Ji destpêka wê xwîna ku tu pê bawer î

Maniyêl Broka 

 Ji Xwîna Husametîn Bahçe re.
Ji dema ku xwedawendên hişmendiya te, xwe di nava te de dilivand in!
Ji wexta ku baweriyên rêberiya baroveyên viyanên te, xwe li bin guhên çepêrên dudilyên dubarekirî dixistin!

Erê ji wexta ku ez û tu û Kurdistan û xwîn û bawerî, di Lozanên pir alî de, ji hev dabeş dibûn!
Ji dema ku hişwerî û têkurkên me î sawîrane, di xwînên lixwemukurhatinan de, wisa pêrgî fişara kesk, sor û hetavên zer dibûn.
Edî helçûnên xwînê, xwe di astan de, hejmarên yekem bidest dixistin.
Edî asoyên baweriya min, û dengvedanên guman û biryarstandinên te, nikarin serhişkiya xwe, di panavên cegerdariya me, doza me, cangoriyên me û di temen  xwîna me de bişopînin..
Edî arîşanên dozê, bi bijîvaniyên xwînên ku berz dibin, cenga radestiyê ji qada dozê re terxan dike.

De ka 48 keserên nava xwîna xwe, bi wan wêneyên baweriya xwe, bînahiya xwe bi me ve parveke!
De ka 48 reseniya keda xwe, di hişmendiya xwînê de, di berhevdanan de, di nazdariya serpereştiya efsûnbaziya xwe de, ji ezmûnên pêşerojê re alîkar be, û tabloyên çapkirina kesayetiya xwe, di gelek çaçoveyên ku ez û tu û yên din dizanin raxîne!!

Husametîn can! Va tu pêrgî hindek ji wan derdên xwe dibî!
Erê ku derdên viyana xwînê tev wisa hesan bûna, êdî min dê rexek ji wan rexên nav xwîna xwe, ji berhevkirin, ji destnişankirina takekesane û ji piştevanî û hevbendiya xwîna me re, li ser pişta balindeyekî xêrxwaz kiriba û hindek ji wê nixavtina kevnare, bidaye xatirê vê Nîsana te!
Vaye ciwariya xwîna me li hev mukur tê, lewma rêkeftina hêviyên xwe, di vê xirecira mebesta xwe de, daçikandî bihêle!!
Zanibe ku agahiyên ku te di hestên ronîkirinê de bercest kiribûn, wê astên şûnşopan di wan xanxankên bûneweriya te de, di dilopa xwîna hewildana te de, di berpêşkirin û hîdayên baweriya perestgeha te î taybet de, xwedî radeyên dilovan bin!
Zanibe ku tu dê berûvajiyê ji zemîna wê dûr bixî!
Zanîbe ku tu dê ciwariya serdest û bindestan ji hev bela bikî!
Dîsa jî bizanibe ku ciwariya xwîna resen, bi wan xewnên afrêner, şanaziyên xwe bi wê bejnên resen yên mîna te dikin!

Bi wê hêviya xwe ku min zeft kiriye.
Bi wê xwîna ku te zelal kiriye,
danasînên Nîsanên te, wê di pêngavên bîranînan de,
di berhevdanên tirsnak de,
di lixwemukurhatin û pileyên cankêşiyan de,
wê bibe hemrêyên hizirên riya bidestxistina çirka sûdmend û me ber bi hevjînbûna Mizgeft, Laliş û dêranan de serber bike û têr ji nimûneyên xwîna te be û berdest be!!

Çend wateyan radestî mebestekê dikim,.
Çend henasan radestî giyanekî dikim.
Çend hetavan diryarî bûneweriyan dikim.
Çend xwînan diyarî jiyanê dikim û wan tevan diyarî destpêka xwîna ku tu pê bawer î û nabe av, dikim…

Maniyêl Broka  
Cegersoz@hotmail.de

24. 04. 08 Elmaniya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li…

Di / 31 / 10 / 2004an de xebatkarê hêja û helbestvanê ciwan heval (Ferhad Çelebî) Endamê komîta navendî ya partiya me bi bûyereke tirafîkê ew û Du birayên xwe koça dawî kirin.

Hevalê Ferhad helbestvan , çêroknivîs û rojnamevanekî çalak bû , bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi…

Fewaz Ebdê

Diyarî canê
Ebdussemed Dawud
**

Nema zanim ..
Ji ku dest pê bikim
û li ku rawestim!
Ji zeviyên genim ku bi dizîka navê te dibêjin?
Mîna ku hê tu neçûyî
û hîna tiliyên te bi simbilan dilîzin.
Tu dikenî, distirê û dibêjî:
“Nigê xwe li şînê xin,
wê bidin alî..
paleyî li bende şînê namîne!”

Yan ji çaxê ku em bi dû ewran diketin?
Me…