew û hinek gotinan dixwaze ji paxila birayên xwe bidize, vêra çarşem newroze…..
bi pîjekî nazik ezmanê xwedê ((neqiş)) dike.
di temenê xwe yê biçûk de ((Ciwan)) dixwaze
 bi rêkeke evraz û dijawar de derkeve bêyî kesî ji xwe re
 bi gopalkê, lê dibe em bi dizî di guhê wî de bêjin wek dostekî; dayik her dem kuran nayînin…
lewra xwe rêk û pêk bike û cil û bergê xwe wergir ji ber cenga helbestê şoreşgerekî bê hedan herdem dixwaze.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…