hunermend Şevger: Bangekê dike li hunermendên rojavayê kurdistan:

 

Bizqên xwe bişkînin u li tembûra kurdi vegerin!!!

Bibhûrin ku ev bang biçekî dereng hat divîya ku ji zûve hatibana gotin u ez hêvîdarim hevalên minî hunermend dilteng u tûnde nebin ji vê bangê

her miletekî xisûsîyeteke wî heye ji rûniştin û rabûnê û ji cil u bergan u ji xwarinê u ji musik u kelepûra kevnetûrî u deng u hunera her miletekî
tê ji nav wê axa ku ew li ser dijîn wek nimûne: bilûrên me ji çîtika ava çemê me çêbûne u daholên me ji ayarê dewarên me çêbûne u zurneyên me ji dara gûzê u mişmişê welatê me çêbûne u her wisa sas u tembûra kurdi ji darê mişmişê yan tiwê yan çamê  çêbûne,,,

Boziq: astrumenteke girîklandîye ( yonani ye ) mixabin hunermend Said yosiv boziq anî nav kurdên rojavayê kurdistan idî hunermandan çav wî kir u dest avêtin bozqê u her hunermendekî dombekvanekî xwe peyde kir u bûne palê dawetan bilî ku bi fikirin ji vê parçê welatre hunereke paqij û zengîn ava bikin tenê bû hunera bizq u dombekê u ev 40 sal jî ev reng berdewama mixabin,
 bo tîbînî Said yosiv boziq ani nav kurdan lê wî pir stranên xweş kirin xizmeta reqsa kurdi de, bo berdewamiya bozqê hemû hunermendên din jî gonehbarin ku ne fikrîn dest bavêjin tembûra kurdî u stranê gohdarî u giran ji gelê xwere bi afrînin,
berî hatina bozqê hunermend Mihemed şêxo jenîna ûdê u Mehmud kemanêdiki lê mixabin wî jî dest avêt bozqê.. hunermend Aziz şakir ma ser ûda xwe ez ji wîre dibêjim her biji,,  em ji bîr nekin Ebvdo êlanê jenîna Cemboşê dikir u her wisa Aramê Dikran u devra Dêrika Hemko hina berdewama ser Cemboşê . li devera Efrina delal tembûr bi tenê hebu  lê 100 mixabin niha nexweşiya bozqê xwe gihandiye wir jî.
raste Bozqê xizmeta hunera reqsa kurdî kir lê van hunermendên bozqê gonehkarîyeke mezin dikin ku reqsa kurdi li gur bozqa xwe xira dikin
reqsek pir xurt u sivik u bê ser û ber u bi gotnên stranê yê bê wata u mitirbkî,,
li başqebûnê binerin ku Hunermend Mihemed şêxo boziq di jenand bes wî bi ruhekî kurdî dijenand sedem ew bu ku mihemed şêxo boziq bo 
dawatan u hunera reqsê kar ne tanî,,wî hunerek giran di afirand ji ber wilo hunera wî dihat heskirin .
bi texmîna min devera serê kanîyê bihna hunereke xweş jê tê eger li tembûra kurdî vegerin!!!
li rojavayê kurdistan 5 hunera cude hene u her 5 dever hunermendê wê ji devera xwere dibêjin bi zimanê wê deverê u hunera wê deverê u gelek
ji van hunermendan stranên xwe li devereke 200km dûrî devera xwe ne gotine em dikarin bêjin hunermendên heremî ne u pir ji wan hunermendên demî ne,, pir kêm em dibhizin ku hunermendeki serê kaniyê cûbe dêrikê yan jî hunermendeki dêrikê çûbe Efrînê yan yeki EFrinê hatibe hisiça,,, tê wê watê ku hunermendên rojavayê kurdistan di herêma xwe de di xeniqin u hunerek fetisî u qels di afrînin ji ber bash nagerin li hemû deverin welat u baş rewşa miletê xwe ji nêzîk nabînin û baş ev hunermend peywendîyên xwe yê hunerî bi hevre xurt nakin u saziyan ava nakin,,
80% hunermendên kurd kêm rewşenbîrîya hunerî ne u zanîna wan û naskirina wan ji hunermendên paçên dinre nîne.. hema her hunermendek
derî li xwe digre ku kesek nebhîze helbest u musika xwe di cend rojan de çêdike û cd xwe belav dike u ji vî berhemê wî 2 stran xelk nabhîzin
pirs li vire: ma bi tomarkirina Cd ya?? divê hunerek paqij were afrandin bila di her berhemekî de keda helbestvan u awazdeneran hebe de hunerek zengîn u bi hêz ava bibe, ew hunermendê ku bêje ez helbest u musik u  her tiştî bi destê xwe dikim ew hunerek arzan çêdike,,
xebatên baş diyar dibin nav komên filklori de li rojavayê kurdistan ji ber di her komekê de çend hunermendek hene u bi hev dişêwirin u pir rengê
Amîrêt musîkê hene u pir deng jî, bes hina ev komên me jî ji bin bandora stranên Merşa leşgerî rizgar ne bune dikarim bêjim komên filklori li rojavayê kurdistan ew xizmetek huneri u netewi pir mezin dikin u chên rêzgirtinêne ..
li rojavayê kurdistan hunermendên me ji ber ne valabûna dawetan yan ji kêm hizrêt wani netewî kilpan çênakin tenê 3 kilpek cêbune ew ji bi alikariya Cemalê Tîrêj bo husên şakir û Mistefa xalid u ev ji kareki piroze, gelo rehmetiyê Mihmed şêxo ne gonihbar bû ku wî bo xwe çend kilipek çênekir yan jiyana xwe bi dengê xwe tomar nekir ku îro em bi hisretin kilipeke M.şêxo bibinin ser akranên Tv kurdi? ma ne gonehbarîye ku hunermend Said yosiv yan Mehmud Aziz şakir wan bo xwe çend kilipek çênekirine u bi 100 wênegerê vidio kamira hene li welat u belki bê pere jî ji wanre çêbikin.. ez zanim wê xwe aciz bikin u bersiva min bidin …wê bêjin nanê me nîne de bera parti yan Tv kurdi ji mere cd u kilipan çêbikin. vegerandina min ji bersiva wanre hunermendê ku bi rastî ji hunera xwe hes bike u ji dilê xwe raman bike ku xizmeta netewa xwe bike wê rihê xwe u cilê xwe bifroşê cd u kilipa xwe pê çêbikê heqê 3 dawetan ne lazim hhhhhhh .. divê hunermend hemû sînoran bişkînê u divê bo hunera xwe xwe bighîne her deverekê u her radio u telvezyonekê tiştek bi hesanî nayê u kesek bi xweziya na rahêje baqê keziya ,,
bila bibhurin hevalên minî hunermend bo van rexne u pêşneyaran bawer bikin rojavayê kurdistan peywesti bi hunereke zengin heye me pir hunermend hene u pir deng xweş hene mina hunermend şayda ku wek tirheke nû dide der u hêvîyekê dide me u ez wî piroz dikim.
axftin pire u gazin ji me hemiya heye u em hemî gonehbarbin di vê serdemê de  eger em hunermend ne zivirin li resenetiya strana kurdi u eger em ne zivirin li peyv u helbesta xweş u eger em bi hevre dezgehên huneri u alikariya hev nekin.. de werin em em bi hevre hunerek netewi u paqij bi afrînin  werinnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnnn ……

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…