Kovara W Hejmara 21’an DERKET!

Bi hejmareke nû dîsa merheba,

Bi şekl û şemaleke cuda, bi dosyeyeke girîng em dîsa li pêşberî we ne.
Di vê hejmarê de mijara dosyeya me “Ehmedê Xanî; Agirekî ku sêsed sal e dil û mêjiyan disoje” y e. Bi nivîsa xwe ya “XANÎ xwe ye” Serwet DENÎZ, “Di NÛBARA BIÇÛKAN de pend û şîretên balkêş” Azad ZAL, “Dirûvê hunerî yê dastana Mem û Zînê” Heyder OMER dosyeya me xurt kirine.
Her wiha di dema sempozyûma li ser Ehmedê Xanî de pispor, lêkolîner û nivîskarên kurd ên ku tevlî sempozyûmê bûbûn me xwest em xwe bigihînin wan û teblîxên wan ên ku pêşkêşî sempozyûmê kirine bigirin û biweşînin. Lê mixabin ji ber hinek sedeman ew teblîx negihiştin me. Ji ber vê yekê çend beşên li ser mijara doseyeya xwe ji hevpeyvînên ku me bi kesên têkildarî mijara Ehmedê Xanî re kiribû hilbijart. A. Varli bi  mijara nîqaşê ya “Xanî yekî bi tenê ye hîna di nava kurdan de du Xanî çênebûne” P. Cîhanî bi ya “Ehmedê Xanî Ne Fîlozof e, Reşîd Findî bi ya “Hecî Qadir Xanî’yê duyemîn e”, Î. M. Resûl bi mijara nîqaşê ya “Fikra neteweyî beriya Ewrûpayê bi Xanî re çêbûye” nîqaşên li ser Ehmedê Xanî geş kirin. Her wiha me ji “ Guldesteyek gulên xweşbîn ji zarê Ehmedê Xanî” ji bo xwendevanên Kovara Wyê di dosyeyê de bi cih kir.
Di derveyî dosyeyê de bi bêhn û pêjna lêkolîner, nivîskar û helbestvanên me yên hêja hejmara kovara W(e) ya  21’an têr û tije dagirtiye. Em hêvî  dikin ku xwendevanên Wyê ew ê tam û çejeke xweşreng jê bigirin.
Xwendevanên hêja,
Di hejmara 20’an de wekî xetayeke teknîkî çewtiyeke hatiye kirin, me di rûpela 52’yan de di nivîsa “Dengbêjek û Stranek; Bavê Selah” de di dewsa  Amadekar; Hîlmî AKYOL de Evdirehman UMER nivisandiye. Evdirehman Umer  Bavê Selah bi xwe ye. Ji ber vê xetayê em ji niviskarê xwe Hîlmî Akyol û xwnedevanan lêborînê dixwazin û em vê kêmasiya xwe tekzîb dikin.
Heta hejmareke din bimîni her di xweşiyê de…

N A V E R O K / W-21
* Ji Edîtor – 2
* Hîmekî Wêjeya Dinyayê: GOETHE /Adar JIYAN – 3
* Pirsên Felsefeya Heyînê / Alî GURDILÎ – 6
* BADÎNO / Menaf OSMAN – 9
* Li Katrosê Dareke Bihîvan / Feratê DENGIZÎ –  11
* Marmarokî / Şevger ÇIYA – 13
* Kemo / Abdurahman BAKIR – 14
* Dayik / Ronî WAR – 18
* Êvara Dawîn / Mizgîn AYDIN – 19
* Du Çivîk /Arjen ARÎ – 21
* Payîz / Reyhan SARHAN – 22
* Siyo û Zelîxan / Ayhan ERKMEN – 23
* Keziyên Jinebî / Perwîz CÎHANÎ – 24
* A. Dîkran: “Min bi çar zimanan dest bi muzîkê kir” / Z.FARQÎNÎ – 27
* Biyandost û Dijhogirno! / Arşek BARAVÎ – 31
* Rojîzma! / Evdile KOÇER – 32
* William Carlos  Willams / Kawa NEMIR – 65
* Şevîna Xem(sar)ê / Omer DILSOZ – 68
* Serxet û Binxet / Rizoyê XERZÎ – 69
* Bihara Beravêtî / Kamran Simo HEDILÎ – 70
* Albûma Wêneyên Şikestî / Şengul OGUR – 71
* Hesab û Kîsab / Îlhamî OZER – 72
* Sî û Ba / Fevzî BÎLGE – 73
* Şîna Helbestê /Berken BEREH – 74
* Bûka Aştiyê / Selahattîn ÇAM – 75
* Guldexwîn / Sîpan XIZAN – 76
* Silêmanê Dunikul / HogirBERBIR -77
* Sîwan / Cîhan YILDIRIM – 78
* Perîxana Şirnexî / Hîlmî AKYOL – 79
Dosye: Ehmedê Xanî Agirekî ku sêsed sal e dil û mêjiyan disoje;
* XANÎ xwe ye /Serwet DENÎZ – 35
* Di NÛBARA BIÇÛKAN de pend û şîretên balkêş  / Azad ZAL.37
* A. Varli: “Xanî yekî bi tenê ye hîna di nava kurdan de du Xanî çênebûne”/ Hevpeyvîn: Serwet DENÎZ – 41
* P. Cîhanî: “Ehmedê Xanî Ne Fîlozof e”/ Hevpeyvîn: Azad ZAL.. 47
* R. Findî: “Hecî Qadir Xanî’yê duyemîn e / Hvp: Serwet DENÎZ . 49
* Î. M. Resûl: “Fikra neteweyî beriya Ewrûpayê bi Xanî re çêbûye” / Hevpeyvîn: S.Denîz – F.Dengizî – A.Bakir – 50
* Dirûvê hunerî yê dastana Mem û Zînê / Heyder OMER – 52
* Guldesteyek gulên xweşbîn ji zarê Ehmedê Xanî – 62

 


شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…