pirtûka nû ya Arjen Arî «Şêrgele» di nav weşanên Avesta de derket

Pêncemîn kitêba Arjen Arî ya şi’rê bi navê ‘Şêrgele’ di nav weşanên Avesta de derket. Kitêb bi navê ‘Şêrgele’ û ‘sûretên hisretê û keservedan’ ji du beşan pêk tê.

Ji kitêbê

di xurcika min de hemû qewîtî:
kembera zîvî, hina qeşmîrê, heprî…
cotê xirxalan ji bîr dikim qet!
siwarê hespa kimêt im têm

têm ku bikim xizêm Berîka Binxetê!
kîjan mîrek e li devê riya te?
se diewte, gur dizûre, baz difîkîne
tu bilîlîne b’ wî dengê saba
şiyar ke j’ xewê çiyakên Serxetê
      ev quça han a Şemeriyan
      neyar in ji xwe ez û vé hikumeté
ARJEN ARÎ
Di sala 1956an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekrê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Weke gelek şa””””ir û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi şi‘rê kir. Di sala 1976ê de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polêsan dest danîn ser şi‘rên wî yên bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyekê di hepsê de ma. Ew berdan, lê şi‘rên wî ta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne. Di gel, ku weke cara pêşîn kovara Tîrêjê de şi‘rên wî weşiyan tê zanîn, ya rast, şi‘ra wî ya ewil di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hate belavkirin de weşiya. Ew şi‘r ji sê malikan/beytan pêk dihat. Malikek jê ev bû: Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisêbînê/Xewa sibê bela kirin, avêtin nav tirs û xwînê. Her wisa, beriya 12ê îlonê şi‘rên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve bi stiranî dihatin gotin. Wek:
Tevrik tevrik tevriko, tevriko
Ber tayê pembû xweş biko, tevriko
Roja me jî hindiko, tevriko
Maldar bi qurbana mi ko, tevriko
Tevrik tevrik tevriko, tevriko
An,
Roja pala erzan e
Kufletê mal giran e
Mala te xera bibe maldar
Ma qey tu pê nizane!
Bi dû 12ê Îlonê de ew li welêt ma, şi‘rên wî di Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992yê li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekî bû. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê de Arjen Arî li Amedê dijî.
Berhemên wî
Ramûsan min veşartin li geliyekî, Şi‘r, Avesta, 2000
Ev çiya rûspî ne, Şi‘r, Avesta, 2002
Destana Kawa, Weşanên Elma, 2003
Eroûtîka,Weşanên Lîs, Şi‘r, 2006
Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, 2007
Şêrgele, Şi‘r, Avesta, 2008
Şêrgele
Arjen Arî
Şi’r
ISBN: 9789944382489
19.5×12, 64 rûpel
8 YTL

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…