Revenda Kurd li Mîrgehên Erebî li bexçê balefirxana Alşariqa li hev civiyan

Di nava çalakiyê desteya birêvebir ya Revenda Kurd li Mîrgehên Erebî û ji bo xurtkirina têkiliya di nava kurdên li Imarat dijîn û ji bo naskirina pirsgirêk û kêmaniya ,di roja înê 16/5/2008 li bexçê neştimanî li hev civiyan . bi beşdareyeke baş ji aliyê kurdên Imarat de û bi kêf û şahî û bi lîstika (Hungilîsk) şahiya xwe berdewam kirin û li ser muzîka Orgenîst Adil Hewas bi dîlan û şahî kêfa xwe kirin . di dema ku Desteya bi rêvebir li hev civiya bû û hin biryarên girîng girtin .
1- damezrandina komîta çandî û civakî û rêvebirî.
2- civîna revendê li roja înê di hefteya yekê li her mehê de , li her mîrgehkê pêk were .
3-navnîşaneke elktronîk hate Destnîşan kirin ( kurdishuae@yahoo.com)  bo pêşinyar û têbînîya .
4- bo hevkarî di xizmeta endamên Revendê de her kesê ku dizane cihekî vala bo kar heye Rêvebirya revendê aghdar bike di riya E-Mail ê de .
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…