Kevoka gerdenkirî (Ibnil Mûqeffa)

W: Selam Darî

Şah Debşelîm ji feylesûf Beydeba re got: te bihîstiye serpêhatiya du hevalên hijhevkirî , ku yekî derewîn ew jev dûrxistin , û rewşa wayî dawiyê çawa çêbû ?
De ji min re bêje ser destbirakan bê çawa dan û standina wan destpê dike , û kêfa wan pevre tê.
Feylesûf got: mirovê hoşmend biratiyê bi ti tiştî nade , û bira bihevre alîkarin ser riya qenciyê , û li bir dilê hev didn di demên sonseret bi serê mirov de bên.
Û mînaka vê yekê serpêhatiya kevoka gerdenkirî , cird  , xezal û qijakêye .
Şah got: ew çawa bû ?
Beydeba got : li deverekê bi navê Sekawendcînê , li cem bajarê Dahir , cihek heye nêçîr lê pire , û nêçîrvan di çinê , li wê deverê dareke pirçuqlî heye , û pelên wê li hev  geryane , hêlîna qijakekî di darê de heye .
Rojekê ji rojan : qijak di hêlîna xwede ye ,  dît nêçîrvanekî bê pergal û cirnexweş tor li ser milê wiye . û darek di destan deye , bi alî darê de tê .
Qijak jê tirsiya , û got : ((ev mirov hatiye vê deverê ku min tune bike .
de ezê di cihê xwede bim û binêrim : bê evê çi bike ?))
nêçîrvan di cih de tora xwe veda genem li ser reşand û li nêzîkî wê xwe veşart . gelek dem derbas nebû ta kevokek bi navê gerdenkirî hat , û pêre gelek kevok hebûn , kevoka gerdenkirî seroka wan bû , haya wan ji torê nema , hatin genim xwarin , û hemû ketin torê de . nêçîrvan bi kêf û işq hat . her yek ji kevokan li bennê torê di xebite .û her yekê ji wan di xwest xwe rizgarke .
ya gerdenkirî got : ne tirsin emê rizgar bibin ,lê bila kes ji me xwe ji kesî çêtir nebîne  , divê em alîkariyê bi hevre bikin . û em bi hevre  rahêjin torê . û bi vî awayî emê tev rizgar bibin . rabûn rahiştin torê û bilind kirin , û bi asîmananve birin .
nêçîrvan hêviya xwe ji wan nebirî û guman dikir ku wê nêzîk bikevin .
Qijakê got : ezê li pey wan bim da ez bibînim ka wê çi çê bibe ?
Kevoka gerdenkirî nêrî ku , nêçîrvan li pey wan e , ji lewra ji kevokanre got : ((ev nêçîrvan ji pey me venagere , û dixwaze me bigire , eger em bi ezmanande bifirin , em ji ber cavê wî nakevin , û ewê her û her li dûv me be . lê ku em têkevin nav avayiyan  emê ji ber cavê wî winda bibin . û ewê vegere . û li filan deverê Curdek heye ew destbirakê min e ,eger em xwe bighîninê ewê torê pare bike .))
Dibê wek ku ji wanre got bi cih anîn û bi ya  wê kirin . Nêçîrvan bê hêvî bû ¸ û vegeriya . lê qijak her li pey wan e .
Gava ku kevok gihan cihê curd kevoka
girdenkirî ferman da kevokan ku dakevin , gava daketin , dîtin ku rebenê curd ji tirsa sed qul çêkirine . ya gerdenkirî bi navê wî bangkirê , navê wî ” Zîrek ” bû . curd lê vegerand : tu kiyî ? got : ez hevala te kevoka gerdenkirîme . curd bi lez hat û jê pirsî . kê te xist vê davkêde ? lê vegerand : ((ma tu nizanî çi tiştê xêrbe yan jî şerbe qeder e , û qeder tê serê wî kesê ku li ser hatiye nivîsîn , vêce qederê ez xistim vê davkêde . û kesê ji min xurttir û mezintir ji ber qederê xilas nabin , û qeder gelek
caran heyv û rojê jî xirab dike . eger qedera wan wisabe.))
dibê curd bi dinanê xwe dest bi vekirina girêka lingê ya gerdenkirî kir . ya gerdenkirî got : girêkên hemû kevokan veke ,û paşê were ya min veke , û her vê peyvê ji curdre carî dike . lê curd guh lê nake , belê gava ev gotin gelekî dubare kir . curd gotê : te gelekî ev gotin carî kir , tu dibê qey cane te li nig te nebuhaye , û tu rehmê li xwe nake , û mafê canê te li nig te nine . gotê : ez ditirsim tu dest bi girêka min bike û tu bi weste , û tu nema girêkên kevokên dî veke , lê ez dizanim eger tu dest bigirêkên wan bike û ez bimînim dawî tu dê nerazîbe ez bimînim di toreyê de çiqasî tu westyayîbe jî .
curd gotê : ev e ya evîna min ji te re bêtir dike . Di virde curd tore tev pare kir ta tewa kir . û ya gerdenkirî û kevokên pêre tev derketin ji torê .
Selamdari@yahoo.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…